Agahiyên Kitêbê


₺ 17,50
Klam û Jin

Dîroka xebatên folklorî gelekî kevn e. Di qirnê navîn de hin zanyar û wêjevanên Awrûpayî dest bi berhevkirina xebatên folklorî kirine. Folklor û çanda devkî du qadên têkilî hev in. Têkiliya çanda devkî û wêjeya devkî, têkiliya wêjeya devkî û ya nivîskî bûye mijara gelek xebatan. Di nava Kurdan de dengbêj, “bîra devkî” ya civakê ne. Her tiştê têkilî jiyanê, di nava vê bîrê de ye. Dengbêjan bi berhemên xwe, bandoreke mezin li ser wêjeya nivîskî kirine. Pêşketinên civakê, têkiliya navbera folklor û hin dîsîplînên din yên wekî dîrok, zimanzanî, erdnîgarî, wêje û mirovnasiyê eşkere kiriye. Dîroka xebatên bi navê folklorê digihîje sed û şêst û şeş sal berê. Cara yekemîn, W. J. Thoms, di sala 1846an de bi navê “folklor”ê gotarek nivîsandiye. Jê pêve li gelek welatên cuda, bi navê folklorê gelek xebat hatine kirin. Kurdan jî ji nîveka sedsala XIXan û şûnde dest bi berhevkirina berhemên folklorî kirine. Wekî her gelên dinyayê, di nava gelê Kurd de jî di afirandin û domandina folklorê de jinan roleke sereke lîstine. Jinan di her beşa folklorê de peywireke girîng hildane ser milê xwe û ew bar bi serbilindî û serfirazî gihandine roja îro. Jinan hebûna xwe spartine kilaman û hemû hest, raman, êş û taybetiyên xwe yên cinsî bi kilamkî strane. Statûya jina Kurd ya di nava malê û civatê de hêjayî xebateke berfireh e. Lê ji ber ku statûya jinan jî di nav kilaman cih girtiye di vê xebatê de wekî destpêkekê beşek ji bo vê mijarê hatiye veqetandin. Ji ber ku bingeha xebata me li ser kilaman hatiye avakirin, me jî bi awayekî berfireh rola jinê, statûya wê ya di deng û kilamên Kurdî de nirxandiye. Jin carinan bûye kirdeya stranê, carinan jî bûye biresera stranê. Gelek aliyên jinê, li gor armanca vê xebatê, bûne mijara lêkolînê. Lê hevpariya hemûyan jî yek e, ew jî jin e. Ji ber ku derfetên tezê rê nadin, me stranên ku jê sûd hatiye wergirtin hemû yekser negirtin nav vê xebatê. Lêbelê me wekî nimûne, hin beşên stranan di nava xebatê de bi cih kirine. Wekî ku li jor jî hatiye qalkirin, ne guncav e ku hemû kilam û naverok wekî hev bin. Ev xebat di riya xebatên folklorî de tenê gaveke biçûk e. Tu angaşta (îddîa) vê tezê ku nasnameya jina Kurd ya di nava kilamên dengbêjan de, ji her aliyî ve, derxe holê nîne. Lêbelê em bawer in ku ev xebat wê derbarê jina Kurd de hin ramanan derîne holê. Li gor çarçoveya xebatê piraniya stranên ku hatine hilbijartin, kilam û stranên evînê ne. Ji ber ku di bikaranîna van herdu peyvan de nîqaşên cihêreng hene, di nava xebatê de peyvên “stran” û “kilam”ê carinan li dewsa hevdu hatine bikaranîn. Hinek beşên civakê herduyan wekî hev bi kar tînin, hinek jî li gor hin taybetmendiyan wana polîn dikin. Dengbêjên wekî Eliyê Qerecdaxî, Seyitxanê Boyaxçî, lêkolînerên wekî Ahmed Aras ji berhemên ku bê amûr têne pêşkêşkirin re “kilam”, berhemên ku bi amûrê re têne pêşkêşkirin re jî “stran” dibêjin. Lêbelê hin dengbêjên wekî Dengbêj Zekî û Dengbêj Ûsivê Boronekî jî dibêjin ku di navbera “kilam” û “stran”ê de tu ciyawazî nîne. Me jî ji ber van nîqaşan ew mesele ji pisporên muzîkê re hişt û tu ciyawazî nexist navbera herduyan. Lewma jî heke kêmasiyên me hebin -teqez dê hebin- em vê yekê ji mêj ve dipejirînin û lêborîna xwe dixwazin. Jin di jiyanê de hevparê mêran in. Ji dema civakên kevnare heta îro, jin her di rojevê de mane. Geh bûne şirîkê şahî û bextewariyan, geh bûne sedema kuştin û mirinan. Geh bûne kaniya kul û derdan, geh jî bi xwe di nava kul û xeman de mane. Ji destpêka jiyana zarokekî heta ketina binê axê di her gava jiyanê de şopa jinan heye. Jin her gav bûye berdevkê hest û ramanên cuda. Di nava jiyana civakî de her çiqas bandora wê hebe jî, wê bi xwe jî êşên mezin kişandine. Carinan keniya be jî pirî caran giriyaye. Bi pey dilketiyê bêbext giriyaye, bi pey zarokê xwe yê ku çûye şer giriyaye, bi pey mêrê xwe yê ku dev jê berdaye giriyaye, li ser qedera xwe ya bêbext giriyaye, li ser bêkesî û bêwariya xwe giriyaye, her giriyaye. Di nav hemû şert û mercên xirab de, di destê wê de tenê dengê wê maye. Wê jî her kilam gotiye. Xela hatiye, jinê kilam gotiye, şer hatiye jinê kilam gotiye, bûk hatiye jinê kilam gotiye, zarok hejandiye kilam gotiye. Ne tenê pirsgirêkên xwe, her weha pirsgirêkên civaka xwe jî vegotine. Bûye reng û dengê civaka xwe. Lewma jî nasnameya jinê di nava kilaman de bi cih bûye. Bi demê re jin û kilam bûne yek. Armanca vê xebatê ew e ku bi alîkariya kilamên dengbêjan em derbarê rola jinan û rewşa wan a di nava civaka Kurd de bigihêjin hin agahiyan. Bi alîkariya stranên Kurdî-kurmancî statûya jinan ya di nava pêvajoya dîrokê de derxin holê. Rih û hestên mirovan herî xweş di stranan de diyar dibin. Bi vê xebatê, kêm be jî, emê hestên jinê yên di rewşên cuda de nas bikin. Ev xebat wê derfetê bide me ku em dinyayê bi çavê jinan, bi hestiyariya jinan careke din bibinin. Evîn, şer, hezkirin û bext têne çi wateyê, jinan jiyan çawa hûnandiye, emê bi riya kilaman bibînin. Heta ku ji me hat me rewşên jiyanê yên heyî, di çarçoveya kilaman de nirxandin. Yek ji armancên vê xebatê, zelalkirina hestên mêran yên derbarê evîn û hezkirina jinan e. Bi vê xebatê, kêm be jî, li gor mêrê Kurd pîvanên xweşikiya jinê û evînê wê derkeve holê. Ev xebat, xebateke folklorî ye. Lê hemû folklorê nahewîne. Di nava folklora Kurdî de muzîk, di nava muzîkê de jî bi kilamên dengbêjan ên derbarê jinan sînorkirî ye. Bi taybetî stran û kilamên dengbêjiyê yên evînê mijara xebatê ne. Lêbelê tenê hin kilamên ku li ser mijarên cihê hatine gotin jî hatine bikaranîn. Ji ber ku di nav kilaman de jî gelek cure hene, kilamên ku me hilbijartine, piraniya wan bê amûr, yan jî bi amûrekê tenê hatine gotin. Her wekî ku tê zanîn zimanê Kurdî ji pênc zaravayan û dehan devokan pêk tê. Xebata me, wê li ser stranên ku bi zaravayê kurmancî hatine gotin be. Lê ji ber ku heta îro bi dehan, bi sedan dengbêjên Kurd bi kurmancî strane, hunerên xwe pêşkêş kirine û hejmara wan naye hesibandin em nikarin qala hemû dengbêjên kurmancan û hemû stranên wan bikin. Gihaştina hin agahiyên derbarê folklora Kurdî û bikaranîna zimanê Kurdî di nava hunera muzîkê jî di nava armancên vê xebatê de ne. Têkiliya di navbera hunera dengbêjiyê û jina Kurd de wê eşkere bibe. Kevneşopiyên Kurdan dê derkevin holê. Emê dewlemendiya ziman û çanda Kurdî, bi xêra kilaman careke din bibînin. Di vê xebatê de armanca me ya sereke, di stranên Kurdî de derxistina motîfên jinan e. Di vê xebatê de polîna dengbêjan bi tu awayî nehatiye kirin. Nîqaşên li ser dengbêjan û pîvanên dengbêjiyê hê jî didomin. Lewma jî dibe ku hin kes dengbêjiya hunermendên din rexne bikin. Di amadekirina vê xebatê de me bi dehan dengbêj û bi sedan kilamên wan guhdarî kir. Di nava wan de dengbêjên jin mixabin kêm bûn. Lewma jî di nava mînakên ku me jê sûd wergirtine de jî dengbêjên jin kêm in. Di berhevkirina stranan de zêde astengî derneketin pêşiya me. Heta ku ji me hat, me hewl da ku em xwe bigihînin orîjînalên wan. Lêbelê ji ber ku gelek band bi awayekî amatorî hatine dagirtin, dibe ku hin kilam kêm, yan jî xelet hatibin fêmkirin. Heya ku ji me hat di vê xebatê de me serî li ramanên pispor û kesên ku xwe nêzikî vê mijarê dibînin, da. Me bi gelek dengbêjan re hevpeyvîn çêkir. Ji bilî kilamên li ser sêlik û bandan, ji amûrên dîjîtal, amûrên wekî e-pirtûk, e-kovar, malper, e-rojname jî sûd hatiye wergirtin. Wekî çavkaniyên nivîskî, ji pirtûk, kovar, gotar, tez û rojnameyan sûd hate wergirtin. Di pêvajoya vê xebatê de, navê çar dengbêjan zêde derket pêş. Her yek ji wan bi serê xwe hêjayî lêkolînê ne. Yek ji wan Huseynê Farî (? - 2000) ye. Farî, gundekî nêzikî Diyarbekirê ye. Huseynê Farî, bi zimanekî zelal û herikbar, bi taybetî di kilamên evînî de şareza ye. Yek jê dengbêjê herêma Mêrdînê yê navdar Miradê Kinê (1941-1984) ye. Miradê Kinê, bi teşe û naveroka kilamên xwe, tevî ribaba xwe di herêmê de bûye ekoleke dengbêjiyê. Îro li Nisêbînê, li ber Ava Spî, bi dehan peyrewên wî hene. Yekî din jî, dengbêjê herêma Serhedê yê bi nav û deng Şakiro (1939 - 1996) ye. Şakiro, bi eslê xwe ji Agiriyê ye, lê gelek kes ji Erziromê dizanin. Lêbelê li gelek bajar û gundên Serhedê geriyaye, li Îzmîrê jî wefat kiriye. Li herêma Serhedê piştî Evdalê Zeynikê û Resoyê Gopala navê Şakiro tê. Navê dawîn Karapetê Xaço (1902-2005) ye. Xaço, li herêma Xerzan (Batman) ji dayik bûye. 25 salên jiyana wî yên pêşî li herêma Xerzan, 15 salên wî li Sûriyê (wek leşkerê Frensiyan), salên mayî jî li Ermenistanê derbas bûne. Bi eslê xwe Ermenî ye. Lêbelê nav û dengê wî bi kilamên Kurdî, ku di Radyoya Yêrêwanê de gotine, belav bûye. Aliyê herî dijwar yê xebatên folklora devkî deşîfrekirina kilaman e. Hinek kilam berê ji aliyê hin kesan ve hatibûn deşîfrekirin û di kovar, rojname, malper û pirtûkan de hatibûn çapkirin. Me ev kilam tevî çavkaniyên wan nîşan dan. Hin kilam jî, piştî ku bi dehan caran hatin guhdarîkirin ji aliyê me ve hatin deşîfrekirin. Lêbelê, ji ber taybetmendiyên devokan û derfetên dagirtinê, dibe ku hin peyv yan jî gotin kêm yan jî xelet hatibin fêmkirin û nivîsandin. Ev yek jî gumana şîroveyên şaş bi xwe re tîne. Wekî ku me li jor jî gotibû, ji ber ku berê di destê dengbêjan de şert û mercên dagirtina şirît û sêlikên orîjînal kêm bûne, dengbêjan bandên xwe bi amatorî, hinek jê jî ji bo xatirê hin kesan, dagirtine. Paşê dildarên muzîkê bant ji ber hev zêde kirine. Di salên dawî de, bi pêşketina derfetên teknîkî, dildarên Kurdî beşeke mezin ji van kilaman avêtine ser kompîturê. Me jî arşîva xwe ya heyî, bi kilamên li ser malperên înternetê û arşîvên hezkiriyên muzîka Kurdî dewlemendtir kir.

Navê Kitêbê
Klam û Jin
Navê Orîjînal
-
Nivîskar
Tekin Çifçi
Wergêr / Lêkolîner
Tekin Çifçi
ISBN
978-6055-053-27-7
Cûre
Kurdolojî
Rûpel
208
Ebat
13,50 x 21,00 (cm)
Ziman
Kurdî
Alfabe
Latînî
Sala Waşanê
2014
Çapa Çendan
1
Berg
Karton