JI MELA MUHEMEDÊ ŞOŞIKÎ KITÊBEKE DIN

JI MELA MUHEMEDÊ ŞOŞIKÎ KITÊBEKE DIN

Ji Mela Muhemedê Şoşikî kitêbeke din…
Ev kitêb, ji çar birrên sereke -bi navê “derya”- pêkhatiye, ku ewana jî ev in:

- Deryaya Yekem: Derbarê Îsbata Xweda da ye.
- Deryaya Duyem: Derbarê Kelamê Xweda Qu’anê da ye.
- Deryaya Sêyem: Derbarê Muhemed (s.) û Hin Sehabiyan da ye.
- Deryaya Çarem: Derbarê Îslamê da ye.”

Seyda Mela Muhemedê Şoşikî, alimekî muderis e, fikra wî ji xurafe û çîrvanokên bêbingeh dûr û bêrî ye. Wî, bi gelek berhemên xwe yên giranbiha xizmeta dîn û zimanê Kurdî kiriye. Yek ji wan berhemên wî jî, tefsîra “Nûra Qelban” ya şeşcildî ye. Di vê kitêba xwe ya “Çar Derya” de jî, bi zimanekî xweser û otantîk mijarên cûrbecûr yên mîna “bawerî, tefekur, î’caza Qur’anê; sîyera Nebî, heyata sehabîyan û hin meseleyên fiqhî û civakî” rave kiriye.