Agahiyên Kitêbê


₺ 10,00
LI MIKSÊ FOLKLOR Û JÎYANA ROJANE

Li Muksê Folklor û Jiyan 1911 yazının sonunda İ.A. Orbelli, Petersburg Bilim Akademisi adına özellikle Ermenilerin dil, kültür ve sanatlarını araştırmak ve kiliselerdeki elyazması kitapları ile ilgili malumat toplamak amacıyla Van’a gelir. Van’a gelince, Mükis bölgesine de gitmek ister. Mükse gidişi üzerinde derin bir etki bırakır. Mükis’te Kürt ve Ermeni kültürüyle karşılar ve buradaki kültürün ne kadar zengin olduğunu fark eder. Aynı zamanda meşhur Muhtila Beg’i tanıma fırsatı da bulur. Muhtila Beg de o dönemde Müks’ün yöneticisiydi. ** Di dawiya havîna 1911 an de î.A Orbelî li ser navê akademiya zanyarî ya peterburgê hatiye wîlayeta Wanê ku bi taybetî li ser çand, huner û zimanê Ermeniyan lêkolînê bike û derbarê pirtûkên destnivîs ên dêran da melûmatan berhev bike. Dema hatîye Wanê, xwestiye ku here herêma Muksê jî. Lê çûyina wî ya Muksê tesîreke mezin li ser wî kiriye. Li Muksê rastî çand û hunera Ermenî û Kurdan hatiye, dîtiye ku çandeke dewlemend li wir heye. Herwisa derfet dîtiye ku Muhtila Begê navdar jî nas bike. Muhtila Beg jî wê demê rêveberê Muksê bûye... ** Ev pirtûka cara pêşîn di sala 1982an de li Moskovayê bi rûsî hatîye weşandin. Qasî nêzkaya sî salan şunda vê carê bi kurdîyeke zelal dighêje destê xwendevanan. Pirtûk ji aliyê Têmûrê Xelîl de hatiye wergerandin. Orbelî tam berî sed salî, di sala 1911an de ser Wanê re çûye vî bajarokê bi navê Muks, li wir bi mehan maye, gelek lêkolînên fîlolojîk pêk anîne. Beşeke van lêkolînan bûye mijara vê pirtûka ko di destê we xwendevanan de ye. Çawa em dibînin pirtûk sed sal piştî vê gera Orbelî (1911-2011) ronahî dibîne û tê weşandin. Du dem, du bûyerên dîrokî ko li hev diqelibin û li rastî hev tên! Ev pirtûk yek ji wan berhemên Orbelî ne ko bi postum (piştî mirina wî) tên weşandin. Orbelî di vê xebata xwe de bi hin wêneyên xweşik bi hûralî Muksê dide nasîn. Mirov di pirtûkê de rastî gelek encamên folklorîk, ziman, edebî, etnografîk û dîrokê tê. Di pirtûka “Li Muksê Folklor û Jîyana Rojane” de Orbelî her wisa jî zanyariyên kurt di derbarê xweyê mala ko lê bûye mêvan, Muhtila Begê pêşkêş dike. Di wan salan de Muhtila Beg serekê Muksê bûye, kesekî zane, mirovhez û navdar bûye. Çawa tê zanîn Muhtila Beg wek mîmarê başbûna têkiliyên kurd û ermenî hatiye nasîn, di salên qira ermenîyan de, wî hemû hêza xwe ji vî gelê bêguneh re hembez vekiriye! Ev pirtûka bi navê “Li Muksê Folklor û Jîyana Rojane” ne tenê ji bo dîroka Muksê, her wisa jî ji bo dîroka bajarê Wanê û Welatê Serhedê çavkaniyeke bêhempa ye. Edîtoriya vê xebata hêja lêkolerê ko ji eynî deverê, ji Muksê tê, birêz Sînan Hakan hildaye ser milên xwe. Ji pirtûkê re him pêşgotinek nivîsiye, him jî bi alîkariya gelek jêrenotan mijara pirtûkê ronî û dewlemend kiriye. Pirtûk bi paşgotina kurdnasa navdar (kurdolog) M.B. Rudenko diqede ko tê de bala me dikşîne mezinahiya Î.A. Orbelî û lêkolînên wî. Çawa tê zanîn M.B. Rudenko xwendekara Î.A. Orbelî bûye. Bi daxwaz û pêşneyara Orbelî, vê rûs-banûyê cara yekem Mem û Zîn kiriye mijara xebateke doktorayê. Rudenkoyê navê Ehmedê Xanî di sala 1962an de bi weşana rûsiya vê destanê, li hemû cîhanê da nasandin. M.B. Rudenko di vê paşgotinê de jî dîyar dike wekî Orbelî yek ji wan dildarên vê berhema Ehmedê Xanî bûye. Amadekar û edîtorê pirtûkê Sînan Hakan di cîhekî vê xebatê de her wisa jî cîh daye çend gotinên min ko ez li jêr pêşkêşî xwendevanan dikim. Di pratîkê de yek ji wan encamên amadekirina vê xebata Orbelî ya here balkêş ew bû ko bi saya weşandina kurdîya vê xebatê, sê serhediyan (Sînan Hakan, Têmûrê Xelîl û Rohat Alakom) bi kêfxweşî nasiya xwe dane hev û li ser vê tekstê kar kirin: “Di pirtûkxaneya min de hin pirtûk hene ko hin heval û dostan dîyarî min kirine, yan jî min kirîne, wisa bi salan di pirtûkxaneya min de mane. Yek ji van pirtûkan jî lêkolîneke bi navê “Li Muksê Folklor û Jîyana Rojane”ye ko j aliyê armenolog, rohilatnas û kurdnasê navdar Orbelî de hatiye nivîsîn û piştî mirina wî di sala 1982an de Sovyetê bi zimanê rûsî hatiye weşandin. Kurdekî Sûriyê, heval Kurdox dema di van salan de li Yekitiya Sovyet dixwend, ev pirtûk di sala 1983an de ji min re wek dîyarî şandibû û îmzeya wî hê jî li ser pirûkê ye. Qasî bîst û pênc salan hebû ko hercar dema ez li pirtûkekê digeriyam, ev pirtûka derdikete pêşiya min, min wê dinêrî û wê li min dinêrî. Di nav rûpelê pirtûkê de gelek agahî û zaniyariyên kêrdar û giring di derbarê bajarê Muksê de hebûn. Her wisa jî wan wêneyên reş û sipî ko berî sedsalî li Muksiyê hatibûn kişandin, hêjabûna pirtûkê nîşan dida. Piştî salan vê carê ev pirtûka li ber dilê min hin jî şirîntir bû. Çima? Gotina pêşiyan e: “Her tişt wextê wê heye!” û van gotinan vê carê jî rastiya xwe digot. Di roja 7/4 2009an de di malpereke kurdî de bi navê “Di dîrokê de Miks û mîrên Miksê” nivîseke dirêj hate weşandin ko ji aliyê lêkoler Sînan Hakan de hatibû amade kirin. Sînan Hakan ev çend sal in bi dîroka herêma xwe bi dîroka Muksiyê ve mijûl e, çend lêkolînên balkêş bi tirkî û kurdî weşandine. Di dawiya vê nivîsê de ez rastî navê Muhtila Begê hatim û li wir dihate gotin ko Muhtila Beg yek ji wan begên Muksê yê dawî ye. Tavilê ew pirtûka Orbeli hate bîra min. Min rûpelên pirtûkê qulibandin û li wir ez rastî sûretekî Muhtila Begê hatim. Muhtila Beg digel kome hevkarên xwe dihate xuyan. Piştî vê yekê min ji xwe-xwe re got: ”Xwezila ev sûretê Muhtila Begê jî di nav vê nivîsê de hebûye!” û min bi posteya elektronîk ev sûret bi lez û bez ji wê malpera kurdî re şand û ev sûretê dîrokî, digel vê nivîsa Sînan Hakan hat weşandin. Mirov dikare bêje ko Muhtila Beg piştî sedsalî be jî bi sûret gihiştibû nevîçirk, hemwelatî û dildarên xwe. Piştî vê “hevdudîtina dîrokî”, yek ji wan kesên ji Muksê, Sînan Hakan xwest ko vê pirtûka li ser bajarê xwe bide wergerandin û bi zimanê kurdî biweşîne. Havîna sala 2009an de dema ez çûme welat, min ev pirtûk bi xwe re bir û teslîmî Sînan Hakan kir. Lê Tirkiyê kesekî ko rûsî-kurdî bizanibiya peyda nebû. Di dawiyê de min bi nivîskarê kurd Têmûrê Xelîl re têkilî danî û di nav demeke gelek kurt de wî ev pirtûka hêja wergerande zimanê kurdî. Niha çawa em dibînin wergera pirtûkê temam e. Derketina vê pirtûkê kêfxweşiyeke mezin e! Eger Sînan Hakan ev kara hilneda ser milê xwe, belkî jî wek gelek caran çawa qewimiye, şêniyê bajarê Muksê û ev pirtûka ser Muksê dikaribûn ji hebûna hev bi salan agahdar nebûna! Tenê ez rastî vê pirtûkê nehatim. Her wisa jî di navbera van 25salan de ez gelek caran di çavkaniyan de rastî navê Muhtila Begê jî dihatim. Hemû van agahiyên piçûk mirov dikare bêje ko mirovheziya wî, di xelaskirina ermeniyan de rola wî dikşandine pêş. Muhtila Beg gelek bala min kişand û min dest pê kir di derbarê kesayetiya wî de hin agahî û zanyariyên din berhev kirin. Di dawiyê de bi navê “Kurdê ko herî zêde ermenî xelas kirine!” nivîsek amade kir û berî demekê weşand. Kesayetiya Muhtila Begê piştî vê nivîsê tavilê bala xwendevanan kişand, hevalekî ko ev nivîs xwendibû ji Almanyayê telefon vekir, got xwezila jîyana wî bibûya mijara fîlmekî. Hêvî dikim ko Muhtila Begê rojekê ji rojan bibe mijara fîlmekî dokumenter. Wî, ev yeka ji zû de heq kiriye. Ez bawer dikim ko navê Muhtila Begê û kesayetiya wî di rojên pêş de wê zêdetir wê bên bîr anîn û peyivîn. Çawa em li vir jî dibînin em niha di derbarê dîroka bajarê Muksê de û him jî di derbarê jîyana kesên wek Muhtila Begê de zêdetir xweyê agahî û zanyariyan in. Ez bawer dikim ko piştî weşandina vê pirtûkê, heyranî û dildariya xwendevan û şêniyê Muksê di derbarê dîroka vî bajarê qedîmî de, wê hin jî zêdetir bibe. Ev xebatên bi vî cureyî her wisa jî alîkarîyeke mezin didin ronîkirin û zelalkirina hin pirsên nivîsandina dîroka kurdên Serhedê”.

Prof. Î. A. Orbelî

Prof. Î. A. Orbelî


Navê Kitêbê
LI MIKSÊ FOLKLOR Û JÎYANA ROJANE
Navê Orîjînal
-Li Muksê Folklor û Jîyana Rojane
Nivîskar
Prof. Î. A. Orbelî
Wergêr / Lêkolîner
Têmûrê Xelîl
ISBN
978-605-5402-00-6
Cûre
Lêkolîn
Rûpel
104
Ebat
13,50 x 21,00 (cm)
Ziman
Kurdî
Alfabe
Latînî
Sala Waşanê
2011
Çapa Çendan
1
Berg
İHB Reklam Ajansı