Agahiyên Kitêbê


₺ 18,00
MELA HUSEYNÊ BATEYİ Jiyan, Berhem û Helbestên wî

Mela Huseynê Bateyî Melayê Bateyî di edebiyata Kurdî ya klasîk de piştî Ehmedê Xanî xwedî cihekî muhîm e. Lewra cara pêşîn wî mewlida Hezretî Pêxember bi Kurdî nivîsandiye. Hetanî wê demê kurdan mewlida Erebî ya ku ji hêla Îbnu Hecerê Heytemî ve hatibû nivîsandin di rojbûna pêxember de dixwendin. Piştî ku Melayê Bateyî bi kurdî nivîsand, kurdan êdî mewlida wî xwendin û ev mewlid di medresên Kurdistanê de piştî qedandina Qur’anê bû kitêbek ji kitêbên rêzê ku feqiyan dixwendin. Ev kitêb li ser jiyan, berhem û helbestên Mela Huseynê Bateyî ji hêla amadekarê kitêba Feqiyê Teyran M. Xalid Sadinî ve hatiye amadekirin. Di vê xebata hêja de ji xeynî mewlida wî gelek şiîrên wî jî cih digirin. Bi saya vê xebatê dê haydariya xwendevanên kurd ji klasîkan zêdetir çêbibe û dê dewlemendiya kelepora kurdan baştir bê xuyakirin. Mela Huseynê Bateyî her wekî ji navê wî tê zanîn mela û seyda bûye. Mirovekî oldar, xwedêtirs û zanyar buya. Her wisa mirovek cesur bû bi şece’at bûye. Her wekî di serpêhatiyên li ser wî hatine gotinê de pêwendiya wî û mîran pêwendîyeke payebilind bûye. Ew ’alimek û aqildarekî dîwana mîr bûye. Em vî tiştî jî ji helbestên wî dizanin. Her wekî mewlûda wî helbest û qasîde û methên wî li ser devê xwendavan û zaneyên deverê niha jî ji ber in. alem li ber mewlûda wî dawetîyan dide û di xer û şerên xwe de ve berheme dixwîne. *** Mela Huseynê Bateyî klasik Kürt edebiyatında Ehmedê Xani’den sonra çok önemli bir konuma sahiptir. Çünkü hazreti Peygamberin mevlüdünü ilk defa Kürtçe yazan O’dur. O zamana kadar İbnul Hacer el-Heytemi’nin arapça yazmış olduğu mevlüt okunuyordu Kürtler arasında. Melayê Bateyî onu Kürtçe yazdıktan sonra, Kürtler artık onu okumaya başladılar ve Kürdistan medreselerinde de Kur’an’dan sonra okunan sıra kitaplar arasına girdi. Mela Huseynê Bateyi’nin hayatı, eserleri ve şiirlerinin yer aldığı bu çalışma Feqiyê Teyran’ı da hazırlayan araştırmacı yazar M. Xalid Sadînî tarafından hazırlanmış. Bu değerli çalışmada, mevlüdün yanısıra Melayê Bateyi’nin ele geçen bütün şiirleri de yer alıyor. Bu çalışma sayesinde, Kürt okuyucuları klasik Kürt edebiyatına dair olan bilgilerini zenginleştirecek. Bunun yanında klasik kültür de daha iyi anlaşılacak.

Navê Kitêbê
MELA HUSEYNÊ BATEYİ Jiyan, Berhem û Helbestên wî
Navê Orîjînal
-
Nivîskar
M. Xalid Sadinî
Wergêr / Lêkolîner
M. XALID SADINÎ
ISBN
978-994-4360-66-1
Cûre
Klasîk
Rûpel
240
Ebat
13,50 x 21,00 (cm)
Ziman
Kurdî
Alfabe
Latinî
Sala Waşanê
2013
Çapa Çendan
4
Berg
İHB Reklam Ajansı