Agahiyên Kitêbê


₺ 15,00
Fablên Kurdî

Di warê fablê de fabla yekem Kelîle û Dîmne ya Beydebayê Hindî, fablên La Fontaine û ji edebiyata Yewnanan fablên Ezop li dunyayê nimûneyên herî navdar in. Ji edebiyata Îslamê ya klasîk jî mesnewiya Ferîduddîn Ettar ya bi navê Mentiqu't-Teyr, mesnewiya Fuzûlî ya bi navê Beng û Bade, mesnewiya Şeyxî ya bi navê Xername çend mînakên girîng in. Fabl di çand û edebiyata Kurdan de jî cihekî pir fireh û girîng digre. Bav û bapîrên me dema ku di civatekê de diaxivîn, bi fablek an jî kurteçîrokekê dest pê dikirin. Mixabin ev fabl, heya roja me zêde nehatine nivîsandin. Nivîskarê evê xebatê ji dapîra xwe, ji şevbihurkan, ji civatên mezinan û ji gundan fablên ku bihîstine bi awayê helbestkî derbasî nivîsê kirine û ev kitêb li kitêbxaneya Kurdî zêde kiriye...

Navê Kitêbê
Fablên Kurdî
Navê Orîjînal
Bi Helbestkî Çîrokên Ajalan Fablên Kurdî
Nivîskar
Misbah Hicri
Wergêr / Lêkolîner
Misbah Hicri
ISBN
9786059413343
Cûre
Edebiyat
Rûpel
116
Ebat
13,50 x 21,00 (cm)
Ziman
Kurdî
Alfabe
Latînî
Sala Waşanê
2018
Çapa Çendan
1
Berg
ihb