Günter Grass, qedirşinasî û em
 
Abdullah Încekan
aincekan@gmail.com
 
Çend roj berî ku Günter Grass, nivîskarê navdar yê Alman û xelatgirê Nobelê, were bajarê me, ez bi hatina wî dihesim û derhal ji bo bilêtê li salonê digerim. Elbet ez texmîn dikim, ku hemû bilêt hatine firotin, lê dîsa ez ji xwe re dibêjim: Grass ewqas nêzîk hatiye û jixwe kal e jî. Divê ez wî bibînim û rêyekê bibînim, ku biletekê peyda bikim.
Xanima li ser telefonê dibêje, ku hemû bilêt hatine firotin û ez dest bi lavayan dikim, lê ew jî çare nake. Rêyek tenê li pêş min dimîne: Divê ez nîv saetek berê biçim wir û mêze bikim, ka ez dikarim têkevim hundir yan na. Ev halê han çîrokeke ji piçûktiya min tîne bîra min: Bavê min digot, di salên heştêyî de gava me li bajêr xwarin, benzîn û zexîret dikirî, em bi rojan diketin pê kirrînê – carna jî em destvala dizivirîn malê.
Îcar de were lê mêze bike: Yên me ji bo xwarin û vexwarinê diketin rêzê, yên xelkê ji bo guhdarîkirina nivîskarekî.
Li ber derê salonê ez rastî qerebalixeke mezin têm û ez jî bi wan re dikevim rêzê. Di dawiyê de biletek bi destê min dikeve û ez dikevim hundir. Her çiqas ji nebûna bilêtan halê salonê ji berê kifş be jî, ez bi çavên xwe bawer nakim: Salona terrikî tije ye û gelek ji wan xort û ciwan in. Bi deqeyan ez li devûdorê xwe mêze dikim: Xwedê bide meriv, dide meriv! Kal û pîr, jin û mêr, keç û xort – bi sedan li hêviya nivîskarê xwe ne...
Günter Grass tê ser sahneyê. Ew tenê tiştekî dike: Ji kitêba xwe ya nû „Grimms Wörter – Eine Liebeserklärung” (Peyvên Grimm – Daxuyaniya evînekê) dixwîne. Kitêb li ser herdu bira Jakob û Wilhelm Grimm e. Wek tê zanîn, du xebatên muhîm yên van herdu birayan hebûne, ku ji bo me Kurdan jî dikarin bibin mîsal. Jacob û Wilhelm xebatên xwe li ser du esasan ava dikin: Ew ji hêlekê ve çîrokên gelêrî yên Almanan berhev dikin, ji aliyê din ve jî ferhengeke Almanî amade dikin. Bi van herdu xebatan ew bingeha standartkirina Almanî datînin û bîra gelê xwe muhafeze dikin. Îcar Günter Grass jî di neh beşan de li ser heyat û derûdorê van herdu bira disekine û di her beşê de giraniyê dide herfekê ji alfabeyê û bi vî şiklî gotinên ji ferhenga wan cardin tîne ziman û eleqeyê bi ferhengê girêdide. Di nava çîroka Jakob û Wilhelm de ew mijarê tîne ser jiyana xwe û mîsalên têkildar ji heyata xwe dide (mesela gava qala sansûrê dike, mîsalan ji heyata xwe jî dide). Bi gotineke din, berhema wî berhemeke biyografîk û otobiyografîk e. Bi pirranî ji kelîmeyên, ku di ferhenga herdu birayan de ne, ew hereket dike û mîsalan ji heyata xwe dide.
Günter Grassê heştê û sê salî xebata xwe wek xebata otobiyografîk ya dawîn nîşan dide. Ev gotina wî weke xatirxwestin bê fêmkirin jî, însan meraq dike, ka ew ê li ser vê soza xwe bisekine yan na. Lewra, wek tê zanîn, ew nivîskarekî welûd e û bi her kitêba xwe li welatê xwe rojev tayîn kiriye.
Saetek û nîvekê bi sûkûneteke nedîtî gel guhdarî wî dike. Xêncî kuxika çend kesan ti deng tune ye: Ne pisepisa merivan, ne zîlê telefonekê... Ez jî mîna mêvanên din guh didim vî camêrî û bi wî re dikevim nav cîhana kelîmeyan û tarîxa Almanan. Dû re... Dû re hemû guhdar radibin pê û bi qasî deh deqîqeyan li çepikan dixin! Elbet têkiliya vê rewşa han bi kesayetiya Günter Grass ve heye, lê dîsa jî ev qedirşînasî min bi hûzin dike, lewra ez vê şevê jî gelê xwe ji bîr nakim.
Li ber derê salonê ez bi deqîqeyan disekinim û li eleqeya gel temaşe dikim û Kurdên min tên bîra min. Ez bi xwe ji xwe re dibêjim, tişta ku qewmekî bi hêz dike, dêmek ev e: Qîmetdayîn û qedirşînasî! Qedirgirtina ziman û çanda xwe, qedirgirtina edebiyata devkî - mêjûyê xwe yê neteweyî, qedirgirtina kesayetiyan...
Mîsal li dû mîsalê di serê min re derbas dibin: Qîmeteke mîna Celadet radibe bîrekê îcare dike, da ku Hawarê derbixe... Hemzeyê Muksî di kîjan feqîrtî û belengaziyê de heyata xwe dewam kiriye kes pê nizane, ji ber ku kesî xwe lê negirtiye... Xizaniya Ekrem Cemîl Paşa di nav de jiyaye, dilê meriv diêşîne... Mîsalên roja me tên bîra min...
Ez li gengeşiyên li ser standartbûna Kurdî difikirim! Çiqas perspektîfeke teng û jakoben!
Li aliyê din: Çima li mala herkesî Mem û Zîn a rehmetî, Dîwanên Mela û Feqî, kovarên Jîn, Kurdistan, Hawar û hwd. tune ne?
Bi van hîs û fikaran, di destê min de “Grimms Wörter”, ez berê xwe didim malê. Bi rê de ez ji xwe re vê dibêjim: Ev tişt li ba me hebana, jixwe em jî di vî halî de nediman!
 
Günter Grass behsa Kurdan dike
Li malê ez berhema ku min hin beş jê guhdarî kirine, dixwînim. Nivîskar behsa herdu birayan û xebatên wan dike û li hin ciyan gava behsa gotinekê dike, meseleyê tîne bi anekdotan ji heyata xwe ve girêdide. Loma jî her çiqas behsa salên 1800î bibe jî, em tên salên dû şerê cîhanê yê dudiyan. Ew bi hostatî di nava dem û dewranan de çargavî diçe û tê û xwendevanê xwe bi xwe re digerîne.
Gava ew qala wê dike ku Jacob Grimm di 1848an de li bajarê Frankfurtê li dêra bi navê Paulskirche wek endamê Kongreya Neteweyî tevlî siyasetê dibe, mijarê tîne ser vê dêrê. Û dû re behsa wê dike, ka ew cara ewil çawa û çaxtê çûye wir.
Grass dibêje:
“Tecrûbeya min ya li dêra Paulskircheyê tenê ji bo sibehekê ye. Di cotmeha 1997an de, di dawiya fûara kitêban ya Frankfurtê de, diviyabû xelata aştiyê ya kitêbfiroşên Alman ji bo nivîskarekî Tirk bihata dayîn. Komeleya Borsayê xeber da min, ku xelatgir Yaşar Kemal xwestiye ku teblîxa li ser wî ez amade bikim. Ev ji bo min hêsan bû, ji ber ku Kemal çîrokbêjekî efsûnî û nivîskarekî bi metanet bû û loma jî tim û tim li Tirkiyeyê di nav talûkeyan de bû.
Min bi alîkariya kitêbên wî berê xwe da Anatolyayê, gav bi gav li pey destana Anatolyayê ketim û teblîxek nivîsî, ku -jixwe çawa dikarîbû wiha neba- bû sebebê îtirazê, ji ber ku tê de behsa Kurdekî ji Tirkiyeyê û zilma ku li wê derê li ser Kurdan dom dikir, dihate kirin.” (Grimms Wörter – Eine Liebeserklärung, r. 160)
Grass dûr û dirêj qala teblîxa xwe dike: Ew li ser berhemên Yaşar Kemal û nivîskariya wî disekine. Dû re ew mijarê cardin tîne ser Kurdan û dibêje:
“Di dawiya teblîxa xwe de min ji nivîseke Yaşar Kemal îqtibasek kir, ku tê de zilma li ser Kurdan ya li welatê xwe şîkayet dike û pê re mes’uliyeta demokrasiya welatên rojhilatê bi bîr tîne: “Li ber şêmûga qirnê bîstûyekan meriv nikare gelekî, grûbeke neteweyî, ji mafên însanî bêpar bihêle. Hêza ti welatekî ji vê re tuneye. Di netîceyê de hêza însanan bû ku Amerîkayî ji Veitnamê, Rûs ji Efxanîstanê avêt der û mûcîzeya Afrîkaya Başûr anî holê. Cumhuriyeta Tirkiyê nikare weke welatekî lanetkirî bi domkirina vî şerî (ê li hember Kurdan) têkeve sedsala bîst û yekê. Wijdana mîrovatiyê wê alî gelên Tirkiyê bike ku, ev şerê bêînsanî biqedîne. Xisûsen gelên wan dewletên ku sîlehan difroşin dewleta Tirk divê alî bikin ku....”
Muxatabê vê gotinê Alman bûn. Loma jî min gotina xwe bi mesajekê qedand ku, muxatabê wê guhdarên xwedîpere yên Frankfurtê û siyasetvanên navdar bûn ku di qorên pêşiyê de rûniştibûn: “Kî li vir, li dêra Paulskircheyê, berjewendiyên hikûmeta Kohl/Kinkel biparêze, dizane ku Almanyaya Federal bi salan e musaade dike ku çek biçin Cumhuriyeta Tirkiyê ya ku gelê xwe bi vî şerî diqewirîne. Heta li dû salên 1990î, gava taliheke ji bo me çêbû û Alman bûn yek, tank û çekên mezin yên ordiya Almanyaya Rojhilat ji bo vî welatê ku şer dike hatin şandin. Em bûn şirîkê şer û niha jî şirîk in. Ez ji welatê xwe şerm dikim ku bûye feqîrê aboriyê ku hikûmeta wî musaadeya şerê qatîl dike û di ser de jî mafê îlticayê nade Kurdên ku ji zilmê direvin.“ (Grimms Wörter – Eine Liebeserklärung, r. 162)
Belê, navdarê Alman Günter Grass li mekanekî ewqas mûhîm behsa êş û elemên me Kurdan dike. Ka gelo navdarên Kurdên me di civînên mûhîm de behsa çi dikin?
  Weşanxane - Kovar