Beriya her tiştî samîmiyet
Süleyman Çevik
ceviksuleyman@hotmail.com

Di van demên dawîn de piştî ku ji hêla dewletê ve li welatê me hinekî zemînê rehetiyê hate meydanê, em dibînin ku gelek derdor û cemeatên îslamî jî di vê bazarê de dezgehên xwe ava dikin.
Ev kesên ku berê tu heqekî Kurdan qebûl nedikirin û daxwazên Kurdan bi “nîfaq”ê nav dikirin, îro meriv bi xebatên wan ên li ser Kurdan şaşmayî dimîne…
Di navbera gotin û kirinên wan ên berê û îro de ferqeke mezin heye.
Helwesta gelekan a berê li hemberî Kurdan û xwedîderketina wan a îro, tev bi hesab in.
Hem wê demê hem jî îro hinek hêzên serdest di meseleya Kurdan de li gor şertan û demê ji van kesan helwestek dixwestin, ewan jî wezîfeya xwe dikirin û îro jî dikin.
Di guhertina meselên esasî de heta ku dewlet tiştekî neke, xelkê hinek Tirkiyê tiştekî nakin, hinek naxwazin bikin û hinek jî jixwe newêrin tiştekî bikin. Berê dewlet pêşî li tiştan vedike, di meseleyên esasî de gavan davêje hê wê wextê xelk jî radibe li pey wan guhertinan dimeşe…
Di meseleyên wiha de dibêjin, gelo dewlet li vê meselê çawa dinêre; yanê “meşrûbûn” yan jî “nemeşrûbûna” tiştekî bi nêrîna dewletê kifş dibe. Ev sîstem, li ber çavê însanan dewletê miqedes dike, di her şert û halî de li hemberî însanan dewletê diparêze û lê xwedî derdikeve û însana dike qurbana nêrîna xwe…
Ji roja ku ev dewlet ava bûye kesên ku dixwazin sîstema vê dewletê biguherînin û kesên muxalîf gelek kêm in. Ekseriyeta xelkê vî welatî rejîm çiqas îznê bide ewqas li hemberî neheqiyan derdikeve û nerazibûna xwe dibêje. Binêrin, bi sedan neheqiyên ku dewletê li Kurdan kirine hene lê di civaka Tirkan de kêm kesan rabûye ev nexweşiyana anîne ziman.
Lê dema dewlet pêşiya tiştekî vedike, tu mêze dikî hema herkes li dora wê meselê dicive û lê xwedî derdikeve.
Meseleya me û van derdoran jî bi vî şiklî ye.
Piştî ku ji hêla dewletê ve çend gav hatin avêtin, di meseleya Kurdan de sekna wan guheriye. Heta dewlet tiştekî neke tu qîmeta kirinên derdorên sivil tuneye. Meselen li universîteya Mêrdînê vebûna beşa Kurdî, weşana televîzyona TRT6ê û hinek tiştên din li ber çavê gelek kesan zimanê Kurdî “meşrû” kiriye.
Li pey van hemleyên dewletê ew kesên ku newêrîbûn yan jî nedixwestin xwe nêzîkî Kurdî bikin û li hemberî Kurdî derdiketin îro yek bi yek dikevin piyasa Kurdî jî…
  ***
Hevalên ku teqîp kirine dizanin; ji sala 1992yan virde heta îro em kovara Nûbiharê û kitêbên Kurdî diweşînin.
Teqrîben 20 sal berê, hê kesek di piyasa îslamî de tunebû, Nûbiharê aveke berdabû coyekê. Wê demê tenê ji Kurdên îtaetkar re tehemûl hebû. Em li ber çavên kesên ku îro li Kurdan xwedîtiyê dikin jî “meşrû” nebûn.
Îro qismen ev nêrîn guheriye, lê li vî welatî civatên meqbûl ew in yên ku doza tu tiştî nakin.
Di wan salên 1990î de em li ber çavê gelekan “nijadperset” û “maceraperest” bûn… Her merivên ku biqasî ji dewleta xwe hez dikirin, ewqas jî ji her xebata ku li ser navê Kurdîniyê dihate kirin nefret dikirin…
Îro dewlet û rayedarên wê, bi îmkanên dewletê ji bo Kurdî zemînê xeberdanê ava dikin.
Di vê rêya ku dewletê vekiriye de hinek derdorên sivîl jî dimeşin…
Eger di vê rêyê de hinek kes ji bo xelkê me yê ku ji her alî ve mexdûr bûye tiştên baş bikin elbet emê pê kêfxweş bibin.
Lê eger di vê siyasetê de hesabên din hebin, eger ev siyaset tenê ji bo tetmînkirina hisiyatên “Kurdên nav xwe” be, wê demê bivê-nevê ew kirinên wan wê di teraziya semîmiyetê de mehkûm bibin.
Yan dilê wan çawa ye bila xwe wisa nîşan bidin, yan jî rûyê wan çawa ye bila wisa dilê xwe jî paqij bikin...
Helbet emê nebin ji wan kesên ku ji bilî avakirinê her xirab dikin; di derxistina pûçên hinek cemaetan de feydeyek jî tuneye.
Lê xuyaye ku ev tevger tev bi hesab tên kirin.
Lewra di nav wan de Kurdan nikaribû bi rehetî zimanê xwe xeber bida. Eger bi rastî jî li gor şertên biratiyê bi me re muamele bikirana, tehemûla wan biqasî “Tirkbûna” wan ji “Kurdbûna” me re jî hebûya heqê me tunebû ku em îro rabin wan bixin teraziya semîmiyetê.
Qiyasa berê û îro karekî zahmet e.
Li gor resmiyetê di nav Tirkan de, li welatê Tirkiyê Kurd tunebûn. Zimanê wan, çanda wan û tarîxa wan welhasil her tiştê wan înkar dibû lê ji xeynî çend însanên xwedîwîcdan pê ve tu kesî ji vê bêwîcdaniyê re dengê xwe dernexist…
Misliman bêdeng man, hinekan bi zaneyî hinekan jî bi nezanî gotin, em bira ne û xwestin ku bi rêya biratiyê Kurd doza heqên xwe yên însanî nekin… Gelek Kurdên me jî bi rastî wisa fikirîn ku eger Kurd bibin xwediyê statûyekê wê misliman zerarê bibînin…
Xwedêgiravî maleke mislimanan hebû Kurdan ew mala xirab dikirin; dema faydeyek bigihana Kurdan wê ew mala wan xirab bibûya…
Di “wekhevbûna” Kurdan û milletên din de gelo çi zerara milletên din hebû?  
Her ku Kurdan doza heqê xwe dikirin ewan cubbeyê biratiyê li xwe dikirin…
Kurdan xwe li cihên taybet yan jî li cihên resmî nikaribûn îfade bikirana.
Di nava cemeatên îslamî de cihekî îfadekirinê tunebû.
Li welatekî ku li ser navê Kurdî her tişt tehlîke yan jî dijmin bête dîtin, bi navê Kurdayetiyê meriv nikare xebatan bike.
Di salên 1990î de li ber çavê herkesî kesên li ser Kurdî dixebitîn tehlûke bûn û her merivî bi vê nezerê li Kurdan mêze dikir.
Dewletê Kurdî wekî tehlîke didît û her merivê civata Tirkan di dunyaya xwe de bi çavê rejîmê li Kurdan mêze dikirin.
Kurdê meqbûl ew kes bû ku doza heqê xwe nedikirin; Kurdê ji bo xwe doza heq dikir çawa li ber çavê dewletê merivê bi tehlûke bû li ber çavê hezkarên vê rejîmê jî wisa bû…
Heta ku dewletê ew perdeya qedexekirinê li ser Kurdî hinekî ranekir, mislimanên Tirkiyê ji bo Kurdan, ji bo zimanê Kurdî tu xebatên wan nebûn.
Bi xebatên ku me di wan salan de dikirin em li ber çavên wan “meşrû” nebûn.
Loma Nûbihar li gor wan “nijadperest” bû. Tiştê ji xwe re “meşrû” didîtin, dema me bikira dibû “nîfaq”. Ne ku em problem bûn, nêrîna wan, mêjiyê wan problem bû.
Îro em çiqas serbilind bin heqê me ye…
Lewra ji wê demê heta îro bi kirinên xwe me semîmiyeta xwe îspat kiriye.
Her hevalê ku xwe nêzîkî Nûbiharê dibîne, serbilind be…
Serbilind be, lewra piştî bîst salan gotina te derket…
  Nûbihar, jimar: 115, 20.07.2011
 
  Weşanxane - Kovar