Agahiyên Kitêbê


₺ 25,00
Xutbeyên Îbnu Nebate

Îbnu Nebate 946 yılında Diyarbakırın ‘Meyafarqîn’ bugünkü Silvan ilçesinde dünyaya gelir. Ulemanın icmaı ile edep, ahlak ve belağata eşine az rastlanır hutbeler vermiş. Rivayet edilirki İmam Gazali ibnu Nebate’nin hutbelerini irad etmiş. İmam Zehebi onun hakkında ‘fesih ve beliğ bir dil sahibi olmakla beraber nasihat ve hutbeleri çok faydalı ve güzel bir alimdir’ demiş. İbnu Nebate bir rüyasında: Hz. Peygamber (a.s.m.) kendisine sahabelerinin yanında ‘merheba sana ey -xetîbul-xuteba- hatiplerin hatibi’ diye seslendiğini ve okuduğum hutbe sonunda da bana ‘Çok güzel söyledin yanıma yaklaş’ deyip yüzümü tuttu ve öptü. Sonra mübarek tükürüğü ile ağzıma mesh etti ve ‘Allah sana tevfik etsin’ dediğini söyler. İmamı Kindi der ki : Bu rüyadan sonra Îbnu Nebate’nin yüzü nur halesi gibi olmuş çokça güzellik kesbetmişti. Ayrıca rüyasından sonra üç gün boyunca ne yemek yedi nede birşey içti. Zatan hiçbir şeye iştahı da yoktu. Ağzı misk gibi kokuyordu. Îbnu Nebate bu rüyasını halka anlattığında: Resûlullah (a.s.m.) bana ‘xetîbul-xuteba’ isimini vermiş diyerek gururlanırmış. Mela Mıhemed Ferîd Geçit tarafından Arapçadan Kürtçeye tercüme edilen ve Nûbihar yayınevimiz tarafından arapça ve latince harfler ile karşılıklı olarak yayınlanan bu eser günümüz insanlarının istifadesine sunulmuştur . Xebata me ya li ser xutbeyê bi vî şiklî bûye: 1. Di xutbeya Îbnu Nebate da ew qismê ku “Eyyuhen-Nas!” Bi tenê hatiye tercumekirin bal zimanê Kurdî. 2. Di serê her xutbeyê da ayet û hedîseka munasibê meqam hatiye zêdekirin. 3. Ew hedîsên ku di dawiya xutbeyan da ne, hatine texrîckirin. 4. Navê mehên qemerî û mehên heram û roj û şevên mubarek hatine zêdekirin. 5. Metnê xutbeya yekemîn û duyemîn hatiye zêdekirin. 6. Fezîleta roja cum‘eyê, wacibbûna nimêja cum‘eyê, erkan û şert û sunnetên nimêja cum‘eyê û yên herdu xutbeyan hatine zêdekirin. 7. Nav û neseb û wiladet û wefata Îbnu Nebate bi kurtî hatiye zêdekirin. Gelî xwendevanên hêja! Ev kitaba xutbeyan ya Şeyx ‘Ebdurrehîm kurê Muhemmed kurê Îsma‘îl, ewê ku bi Îbnu Nebate meşhûr e (r.) kitabek gelek hêja ye. Me bi vê nezanbûna xwe xwest ku ji bo em xwedanxêr bibin tercemekirina ew qismê ku we‘z û nesîhet e; ewê ku bi “Eyyuhen-nas!” hatiye destpêkirin bal zimanê Kurdî. Lêbelê em layîq nînin. Lewra xeta û qusûrê me pir zehf in.Em umîd dikin ku seyda û ‘alimên me yên qenc bi celebek baştir û rasttir çêbikin. Lê dîsa em hêvîdar in ji Xweda te‘ala, ku vê xebata me ya zeîf ji terefê xwe da bi ixlas û ji bo wechê xwe yê kerîm qebûl bike. Û bigerîne di deftera ‘emelê me yê xêrat û hesenata. Navê wî û neseba wî Navê wî Ebû Yehya ‘Ebdurrehîm kurê Muhemmed kurê Îsma‘îl kurê Nebate ye. Ji bo ku neseba wî ji qebîla Huzaqiyan e ji wî ra “el- Huzaqî” tê gotin. Û ji bo ku li “Meyafarqîn”ê (Silîvan ê) welidiye, ji wî ra “el-Fariqî” tê gotin. Wiladeta wî Îbnu Nebate, di (946ê mîladî) li Meyafarqîna (Silîvan) qezaya Diyarbekirê hatiye dunyayê. Belaxet û fesahet û selaha dînê wî Îbnu Nebate di ‘ulûmê edeb û exlaq û belaxetê da îmamekî pir mezin bû. ‘Ulemayan icma‘ kirine ku tu xutbe mislê xutbeyên wî nehatine çêkirin. Îbnu Nebate di zartiya xwe da ji sedî zêdetir we‘z û xutbeyên Hz. ‘Elî hifz kiribû. Ji xutbeyên wî, tê zanîn ku ew îmamekî pir ‘alim û belîx û fesîh û xweyê exlaq û tebî‘etekî pir baş bû. Hatiye rîwayetkirin ku Îmamê “Xezalî” bi xutbeyê Îbnu Nebate xutbe dixwandin. Îmamê “Zehebî” di heqê wî da wiha gotiye: Îbnu Nebate ‘alimek fesîh û belîx û sahibê we‘z û nesîhet û xutbeyên pir qenc û fayde bû. Li Helebê di qesra Seyfud-dewle ‘Elî kurê ‘Ebdullah emîrê dewleta Hemdaniyan da (303-357ê hicrî) û (915-967ê mîladî) wezîfeya wa‘iztî û xetîbtiyê kiriye. Şêx Tacuddînê Kindî rîwayet kiriye ku Xetîb Îbnu Nebate gotiye: Zemanê ku min xutbeya “el-Menam” çêkir û roja cum‘eyê xwand, di şeva paş cum‘eyê min di xewnê da dît ku ez li goristana Meyafarqînê (Silîvan) me. Min got gelo ev çi cema‘eteka wisa pir mezin e û zehf e? Mirovekî ji min ra got: Eva “Nebiyyullah” (s.) û eshabê wî jî digel wî ne. Min qesda wî kir ji bo selamê bidimê. Zemanê ku ez nêzîkî bal wî bûm, li aliyê min zivirî û ez dîtim û îşaretî bal qebran kir û ji min ra wiha got: Merheba ji te ra be ya “xetîbê xetîban!” Tu di heqê van da çi dibêjî? Min got: Ew nikarin behsa cihê ku çûne bal bikin Eger bikaribin yê behsê zehf jê bikin Ewan carek ji şerbeta mirinê vexwarine Ewan ji ‘emelê xwe tu zerrek winda nekirine Zeman bi sondeka rast û heq sond xwar Ku wan nezvirîne bal dunyayê tu car Ew Xwedayê ku ew di dunyayê dane xeberdan Ewî îro ev sukût kirin dane wan Ew Xwedayê ku ew ji ‘edema ‘alema xeybê çêkirin Ewî îro ewan bi vî şeklî helak kirin Ew çawa çêkirine yê dîsa wan îcad bike Ew çawa belav kirine yê dîsa cem’ bike Ew roja ku Xwedayê te‘ala ‘alemê bi teze î‘ade bike Yê zalima ji bo agirê cehennemê şewat bike Ew roja ku hûn ê li ser xelqê bibin şahid Ev resûl jî yê li ser we wisa bibe şahid Îbnu Nebate dibêje: Min bi gotina “hûn ê li ser xelqê bibin şahid” îşaretî bal sehaban kir û bi gotina “resûl jî yê li ser we wisa bibe şahid” îşaretî bal Resûlullah (s.) kir. Resûllulah (s.) ji min ra wiha got: Te pir baş got, nêzîkî bal min bibe. Ez nêzîkî bal wî bûm, ewî wechê min girt û paç kir û di devê min da tûk kir û ji min ra wiha got: Xweda tewfîqa te bike. Îbnu Nebate dibêje: Ez ji xewê hişyar bûm û ‘işq û surûreka wisa mezin li min hebû, min nikaribû ku ez wesf bikim û bibêjim. Min ji ehlê xwe ra xewna xwe paşê got. Îmamê Kindî bi rîwayeta xwe dibêje: Xetîb Îbnu Nebate piştî vê xewna xwe sê rojan ma, ne tiştek ji xwarinê dixwar ne jî îştah dikir. Bîna miskê ji devê wî dihat, li pey wê muddetekî hindik li heyatê ma. Zemanê ku Xetîb Îbnu Nebate ji xewa xwe hişyar bû, li ser wechê wî esera nûrê û husna wê pir zêde hebû. Xewna xwe ji bo xelqê wesf dikir û wiha digot: Resûlullah (s.) bi “xetîbul-xuteba” nav li min kiriye. Piştî wê, hejde rojan jiya û ji bo ew tûka mubarek û bereketa wê, tu xwarin û avek nexwar û venexwar û tehm nekir. Wefata wî Xetîb Îbnu Nebate, di sala (374ê hicrî) û (984ê mîladî) ‘umrê wî hê negihîştiye çil salî li Meyafarqînê (Silîvan) wefat kir û li wê medfûn e. Hinekan jî gotiye li Helebê medfûn e. Wezîr Ebulqasimê Mexribî dibêje: Min Xetîb Îbnu Nebate piştî wefata wî di xewnê da dît û min ji wî ra got: Xweda te‘ala bi te ra çawa mu‘amele kir? Ewî got: Xwedayê te‘ala kaxezek da min, di wê da bi du setir bi xetekê sor wiha nivîsî bû: Beriya vê ji bo te emanek hebûn Îro ji te ra du eman çêbûn ‘Efûkirina kesê qenc zêde ne rind e ‘Efûkirina kesê neqenc pir rind e Wezîr Ebulqasim dibêje: Ez ji xew hişyar bûm û min ew beyt tekrar dikirin. Xetîb Îbnu Nebate ji dunyaya me bar kir, çû; emma ji qelbê me neçû. Lewra xutbeyê wî bi dewam wî tînin bîra me. Xweda te‘ala, rehm û kerema xwe li me û li wî bike. Amîn. Xwedayê te‘ala, me ji şefa‘eta Resûlullah (s.) mehrûmneke û me li ser riya ‘ulemayê me yê qenc dernexe û dûr neke. Amîn ya Rebbel‘alemîn.

Navê Kitêbê
Xutbeyên Îbnu Nebate
Navê Orîjînal
-
Nivîskar
Îbnu Nebate
Wergêr / Lêkolîner
Mela Mıhemed Ferid Geçit
ISBN
978-605-5053-84-0
Cûre
Olî
Rûpel
424
Ebat
13,50 x 21,00 (cm)
Ziman
Kurdî
Alfabe
Latînî
Sala Waşanê
2015
Çapa Çendan
1
Berg
Karton