METÎNÊ LÎCÎ
Kulîlkek Venekirî
ez kulîlkek venekirî bûm
dema ku ketim agir
ez kulîlkek venekirî bûm
hê kes min bîhn nekiribû
ez kulîlkek venekirî bûm
bi istiriyên min kes neêþabû
ez kulîlkek venekirî bûm
hêj bilbil bo min nexwendibû
ez kulîlkek venekirî bûm
qet li ber baranê þil jî nebibûm
ez kulîlkek venekirî bûm
dema ku ketim agir
ez kulîlkek venekirî bûm
loma agir jî min neþewitand
ez kulîlkek venekirî bûm
bindestiyê min venekirî çilmisand
Baz!..
DOST ÇIYAYÎ
Tu ê yî mezin bibî
helbet rojekê
piþtî rojekê li
dawiya rojan
mayende...
qencî-xerabî; aderî-binketî
du nasname ên bî/mayî
ji laþekî
dijberî hev û tevlihev/sar ango germ
dê bibine diraxe
li hêviya bijartineke neserbixwe
û rê
ên tî û dirêj
dureh wê bikiþin
ji serê pozê pêlavên
te..!
Rastî, ji du robarên
bi hev re
yek tall û yek þor wê
biherike
þêraniya þetê dilê te
î xas
û baran,
tenê ji bo
tawanbariyê wê bibarin
li pêlên pêdiviyên
bêdawî..!
Bazê min!
li êvara neheqin û
qet jibîr neke;
êvar xapînok in, rojê
carekê
wê ji te veþêrin
ronahiya þevê
xefik û dehfik
derbasok in
dema tu jîr bî
û eger, li kelem û
kemînên þevê
nelikumî,
berbang ne dûr,
stêrkên çavên te bi
xwe ne!..
Berfîn
DOST
ÇIYAYÎ
fieva min roja min
duneçel dihêlê dilê
min
li gerdena wan î
bilind
-ku rê nade her
kerwanî-
çiyayên min...
Di peyareyekê de
li hev suwar
(hustuxar)
bê flop û nîflan
dirizin
û dimînin
pêlavên min!..
Li dû pêjna xezaleke
birîndar
bi lez û bez dema
dibezim
ta bi ta ber ba dibin
porên te
li ber çavên min...
Arek radipere
diperenge dil
li panaveka çol
sirteka kol
-beyaban... bêavî..!-
bêeman
qolîncek ... ji
mêranî de
dixîne
min!..
Dilekî min li Cûdî
di hestiyê Nebî Nûh
de
dialiqe
dadileqe
Wilo nazenîn
wilo hevrêflimî
ev canê min...
Dilê min î din li cem
te
zivistaneka sar
malkambax
malwêran
û
cemed...
Di hêviya te de
dibiflkivim
berfîn!
Merfla Di
Qur’anê da*
Amadekar:
BEHRAM ETMANÎ
Guhdarî ke ey canfîda,
azadî va d’Qur’anê da
Jîn û edalet û xweflî,
heyin e tev d’Qur’anê da
Qur’an e qulpa naqet
e, ew ji me re tek dewlet e
Bê zilm û zor û
zehmet e, azadî va d’Qur’anê da
Ev rêya rast a bê
newal, tê da bibin em tev heval
Hev ra bighêjin em
kemal, arzûyên me d’Qur’anê da
Qur’an ji me ra hedya
Xweda, ji dil bikin pê îqtîda
Nûr û seadet û huda,
heqqaniyet d’Qur’anê da
Tê da tune ava genî,
herrî û dûman û tenî
Ronî dide rûy û enî,
nûr û flemal d’Qur’anê da
Hîkmetfeflan û zînde
ye, flefqet û rehmet tê d’heye
Ji Reb ji bo me hedye
ye, armanca me d’Qur’anê da
Pîr nabe can e tim
dijî, sifra wê qet nabe rijî
Her cins mearif tê
tijî, hevrazîçûn d’Qur’anê da
Eyûbiyan te dî çi
reng, zelîl kirin cumle fireng
Berdane dunya nav û
deng, wan dî fleref d’Qur’anê da
Kalê te ne yeqîn
bizan, fexrê bike hertim bi wan
Bavêje ser rêçika wan,
wan dîbû rê d’Qur’anê da
Selaheddîn betlê
Hetîn, Ewrûpiyan tev lê civîn
Ser poz ketin tev da
revîn, ew dî zefer d’Qur’anê da
Merwaniyan li Amedê,
zeft kirin cumle Serhedê
Tarîxa wan tu guh
bidê, wan dî hukum d’Qur’anê da
Xîlafeta Ebbasiyan,
mabû bi wan li ser piyan
Ger te divê van
cundiyan, rêya te va d’Quranê da.
Suleymanê Samaniyan,
girtin welat û xwefliyan
Rêhêd heyatê zaniyan,
yekîtî dîn d’Qur’anê da
Ne mexlûbê Îraniyan,
ne mehkûmê Osmaniyan
Jorê kemalê va giyan,
hevrazî dîn d’Qur’anê da
Seydayê Nursî yê
kebîr, Melayê Kurdî yê flehîr
Rabû ji vî qewmê
feqîr, ewsafê wî d’Qur’anê da
Ew ji me ra fexra
zeman, bipesine bi wî heman
Heq meslega wî
bêguman, dîtiye wî d’Qur’anê da
Dermanê flêniya welat,
nutqê di wî Munazerat
Bigrin li dora wî
civat, derman diye d’Qur’anê da
Ji dil bizan me
milliyet, rûhê wî ye Îslamiyet
Ew e ji me ra veke
bext, yekbûna me d’Qur’anê da
Hemiyeta millî çi
xwefl, bostanekî têr av û gefl
Lakin di nav erkanê
flefl îmaniyê d’Qur’anê da
Îslam ji bo me merkez
e, tê de biger bibeze
Tê de tijî ber û rez
e, rêya hêsa d’Qur’anê da
Çep û rastî bê
feyde ye, ne milyeta qewmê te ye
Dîn û serî tê
fidye ye, jîn û xweflî di Quranê da
Sosyalîstî nabe
j’te ra, qominîstî jehr e j’we ra
Tev dijmin in ji
qewmê te ra, kufr in evan d‘Qur’anê da
Munkirê Markîsê
leîn, deccalê kafirê Lenîn
Mao serê Yecuc û
Çîn, van e xeber di Qur’anê da
Biqewirîne van
gawiran, van xinzîr û se û guran
Nîn in ji te’r
dost û biran, Milletê te di Qur’anê da.
* Ev helbesta ji hêla flefl melayan ve hatiye nivîsandin. Ji wan flefl melayan, yên ku em navê wan dizanin: Mela Zahid, Mela Mihemed Salih û Mela Mihemed e.
Bihar
Mahfuz Yildiz
Ji tîpên erebî: Hasan Karaoðlu
Subhan ji fle’na te Xuda, ew luft û îhsana te da
Rahmet li me te kir heda, dîsa bi xêr hate bihar
Hate li me wextê gulan, efxan û dengê bilbilan
Bûn melhemê qelb û dilan, dîsa bi xêr hate bihar
Fezla bihara cennetê, xwefl xwefl li zozanê me tê
Ewlem yere fî ziynete, dîsa bi xêr hate bihar
Bihar dikana rezî ye, bejna letîf û nazî ye
Teyran hewar û gazî ye, dîsa bi xêr hate bihar
Ewan teyran awaz awaz, hevgel dibûn ew summe gaz
Lewra quling tine bi naz, dîsa bi xêr hate bihar
Ewan teyran awaz digot, flalûl û bilbil bûne cot
Evan li me keyfê firot, dîsa bi xêr hate bihar
Ji ewel wetê leyleg e, ya reb flukur hemden leke
Summe quling û werdek e, dîsa bi xêr hate bihar
Dubeytî
BABA TAHIRÊ URYAN
Ji lorî: Sabah Kara
Xema eflqa te j'zayînê b'min re ye
Ez wê ne ji mamostekî hîn bûme
Ez dilflad im ji hemû van xemê te
Dilêm bi xerabûnê ava bûye
Heta ku tê bîra min hemû umr de
Bi nalîn û fîxan im ji hicra te
Rojeke fladiyê nayê bîra min
Her û her nefladî bîra min de ye
Ji xeynî te dîger yara min nîn e
Bi exyar re serûkarê min nîn e
Hemû îhtiyacê min li cem te ne
Li ti dikana din îflê min nîn e
Were ey ruwêt bax û bihara min
Xeyala te flevan de arama min
Xwedê zane ku di dunya fanî de
Ji xeynî eflqa te nîn e karê min
Ji bextê bedêm hezar endîfle ne
Qedehê de hertim jehra xem heye
Ji bextê bed û gerîna felekê
Min her fîhan û ax û zarî hene
Ji eflqa te ez agir de dinalim
Nav agir de sotîne dil û canim
Seyê te ger pêl çavê min bikê
Ez ê b'mûjganan rê l'ber paqij bikim
Were were ez çavê te bibînim
Gul û simbil ji çavê te biçinim
Tu her flewxa min bûyî sal û mehan
Nebû ku ez bi te re rokê rûnim
Îlahî agirê eflqê li can xe
Alavê agirêm li hestiyan xe
Wek mûmkê min bisîtîne bi eflqê
Wekperwanê mih li agirê can xe
Bê te gulflen çavê min de kulxan e
Bi te kulxan çavê min de gulflen e
Gulam tu, gulgûnam tu, gulflenam tu
Ku bi te mirî ji tirbê radibe
Ku tê bîra min mazî û roja bê
Histêr ji çavêm bi xwe diherikê
Ez ji wê ditirsim li vê dewranê
Ku umrê min xerîbiyê de biçê
Xwefl e ew seet ku yar ji derî bê
fieva hicran û roja xem biqedê
Ez ji dil derxînim cinê xwe b'sed flewq
Û bêjim “canan dê l'cihê te rûnê”
.
Ku serî datînim ser balgih bê te
Hestiyê min weku neyê dinale
Ji hicran di dewsa histêrê çavan
Ji mûjgan çirûskê agir dibare
Eman ji stêrka perîflana min
Fîxan ji vî bextê malwêranê min
Felek dest ji vê kîna xwe bernade
Xwîn diherike j'dilê xemdarê min
Ezîzan mewsîma cofl bihar e
Çemen sebz e û sehra halezar e
Vê mewsîmê demek firset xenîmet
Ku dunyaya rezîl, bê î'tîbar e
Xemêm bêhed û derdêm bêjimar e
Nîn e çare û derman ji derda re
Îlahî, flîretvanê min nizane
Ku feryadê dilêm bêîxtiyar e
Serê serkêflê min re aram nîn e
Dilê xwînînê min re derman nîn e
Min dilê xwe daye bi yeke kafir
Ku wê bi ti dînî qe îman nîn e
Îlahî sotina eflq sotîtir ke
Dilê flerhe ji derdan flerhetir ke
Ji vê xemê eger demkê xelas bim
Bi canê min sed hezar zêdetir ke
Serêm balîf, tenêm re dofleg nîn e
Jibil xema te min ti tifltî nîn e
Kesê bê te serî deynê ser balîf
Îlahî serî ji balîf hilneyne
Ji her sotîdilekî nalîn nayê
Li her cihî gul û lale flîn nayê
Nesotîdil çi zanê halê sotî
Ji gepên roniyêt alem ronî ye
Dilê alem jieflqa te xwînî ye
Halê felekê hertim weha bûye
Ku her tiflt çav bi hêla roniyê ye
Xema eflqa te j'gêncê bihatir e
Wîsala te j'umrê cawîd cêtir e
Parçek axa diyarê te bi rastî
Reb zane ku j'kewn û mekan çêtir e
Sedaya nobedaran pir kêmtir tê
Dengê ......... bi hêla guh tê
Heval yeo yeko diçin nobetê
Wey bi wê rojê ku nobeta te bê
Çi xwefl ku mehrebanî hertim hebe
Ku yekser mehrebanî derdê ser be
Eger coflîna dilê mecnûn hebe
Dilê Leyla ji yê wî coflîntir e
Ji dstê eflqê herflev halêm ev e
Doflega min erd, û balîf kevir e
Ez dilxwefl im, lewra ji te hez dikim
Ê ku j'te hez bikê halê wî ev e
Eger cihê te li çerxa çarîn be
Gurê mirinê dê tim di kemîn be
Eger sed sal li dunyayê bimînî
Dê menzîla te dawî bin zemîn be
Ji goristanê buhurîm sibehê
Min bîhîst nalîn û fîxan û ahê
Min bihîst kellek ji axê re digot
Ku “dunya ne hêja ye b'gemflek axê”
Her kesê ku mal û milkê wî pir e
Dilê wî j'derdê dunyê xwînîntir e
Eger weku Xusrewan tac lixwekê
Cardin jî di canê wî de neflter e
Ezîzan, ji xem û derd û cudayî
Di çavê min de nemaye ronahî
Girîftar im bi dafa xurbet û derd
Ne yar û hemdemek, ne aflînayî
Dilê fla j'dilê zarî bêxeber e
Kesê xwefl ji yê nexwefl bêxeber e
Ne teqîsra te ye, ev adet kevn e
Ku yê azad, ji girtî bêxeber e
Para kesî nebe derdê dilê min
Ku gelek in xemê bêhasilê min
Kes heba j'xem û derdêm xeber bidê
Ku wî jî muflkil heba weku ê min
Bila mirin bi kama dilberam be
Ew peyvê xwefl ên wê tacê serêm be
Eger flah bexfl bikê milkê fiîrazê
Çêtir ew e ku yar li kêlekam be
Ji dil dernakeve eflqa ruwê te
Herkesî re nayê gotin derdê te
Welakîn sotîna eflq û muhebbet
Nayê veflartin di nava xelkê de
Tu ku tava bilind û dilruba yî
Wesa bêrehm û kevirdil çima yî
Pêflî ewqas zêde eflq û muhebbet
Lê talî, heta dawî bêfayî
Nebû rojek min bêgirîn û ahî
fievan hiflyarî û efxan û zarî
Bi minê sotîdil her dûr û nêzîk
Tu ji kevirdilbûnê bêperwa yî
Çîroka Hezarsale
REMEZAN ALAN
ji hebûnekê
revî ew rawî
xwe bi
tunebûyekê ve girêda
bi sêvan ve
çû giyagezokan ve hat
lê çarenûsa
nêçîrê neguhart
bû teyîsiyê
hespan...
li meydana flêwra
xwe kirin
kevnikên
kevnare
neh xwe li
ser deh xist
ji rastiyê re
bû çol roj
pîrhevok
heram kirin rêyan...
kenîn li ber
eynên xayîn
û hesidîn ji
nevisiyên xwe dêmar
flîret ciyê
çûn nehatinê da nîflan
baxçe tev
bûne qoç
vebû devê flikeft
û bîran...
janan pel da
li wê daristana benavî
serê kaniyan
girt ejdehan
melkemot xwe
flanî qîzên bakire kir
keser mala
gewriyan peritand
qul bû asika
serhildanan...
dû re ritubet
kurmî kir birînan
tama rizîtiyê
li poz guvirî
mar xwehr çû
kunê
bû çar birr
kerî
flivanxapênok
destebiratiya guran kirin...
dem borîn di
devê saetan de çûn
rêberiya
derewan kir pênûs
keçelok ji
xwe nekerixîn
gotin di devê
wan de bû lêpok
û azadî ji sedsaleka dî re ma
JI WELATÊ SIRGUN PAYTEXTÊ PAYTEXTAN RE
SEZAÎ KARAKOÇ
Werger: AZAD ÎBRAHÝM
Pêþî ez ji dilê te sirgun bûm
Ji aliyekî de hemû sirgunên min berdewamên vê
sirgunê ne
Li dervayê hemû merasîman, þayiyan, ayînan, cejnan
Hatme ba te, hatme xwe bavêjim lingên te
Hatme efûxwestinê, ku ne layiqê efê bim jî
Dirêj neke sirguna min a dunyê
Rojê ji biharê diqetîne
Evînê ji vê herî naçariyê diqetînê
Mîna ewrekî xwe
Belav dike dilê min
Ah! Dirêj meke sirguna min a dunyê
Çendî westa me, ne ji solê min
Ji lingên min xuya ye
Lembe xarin
Eynik melkemot
Dem dawî xeyalê hespê þewisî
Mal ne mîras, xeyaleta mîras e
Ey a dilê min anî dunyayê
Mezin kirî mêjandî
Ji perê teyran
Û þîrê teyran
Di þev û rojan de
Ji însaniyetê re mîna abîde bilind kirî
Delal
Delaltirîn
Ey Delal
Dirêj neke sirguna mina dunyê
A di hemû þiîran de dibêjim tu yî
Ku min got Sûna tu yî, min got Leyla tu yî
Seba te veþêrim ji dîmenên Salome û yên Belqis
min feyde girt
Vala bû xebata mina veþartinê welê tu eþkere ye
xuya ye
Balinde difirin seba teqlîda dilê te
Ji destên te berhev dike bihar kulîlkên xwe
Derya ji çavên te distîne xebera bêdawîtiyê
Ey nermtira dilan tewr kûr î
Delal
Delaltirîn
Ey Delal
Dirêj neke sirguna min a dunyê
Sal derbas bûn cot þopa nemir berda axê
Rahiþtim stêran tim tu pirsî nîvê þevan de
Qatê serbanan de qatê bodrûman de
Siya te bû lemba þevronîkira min a bê hempa
Di berbangên Qandîliyên qûrþûnî de
Bi te re peyvî mam di bihar û havîna emrekî de
Niha payiza wiya ji niþka ve hatî
Hatme ba te, hatme xwe bavêjim lingên te
Hatme efûxwestinê, ku ne layiqê efê bim jî
Ey Qudûsa nûjen (Meryem)
Ey Misra razê xwe, dilê xwe de digerîne (Zûleyxa)
Ey dilê dilovanê ku nermiyê dide hevrîþim
Delal
Delaltirîn
Ey Delal
Dirêj neke sirguna min a dunyê
Min hilweþîna çiyan dît îstikana Wenûs de
Mîna koleyan hatim firotin bazara bazaran de
Min zerbûna rojê dît dîwarê Qonstantîn de
Bi xeyalên te þewitîm derdora demcaman de
Siya te bû þewq dida û disekinî çavkaniya avjîn de
Di vê dema ramana mirinê ez girtime de
Bi tirsa hesabê nehatine dayîn
Hatme ba te, hatme xwe bavêjim lingên te
Hatme efûxwestinê, ku ne layiqê efê bim jî
Delal
Delaltirîn
Ey Delal
Dirêj neke sirguna min a dunyê
Ji teyrên welatê te çi xeber heye
Ji goran jî bihareke bilind dibe heye
Ji celladê eþqê çi xem madem ku yar heye
Ji tunebûn û hebûnê wêde hebûnek heye
Sûc giþ ne ê min e, nezereke min diþewitîne,
hildiweþîne heye
Bi heweskirina vê stranê gotinên werne gotin hene
Zînhar nebêj qeder e, ser qederê re jî qederek heye
Roj here ava çi dibe, mîmarekî þevê tamîr dike heye
Bi binketinê re serkeftineke ku mezin dibe heye
Seba gihaþtina razê razan li cem te kilîd heye
Di sîneya min de damareke paþ ve banga sirguna te
dike heye
Hêviyê nabirim ji te, di dilê te de bi navê merhametê
çinarek heye
Delal
Delaltirîn
Ey Delal