Kîne Em

Nûbihar bi sala 2017an, 25 salan li pey xwe dihêle. Weşanxaneya Nûbiharê, ji sala 1992yan ta roja îro xebata xwe bi dualî didomîne; ji alîkî ve kitêban, ji aliyê din jî bi navê Nûbihar û Nûbihar Akademî du heb kovaran diweşîne. Weşanxaneya Nûbiharê, di vê dema borî de çi bi jimarên xwe, çi jî bi kitêbên xwe yên muxtelif bi hezaran materyal û dokuman ji bo kutûbxaneya Kurdî hiştine... Wê, xîmê xizmeta xwe li ser çand, huner û edebiyata Kurdî ava kiriye. Nûbihar bi weşan û misyona xwe di navbera mekteb û medresan de wekî pirekî xebitiye; lewra bi weşanên xwe hem xîtabî nifşên îro, hem jî xîtabî feqî û medresên sedsalan dike. Ji ber vê sebebê, di roja me de Nûbihar ne tenê mektebek e; di heman wextê de medreseyek modern e jî.

Nûbihar Kovar

Nûbihara ku di Çiriya Pêşin/Cotmeha 1992yan de dest bi weşana xwe kiriye bi sala 2017an 25 salan li pey xwe dihêle. Nûbihar ji destpêkê ve hetanî îro seranser bi Kurdî derketiye. Hetanî jimara 86an mehane, ji 87an pê ve jî sêmehane weşana xwe dewam kiriye. Ev jimarên Nûbiharê bi tevayî bi hezaran materyal ji bo kutûbxanyeya Kurdî hiştiye. Heta niha di jimarên Nûbiharê de li ser mijarên muxtelif gelek nivîs derketine. Şê‘ra klasîk û helbesta modern, çîrokên bav û kalan û hîkayeyên modern, tehlîlên edebî, înşa, hevpeyvîn, nivîsên rojane, siyasî û dînî, wergerên ji curbecur zimanan û gelek mijarên din dem bi dem di Nûbiharê de cih girtine. Di van salên çûyî de Nûbihar ne tenê ji bo xwendevanên xwe, ji bo avakar û xebatkarên xwe jî bûye mektebeke Kurdî. Gelek kesên ku xwendin û nivîsandina Kurdî bi wê hîn bûne, paşê bûne nivîskar jî.

Nûbihar Akademî

Kovara Nûbihar Akademî ku di 2013an de dest bi weşana xwe kiriye, kovareke bihekem û akademîk e ku bi Kurdî (hemû zarava) û Îngilîzî weşanê dike. Nûbihar Akademî li ser mîrata tecrubeya weşanxaneya Nûbiharê, dixwaze di warê kovargeriya akademîk a xebatên Kurdî de bibe pêşeng û bibe platformeke objektîf ku hemû lêkolîner xebatên xwe yên akademîk tê de biweşînin. Nûbihar Akademî armanc pê dike qada akademiya Kurdî a vala dagire.