Agahiyên Kitêbê


₺ 15,00
EVDALÊ ZEYNIKÊ

EVDALÊ ZEYNIKÊ JI NÛ VE WEŞIYA Û VEJIYA! Evdalê Zeynikê, di war û barê dengbêjiyê de pîr û pêşrew e. Di zargotina kurdî de dengbêjê herî kevnar ku stranên wî gihîştibin heta roja îro Evdalê Zenikê ye. Gelek dengêjên hêja bi rêzê, stranên Evdal wekî gezo ji ser zimanê xwe nexistine û gihandine roja me. Nivîskar û lêkolîner Ahmet Aras di warê çand û dîroka dengbêjî û dengbêjan de pisporekî hêja ye. Ji zûde ye ew di vî war û barî de xebatên xwe didomîne. Ev kitêba wî ya "Şa'irê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê" jî encama wan lêkolînên wî ye. Ev xebata wî 17 sal berê jî hatibû çapkirin. Ji wê demê vir de, wî gelek agahîyên nû yên di derbarê Evdal de û gelek kilamên wî yên nû bi dest xistin. Îcar wî di vê çapa kitêba xwe ya dawîn de, xebatên xwe yên kevn digel yên nû ji nû ve hûnanandiye vejandiye.

Navê Kitêbê
EVDALÊ ZEYNIKÊ
Navê Orîjînal
-
Nivîskar
Ahmet Aras
Wergêr / Lêkolîner
-
ISBN
978-6055-053-42-0
Cûre
Folklor-Biyografî
Rûpel
216
Ebat
13,50 x 21,00 (cm)
Ziman
Kurdî
Alfabe
Latînî
Sala Waşanê
2014
Çapa Çendan
1
Berg
Xelîl Dost