Agahiyên Kitêbê


₺ 0,00
İnsan Bi Çi Diji

Wekî zanyarê me yê mezin Ehmedê Xanî jî gotiye “her kesek mîmarê dîwarê xwe ye” ev gotina elmasmîsal ji bo her tiştî di cihê xwe de ye. Nexasim di mijara zimên de ku Ehmedê Xanî jî wek evîndar û dildarekî zimanê Kurdî bingeha dîwarê zimanê Kurdî daniye. Divê îro jî her dildar û evîndarê zimanê Kurdî di şopa Ehmedê Xanî de bimeşe. Lewra zimanên ku di qada wêje û zanistê de pêş ketine bi hewldana dildar û nivîskarên xîretkêş ên wê neteweyê ne. Îro em dibînin ku dildar û xîretkêşên zimanê Kurdî roj bi roj zêde dibin. Dîrok dibe şahid ku zimanê Kurdî her roj gav bi gav pêş dikeve, ev pêşketin çi bi nivîsê, çi bi wergerê û çi bi cûreyên wêjeyê dibe. Şixula li ser zimên bi kîjan awayî dibe bila bibe ji bo dahatûya zimanê Kurdî pir girîng e. Divê her Kurd di vî warî de bişixule û şiyar be, nebêje çi ji destê min tê; ku mirov bixwaze û bike gelek tişt çêdibin. Mamoste Medenî çend çîrokên nivîskarê Rûs yê bi nav û deng Lev Nîkolayevîç Tolstoy wergerandiye Kurdî; min wergera Mamoste Medenî dît û xwend. Bi rastî jî mamoste hostetiya hunerê ya Tolstoy û tehma çîrokê di zaravayê Kurmancî de jî domandiye, ji ber vê, dê ev pirtûk tehmeke xweş bide xwendevanên xwe. Ez bawer im ku wê xwendevan ji vê berhemê sûd werbigrin. Ji bo vê xebata hêja ez Mamoste Medenî pîroz dikim, lewra bi vê wergera xwe, yek ji klasîkên wêjeya Rûsî ye, xistiye nav refên Kurdî. ** Tolstoy di 28ê Tebaxê ya sala 1828an de di malbateke dewlemend de hate dinê. Bavê wî Kont Nîkolay Îlyîç Tolstoy, serhengekî malnişîn bû. Di 1812an de beşdarî herbên Napolyon bûbû. Tolstoy di şazdeh saliya xwe de dest bi zanîngeha Kozanê kir. Ji ber ku li dijî perwerdeya fermî bû, dev ji zanîngehê berda û vegeriya cotgeha xwe ya li Yansya Polonyayê. Di bîst û çar saliya xwe de beşdarî artêşê bû, li Qirim û Qefqesyayê nêzî çar salan serbazî kir. Ji ber ku ji şer û tundiyê nefret dikir ji artêşê veqetiya. Her çiqas ku pir dixwest jî, ji ber dijberiya malbata xwe erdê xwe ji gundiyan re nehişt. Lêbelê mesrefên xwe yên şexsî gelekî kêm kirin, dev ji jiyana arîstokratî berda û bi rêk û pêk dest bi kirina karên bedenî kir. Ji bo dîtina ciyekî ku lê bi aramî mirinê pêşwazî bike şeva 28ê Tîrmeha 1910an mala xwe terikand. Deh roj şûnde li îstgeheke trênê mir.

Navê Kitêbê
İnsan Bi Çi Diji
Navê Orîjînal
-
Nivîskar
Lew Tolstoy
Wergêr / Lêkolîner
Medeni öğüt
ISBN
978-605-5402-99-0
Cûre
Dünya Klasikleri
Rûpel
96
Ebat
13,50 x 21,00 (cm)
Ziman
Kurdî
Alfabe
Latînî
Sala Waşanê
2013
Çapa Çendan
1
Berg
Karton