|
Ali Karadeniz Bi jimara 100î ve merheba ji we re. Kovara Nûbiharê di hundir van çardeh salên dawî de, di jîyana weþangerîyê de li gor xwe cîhek girtîye. Li erdekî ku xebat û çalakîyên nivîskî lê çênedibû dest bi jîyanê kir û rehê xwe berda binê axê. Kesê ku pêþengtîya derxistina Nûbiharê kirin, bi qîymetê ilm û zanîn û xwendinê rind dizanîn. Pê bawer bûn ku cihê tedrîsat lê tunebe, dibe sebebê tevlihevî û nerehetîyê. Civata bêilm û xwendin, weke ava ku di cihê xwe de girtî bimîne û neherike, wisan bîhn dikevêyê. Jîyaneke bikêrhatî û serkeftî, bi mirovên rêzan û çavnasê jîyanê çêdibe. Bi vê fikrê û bi vê nîyetê kovara Nûbiharê dest bi jîyana xwe kirîye. Mirovên ku di meydaneke teng de jîyana xwe dimeþandin, xwestîye wan bikþîne nava meydana fikrê û asoyên nû li ber wan veke, xwestîye ku însanên wê di jîyana fikrî, aborî, ilmî de bêhtir bixebitin. Di hundir van çardeh salan de bêguman tiþtê Nûbiharê kirîye, gaveke gellekî biçûk e. Meriv dikare bibêje tenê biqasî mûmekê dora xwe ronî kirîye. Lê em dikarin bi kamranî bibêjin ku di vî nîrê teng de wê xwe bi sebrê girtîye. Di vê meydana ku qedrê xwendinê di pey hemî tiþtan re tê, tiþtên ku jîyana mirovan îþxal kirine, wê xwe bi sebrê û elbettê xwe bi destê xwendevanên xwe yên dilsoz girtîye û maye heta îro. Bêguman, Nûbihar fêkîya vê desthevgirtinê ye. Kovarên kulturî parçeyek in ji kultura milletê xwe. Bi wan re hene û her di nav wan de ne. Kovarên kulturî ew deng in ku ji gellek dengan pêk tê, serekî pirr biçav û pirr biguh e. Hemû hêlên heyatê, hemû alîyên jîyanê tê de xwuya dibin. Rêyek mezin e ku hemû rê digihêjinê. Behreke fireh e ku hemû çem tên tevlê dibin. Nûbihar, bi vê nîyetê hate derxistin û li ser nîyeta xwe ye. Tevî qisûr û kêmasîyê wê em pê bawer in ku Nûbiharê tiþtekî gellekî muhîm bi cîh anîye; ew bûye sebeba ku mirovê me hêjayîya berhemên kulturî, hebûna xebatên kulturî çêtir fahm bikin. Ji vî muddetî ku Nûbihar dertê, têkîlî û aleqeya di navbera mirovan de pêk hatîye, gellekî kêfxweþîyê dide meriv. Ew pirek e di navbera hemû alîyê civata me de. Ji bilî vê jî, ew bûye pirek di navbera edebîyata kurdî û edebîyata zimanên din de. Ew bûye sebebê îftîxara Ahmedê Xanî, bûye dengê Cizîrî ku bang li Selmaya xwe dike. Bûye þetê ku Feqîyê Teyran pê re diavêje ber hev. Bûye peyrevê hemî mîmarên kultura me. Bûye dengê bengînîyan, bûye defter û tuwala ressaman. Bûye rêya çîrokên ku ji kûranîya dîrokê tên û ber bi dûranîyê ve diçin. Bûye meclîsa mutefekkîran û ronakbîran ku li wê têne cem hev û li ser meseleyan munazereyan dikin. Em bi wê hêvîyê ne ku heta ku kovara Nûbiharê bi kêra kultura milletê xwe biê, ev dengê mutewazî, berdewam be. *** Piþtî jimara sedî êdî gaveke nû dest pê dike ji bo Nûbiharê. Bi munasebata jimara 100î me pêþbazîyek li darxistîye. Di þaxa çîrokê de û di þaxa þi’rê de. Xwedê ra û destûrê bide, emê van pêþbazîyan bidomînin. Em hêvîdar in ku emê dîsa bi hev re dest bi dest din û vê kovarê bimeþînin. Sabah Kara Piþtî Cenga Cihanîya Duyem, payetextê Alamanyayê Berlîn di binê bombeyan de hema bêje bitevayî serobino bibû. Herder xerabe bû. Dibêjin, wê deme fermandarekî leþkerê Amerîkayê tevî serwezîrê nûyê Alamanyayê Adenauer bi mekînekê li nava bajêr digere. Piþtî ku hemû wan xerabeyan dibînin, fermandarê Amerîkî ji serwezîr re dibêje: “Ez bawer nakim ku hûn bikarin van xerabeyan di gellek salan de jî ji holê rakin!” Cewaba serwezîr Adenauer zehf balkêþ e: “Milletê me mirovên wek Goethe, mirovên wek Beethoven derxistîye. Ev millet wê di demek zehf kurt de hertiþtî ji nû ve ava bike!” Û çi dikin, ma hûn dizanin? Berî hertiþtî binayên kulturê ji nû ve ava dikin! Mekteban; kutûbxaneyan; tîyatroyan; sînemeyan; muzeyan... Zilamên wan yan di cengê de hatibûn kuþtin, yan jî wek êsîr ew biribûn li Rûsyayê, li Îngilistanê, li Frensayê di kampên esaretê de bicih kiribûn. Yanî Alamanan hemû ew tiþt bi zarok û jin û kalan anîn pê! Ha! Dema ku emele û hemal ji wan re lazim bûn, berê xwe dan welatên wek me û mirovên me ji xwe re birin. *** Milletên mezin ew millet in ku ji wan mirovên mezin derketine. Milletên biçûk ji xerakirinê re; milleten mezin ji avakirinê re ne. Mongol xerakirin; ava nekirin! Misrî ava kirin; yunanî ava kirin; romî ava kirin; cihû ava kirin; file ava kirin; misliman ava kirin... Ji ber ku xerakirin hêsan; lêbelê avakirin zehmet e. Ji xerakirinê re ti tiþt ne lazim e; lêbelê ji avakirinê re îlm divê, zanîn divê, kultur divê... *** Malxerab e ew millet ku bêîlm e, bêzanîn e, bêkultur e, bê mirovên mezin e... Lêbelê ji wî jî malxerabtir e ew millet ku mirovên wî yên mezin diçin ji milletên din re xizmetê dikin. De ka bifikirin ku eger Bedîuzzeman hemû ew kullîyata xwe bi kurdî binivîsîya çi dibû? Û bifikirin ku çima nenivîsî? Bi gotina wî, wê demê meselen li Stenbolê çil hezar hemalên kurd hebûne ku yek ji wan jî xwendin û nivîsandinê nizanîbûye. Alîyên din yên welat jî wilo bû. Îcar ma tê ji kê re binivîsî? *** Gotinên Ehmedê Xanî wek sixêfan in lê ne xema ti kesî ye! Milletê ku mirovek wek Camî hetta neke meyterê (=seyisê) xwe jî, ew millet milletekî lanetkirî ye. Milletê ku mirovek wek Nizamî hetta bi qurûþkî jî nekirre, ew millet ne millet e, lê kerî ye. *** Hatîye neqilkirin ku rokê þairê mezinê alaman Goethe çûye gerrê. Di vegerê de desmêja biçûk zehf zorê dayîyê. Berî ku xwe bighîne malê, mecbûr maye û bi dîwarê hewþa xwe de mîzîye. Wê demê tu nabê gundîyin ji gund ber bi bajêr ve diçin û rîya wan ji ber dîwarê Goethe derbas dibe. Ew Goethe wek þexs nas nakin. Dibînin ku waye mirovek bi dîwarê Goethe de dimîze. Yek ji wan bi hêrs ji Goethe re dibêje: “Xirifîyo! Ma tu ji xwe fihêt nakî ku tu bi dîwarê þairê herî mezinê alaman de dimîzî!” Rokê ji Goethe dipirsin ku: “Ustad! Te gellek medh û sena bihîstine. Gelo medha ku herî zêde kêfa te jê re hatîye, kijan e?” Cewaba Goethe, “Gotina wî gundîyî!” ye. *** Îcar bi nîyeta ku em zanîn û kulturê bi zimanê wan di nav mirovên xwe de geþ bikin, me di sala 1992wan de mecmûeya pir bi bereketa Nûbiharê weþand. Jimara 100em bi xêr be. Bi hêvîya hezaran! *** Rayên Nûbiharê, îxlas e. Gewda Nûbiharê uxuwwet e. Dar û pelên Nûbiharê hêvî û dua ne. Gul û fêkîyên Nûbiharê averuwê me ne. Û wesselam! Umrek me bi Nûbiharê re derbas kir Süleyman Çevikceviksuleyman@hotmail.com Li Fatîhê, di wî cihê gelek piçûk de em du-sê kes bûn. Du odeyên me yên piçûk cihê xebata me, cihê pêþwazîkirina mêvanên me û cihê çêkirina feravîn û çaya me bû jî... Ev cih, herdu ode pevre encax 30 m2 hebûn. Me li wî cihî di sala 1992yan de dest bi Nûbiharê kir û li wêderê þeþ hejmar derxistin. Pêþîyê qomputereke me jî tunebû. Hejmara yekê û ya duduyan me li cem hinek hevalên din yên ku weþangerîyê dikin amade kirin. Paþê me qomputereke ji xwe re kirî... Ew qomputera ku me ji xwe re kirîbû hê jî heye, lê êdî naþixule... Kekê Sabah Berpirsîyarê Giþtî bû; nivîsên kovarê wî rêz dikirin, teshîh dikir û pergala rûpelan jî wî çêdikir. Min û Müþtehir Karakaya jî alîkarîya wî dikir. Dema Ali Karadeniz piþtî hejmara pêncan ji Enqerê hat, ji alîyê rêzkirin û teshîhê ve barê kekê Sabah sivik bû... Berga kovarê jî hetanî hejmara 16an me li ciheke din da çêkirin. Lêbelê ji hejmara 17an pêve êdî berga kovarê jî me bi xwe amade dikir. Heta ku hejmara 36an derket sê salan bênavber ez bi kekê Sabah re xebitîm. Piþtî wê, dema kekê Sabah çû Ewrûpayê û li wir ma, Ali Karadeniz jî ji ber sebebên aborî êdî li cihkî din dixebitî. Ji bo kovarekê ku demeke dirêj bête hesibandin ez tenê mam û heta Ali vegerîya navber dirêj bû û hejmarên kovarê jî bi derengî ketin... Bi çûyina kekê Sabah ew pergala ku ewî danîbû xirab bibû. Ji vir pê ve divê me li gor xwe pergalek danîya. Kovareke mîna Nûbiharê jî bi þexsekî dernediket! Ji destpêkê heta îro li cihê emê çend heb bixebitîyana em yek-dudu dixebitîn... Ez bi xemgînî dibêjim ku bi rastî jî em yek-dudu bûn. Ji destpêka Nûbiharê heta îro jî ji ber sebebên aborî me nikarîye em çend merivan îstîhdam bikin. Di ser de tew jî carina me karê Nûbiharê jî îhmal kirîye. Ji bo baþkirina aborîya xwe hinek ji me ya karên din kirine, yan jî ew heval bi temamî çûne di ciheke din de xebitîne. Ev rastî, bûye sebebek ku me nikarîbûya kovareke xweþtir û dewlemendtir derxînin. Divê vê xebata Nûbiharê de heger ez keda Kekê Osman nebêjim ezê neheqîyek mezin lê bikim. Ji destpêkê heta niha di þertên herî dijwar de Kekê Osman tim û tim li me xwedî derketîye… Demekê jî ez bi Selman Dilovan re xebitîm. Selman di warê edebîyata klasîk ya kurdî de hevalekî gelek baþ e. Medrese xelas kiribîye, hem zimanê erebî dizane, hem jî bi latînî û erebî kurdî xweþ dizane... Di van salên dawî de jî –gerçî niha li Stenbolê nine– Ayhan Geverî baþ alîkarîya me dike... Ew jî weke Selman herdu alfabeyên kurdî jî dizane... Ji ber ku qaîdên zimanê kurdî ji bo herkesî rûneniþtine, ji kovareke tirkî zêdetir hewceyîya me bi xebatkaran heye. Ji destpêkê heta îro çûyin û hatina Nûbiharê jî gelek e. Hem ji bo amadekirin û rastkirina Nûbiharê, hem jî ji bo aleqedarbûna mêvanan mirov lazim in... Heta niha rojname û kovarên kurdî tevan di þertên gelek dijwar de, rojnamgerîyek ji welatê xwe dûr meþandine. Ev rojnamegerî, rojnamegerîya sirgûnê ye û bi alîyan ve ji adetên dunyayê der e. Nûbihar jî yek ji elemanên vê weþangerîyê ye û wê jî ji van tiþtên neyinî têra xwe para xwe standîye... Însanên ji derve li me mêze dikin niha dibêjin, madem ewqas sal e ev kes Nûbiharê derdixin naxwe aborîya wan baþ e. Helbet em hêvî dikin ku aborîya me baþ bibe... Lê divê ez li vir bibêjim ku sebebê domandina vî karî ne ji baþbûna aborîya me ye. Heger nîyeteke jidil û îxlas di vî karî de nebana îro behsa xebateke wiha jî nedihate kirin... Weke gelek kes jî dibêjin, ji destpêkê heta îro Nûbiharê bi zîhneke vekirî li meseleyan mêze kirîye, her dor hembêz kirîye û cûdatî nexistîye navbera wan... Heta niha Nûbiharê derîyê xwe jî ji kesekî negirtîye. Çûye li derîyê herkesî jî xistîye û li wan bûye mîvan jî. Ji vir pêve jî divê Nûbihar vê xeta xwe bi îstîqrar bidomîne. Hevalên ku bûne sebeb Nûbihar hatîye roja îro, divê ji vir pêve jî li vê xizmetê xwedî derkevin. Kurdên ku heta niha ji Nûbiharê dûr mane lazim e ew jî li vê xizmeta mutewazî xwedî derkevin û di vê meþê de mil û dest bidine me. *** Carina ez li cihna rastî hinekan têm, û ew kes ji hedê min zêdetir qîmetê didine min; û ez ji ber wê qîmetdayinê fedî dikim. Herçiqas ez bizanibim ew qîmetdayina ne ji bo þexsê min be jî... Carina jî ji rast û çepê min dengên teqdîran têne guhê min, ez dîsa dizanim ku mijar Nûbihar e. Ji ber ku ev xebat kêfa însanên me tîne, þadîyek li min peyda dibe. Lêbelê dema çavê min li çavê wan dikeve, serê min li ber min xwar dibe. Ew hezkirin û qîmeta ku divê meriv li hezaran bi merivî belav bike, tev di ser min de tên û ez di bin wê aleqeyê de dipelçiqim... Ewên ku ji kovarê re abone peyda kirine, yên ku bi desta firotine, yên kovar kirîne, yên ku di kovarê de nivîsîne... keda tevan di vî karî de heye û ewana tev layiqê vê hezkirinê ne. Ji sala 1992yan heta îro umrek derbas bûye. Di vê mudetê de me hem biharên rengîn ku meriv pê þad û mesrûr dibe dîtin, hem jî zivistanên wisa dîtin ku ji dilên me, ji bedenên me parçe parçe goþt jêkirin û birin... Li cihkî kêf û þahîya pêþveçûna me, dewamkirina xebata me hebû û em bi wan kêfxweþ bûn; li cihkî jî li ser rêya me kelem û sitirî hebûn, ewana canên me ji me distandin... Hûn egîtên vê rêya pîroz nas nakin û nizanin kî ne. Hevalên wisa hene ku bi perê xwe nefes dane me ji bo çend seatan yan jî çend rojan. Pere dibêjim, bila neyê bîra we û mêjîyê we tevlihev nebe. Weke sadebûna jîyana me û hebûnên me, ev pere jî reqemên piçûk in. Gelek kurdên me carina di þevekê de biqasî mesrefa me ya mehekê pere dixwin... Di nav vê tunetîyê de ev destek ji me re bûye mîna îlac... Ez wan egîtên ku bi salane dest û mil dane me û ev xebata pîroz gihandine roja îro tebrîk dikim û bi dil û can ji wan tevan re silavan diþînim. Ew heval û hogirên ku ji wê rojê heta îro destê xwe kirine bin kevir û zahmetî kiþandine û ev meþa gavek din pêþ de birine bêguman merivên mezin in! Lewra ewan mîna însanên pîyasê jîyaneke rehet û sade nehilbijartin. Johann Wolfgang von Goethe (1749-1832) Ji Almanî: E. Akýn Kitêba* evînê ye, ya bêhempa ji nav kitêban. Min bi dîqet xwend: Þabûn kêm rûpel, gelek defter jan; beþek li ser cihêbûnê. Hevdîtin yeke biçûk î nîvco. Cildên derdan bi haþîyeyên dirêj bêdawî, bêsînor. Ey Nîzamî! – lê te dît rîya rast di dawîyê da; muamma xwend, ku kî dikare? Bi evîna evîndaran. * Ev þi’ra han bê sernivîs hatîye weþandin. Mimi Khalvati* Ji Ingilîzî: Ali Karadeniz
li pey Hafiz Herçend fireh be gulzarê zemîn, min bes Yek gul û sîya mêwekê, bo min bes. Naxwazim serweta pir, min nevê çîyê derew Di durdîya camekê de îsîna heqîqetê bes. Çi kare Bihuþt bide me parsekan Û gedayan? Çi mestî, ku mey bes? Were û rûnê li rex pêlan. Rûbar zuwa diherikin Belê strana wan hildigirin, yek kolan bes. Bo þa’irekî xeniqî der dunyaya kitêb, Tenê yek kitêba berg þikestî bes. Gava tu li vir bî, yara min, çi hê bixwazim? Behsa iþqê tenê bi yek misrayê bes. Bihuþt kare vewest. Ta tu vekî dergeh Ne Bihuþt herçend xwedayî bes. Min nîne derî bikim gazind. Weke Hafiz dibêje, Ne xazelek ku nîþana wî bes? * Mimi Khalvati li Tehranê hatiyê dunyayê. Li Switzerlandê mezin bûye û tehsîla xwe li Universiteya Neuchâtel kirîye û li Londonê Drama Centre û li School of African and Oriental Studies xwendîye. Hin ji navê dîwanê ev in: In White Ink, Mirrorwork, Entries on Light, The Chine. Memê Alan Bêguman, kovara Nûbiharê di dilê me de xwedîcihekî bêmînak e. Ew di jîyana gelê me de wek þoreþekê ye. Wê textekî zêrîn yê zimanê Kurdî di dilan de damezirandîye. Ew wek heyvek tije ya rewneqdar di þevên me yên tarî de derhatîye û wek tavek têrgerm û têrtîrej di zivistana gel de derhilatîye. Ew bihara zimanê gelê min e ku di wê da bêhêjmar û bêpayan kulîlkên bêjeyan û wêjeyî vejîyane. Ew hiþyarkera gelê min e ku bi sayeta wê em lixwe arqilîn û bi hestên netewî tije bûn. Bi wê tijebûnê, em hewl didin ku gelê me yê bindest û pelçiqandî li xwe mikûr be û vê rewþa xwe ya kambax biguherîne. Belê, pir bi jan û keser be jî rastîyek li ber çavan heye. Ew jî, xwejbîrvekirin û devjêberdana doza bav û kalan e. Ew bav û kalên gorbehiþt ku ji bo parastina vî gelî û ji bo wendanebûna vî zimanî mal û canê xwe fîda kiribûn. Wan, hebûna xwe û serxwebûna welatê xwe parçeyek ji jîyan û bawerîya xwe hilbijartibûn. Li hember tunekerên vî gel û wêrankerên vî welatî jixwe ve borîbûn û jîyana xwe avêtibûn qada mêranî û cangorîyê. Wan, ji bo herheyîkirina gel û welatên xwe, ji bo parastina maf û kesayetîya xwe, ji bo serberzî û serefrazîya xwe, ji bo jîyanek azad û rûmetdar, ji bo pêþvebirin û avadanîya niþtîman, ji bo þanazî û kamranîya vî gelê sîtemxurê stûxwar, tekoþîn dan, fîda kirin mal û can, nav û nîþan dan li cîhan, mîrateyek hiþtin li dûv xwe ku bi navê xwe Kurdistan. Erê, ji wan bavûkalan yek jî Þêx Ehmedê Xanî yê kal bû. Wî di tekoþîna xwe ya niviskî de berhemên giranbiha li dûv xwe hiþtin ku yek ji wan berheman Nûbihara Biçûkan bû. Wek têzanîn ku di vê berhemê de daxwaza Ehmedê Xanî ew bû ku ji bo zarokên Kurmancan, ligel zimanê xwe zimanê Erebî jî hîn bibin. Bi gor bawerîya min, yek ji sedem jî ew e ku Xanî xwestîye dewlemendîya Kurmancî jî bide selmandin û îsbatkirin. Herwiha, dîsa tê zanîn ku di derbarê Kurdî de Xanî di Mem û Zîn da jî gazîn û hawara xwe anîye ziman. Ji bo çi? Ji bona ku Kurd li hebûna xwe xwedî derkevin û di qada navnetewî de netewek bêziman nebe. Lewra ku, ziman tunebe, hebûn jî tuneye, kesayetî jî namîne. Bêzimanî, bênijadî ye; bênijadî jî pergendemayîna li serê cîhanê ye. Aha, di vê nuxtê de û di vê pêngavê da girîngî û hêjayetîya xwedîderketina li Kurdî derdikeve holê. Ev girîngîyek wisa ye ku, wek nexweþîyek giran û lezgînî têkildarîyek ji destve dixwaze. Paþdeavêtin, gohnedayîn û sersewixandin, tenê mirinê leztir dike û dibe sedemê ji holêrabûnê. Dîsa rastîyek li ber çavan e ku bi taybetî Kurdên bakur gelekî polîtîze bûnin. Ev polîtîzebûna ne li angorê Kurdayetîyê ye. Belko, li ser Kurdayetîyê ve xebatmeþandin û rêxistinçêkirinê ji bo armancên cihê cihê ne. Ango, Kurdayetî, di nav vê polîtîzebûnê de tenê wek fîguranekî dixuye. Ne armanc û mebesta evreng Kurdan in. Destnîþanî û selmandina vê yekî jî ev e ku, di axaftin û têkilîyên rojane da Kurdî bi kar naynin û zêdetirîn bi zimanê Tirkî hewil didin. Ev yek jî duristî û dilsozîya van Kurdên polîtîzebûyî, di nêrîna gelê kurd û raya navnetewî de rexnedar û birîndar dike. Lewra, ne ku bi dehan, bi hezaran sîyasetvan, nivîskar û rêxistvanên Kurd li pîyasê henin û di nav hewildanan de ne ku hemû kar û xebatên xwe, heta berhemên xwe bi zimanê bîyanî dimeþînin ku vê yekî jî wek cudarengî dinirxînin. Di vê rewþê de, Nûbihar wek brûskekê di serê van de vedide û wan vexwendî lixwe mikûrbûnê dike. Ez di wê bawerîyê da me ku, ger Kurd bi zimanê xwe, bi taybetî ji di nav mal û malbatê da, di nav hev û hevalan de, neaxifin, ti car dilsozî û rasteqînîya xwe nikarin dîyar bikin û herwiha nikarin xwe di raya giþtî û gelerî de bidin bicihkirin. Heya dikarin bila bêjin ku em Kurd in, em Kurdperwer û welatparêz in, ev gotin di pratîgên wan de dirize û pûç dibe; tenê durûtî û sextekarîya wan derdixe holê. Ji dervê vîya, tevgerên bi vî rengî, gelê Kurd ji dozê dûrdixe û bawerîya bi wan hildiweþîne. Divêt ev yek, wek seferberîyeke gelane, wek þerekî hebûn û tunebûnê were nirxandin û li ser vî reng û rêbazî têkoþerî were meþandin. Ma êdî ne þerm e ji wan kesan re ku, navê zarokên xwe Kurdî datînin, lê pêra axaftina bi Kurdî qedexe dikin. Xebînet nine ku zarokên bi navê Zîlan, Dîlan, Þîlan, Þoreþ, Bermal, Rûken, Rêzan û hwd. Ji axaftina bi Kurdî bêpar dimînin. Ma ne heyf û xebînet e ku di dîroka vî gelî da, di bin bandorîya sazûmanek wiha rehperest û mêtînger de bi zor mafek bi dest gel dikeve ku qursên Kurdî tên vekirin; bi þanazî û merasîmên kêfxweþî ev vekirin tê pîrozkirin û bi salek þûn de kilîd tê lêxistin? Hem jî bi destên xwe... Ma ne rûreþî û þerpezebûnek e ku mafê weþana Kurdî tê bidestxistin û bi navberek yekmehî þûn de weþan ya têrawestandin, an jî ji pênc rojan dadikeve du rojan? Hem jî li Ameda navend û textê dilan... Erê heval Nûbihar! Mirov naxwaze kul û keseran bîne ziman. Mirov naxwaze birînên kewandî xwînî bike. Ne tiþtekî durist e ku bi çêlkirina van kambaxî û nerindîyan hêvîya gel biþkînin. Lêhema ev jî rastîyeke ku divêt ev gel xwe daweþîne. Bes êdî ev toz û gemarîya ji xwedûrketinê. Bes e êdî ev hiþkbawerîyên îdeolojîk û çiravkên dûvikbûnê. Bes êdî bendewarî û stûtewandina li pêþ hêzr û ramanên ne jime nin. Bes êdî kojandina hestîyên berlingan. Bes êdî lixwekirina qerpal û þekalên xelkê. Bes êdî êrîþkarîya ola pîroz ya Îslamê. Bes êdî henek û tinazkirinên bi eymet û kevneþopîyên gelî. Bes êdî nêrînên þaþ û yekalîyên îdeolojîk. Bes êdî destavêtina þûr û mertalên xelkê. Derkevin li hev xwedî. Bimirin ji bona hev. Piþt bidin xebat û lebatên hev. Ji hev re kozik û dahfikan venedin. Nebin xayînên hev û gelên xwe. Bi çavên xelkê lihev nenêrin. Bi hev bawer bin. Biþkînin zencîrên koletîya nezanî, xizanî û dijhevbûnê. Dest bavêjin çeka herî giran û girîng ya xwendin û nivîsandinê. Hebûnîya xwe biparêzin bi axaftina zimanê zikmakî yê þêrîn û nazenîn. Bixebitin bi awayê rêkûpêkî yên rêxistinî û sazbendî. Xwedî derkevin li pêþeng û lehengên dîrokî yên gelerî. Bixwînin qlasîk û kevnareyên xwe. Bimeþin li dûv zana û zanyarên gelê xwe. Biparêzin rêk û rêçikên bapîrên xwe. Huner ne ewe ku çand û kevneþopîyan wêran û rewxan bike; huner ew e ku ligel pêþkeftîyên nûjen, em karibin hevstrandin û sentezekî bi kar bînin. Lewra, tunekirin û mandelêkirin hem hêsan e, hem jî ger þûna wan bi tiþtên hêj baþtir û hêjatir neyên tijekirin, ev yek dibe sedem û egerîya wêrankarîyek neveger. Naxwe, ji bo sazkirina bijangan, em çavan derneynin... Rêheval Nûbihar! Herçend bi gazind û sîtem bim jî, lê tu zanibî ku ev yek ji ber jana dil û kezebê ye. Lê ji hêla Te ve ez bêgazinc û bêgilî me. Lewra, Xwedê heye, ez herdem bi te serefraz û bi hebûna Te þanaz im. Nebes, hebûna te ji bo min û gellek gellek kesan hêvîyek mezin û herheyîn e. Xwedê dizane û em jî dizanin ku te heya niha tenê Kurdayetî parast, Kurdayetî anî rojevê û navûnîþana te jî bes bû Kurdayetî. Bi kurtî, tu gel û zimanê min î. Te rêkek da ber xwe û Te jixwe ra armancek danîþandin. Te xwe ji bîrûbawerîyên hiþk û tundî dûrgirt; Te ling neavêt ber ti kesî. Te rastîyê xwe anî ziman û bi çewtîyan re mêjî neçelqandin. Ez vê xebata te pîroz dikim; her dem li piþt te destekdar û piþtevanim: Tu her hebî, tekoþîna te bi ber û berketî be. Ji bo te ne hêjmarên sedîn, temenekî sedsalîn daxwaz dikim û alîkarîya Xwedayê Mezin ligel te be... Bimîn di parastina Xwedê da... Çi dibêjin di heqê Nûbiharê de? Muayyed Tayyîb –Xwedîyê Kovara Kepir û Berpirsê Weþanxaneya Spîrêz- Bi rastî jî cihê serferazî û þênazîyê ye ku komeka mirovên dilsoz bo zimanê xwe û çanda xwe li stenbolê de þîyayne 100 hejmar ji kovareke derbêxin bi navê Nûbihar. Nûbihar navê wê wekî em hemî dizanîn Xanîyê mezin Ahmedê Xanî ev nave li ser ferhenga xwe kiribû, ev ferhenge erebî û kurdî bû Mebesta wî ji vê ferhengê ew bû ku dergehekî ji bo zarokên kurd veketin zimanê erebî bizanin, zimanê erebî têbigehin, ji ber ku hingî zimanê erebî zimanê çand û rewþenbîrî bû, ji bilî zimanê ayînê/dînê xelkê me bû, ji bilî ku zimanê Qur’anê bû, her mirovek di çarçûvên perçên dewletên Îslamê de dijîya zimanê diþîya bi zimanî erebî danûstandin bikin. Helbijartina vî navî bo kovara Nûbiharê ewa ku wergeryaye ser rexsernatîya gelê kurd de xwendevanên kurd dîroka xwe nas bike û edebîyata klasîkî nas bike û ya nûdem jî nas bike. Tiþtekî dî ku Nûbiharê ji kovarên dî ferq dike ew e ku Nûbihar ser koka edebîyata klasîkî þîn bûye. Ewên ku tê de kar dikin jî þarezayîyeka baþ di edebîyata klasîkî û ya nûdem de heye. Derxistina kovarekê bi rastî jî karekî cihê serferazî û þenazîyê ye. Em hemî dixwazin roj bi roj pêþkeftinê de bin, Nûbihar bibe dengê zimanê Kurdî û bibe bingehê hemî nivîskarên Kurd ku li ser rûpelên Nûbiharê hevûdu nas bikin. Nûbihar kovarek ciwan e û ciwankêþ e dilê mirov diçe xwendina wê. Navaroka wê ji hemî babetan pêk têt. Nûbihar profîla welgirtîye edebîyata klasîkî ye lê edebîyata nû jî jibîr nekirîye. Nûbihar îro ser hindêra ku belavbûna van kovaran wekî kovarekî Kurdî sanahî nîne. Lê Nûbihar evroke ser çar perçên Kurdistanê de tête naskirin. Yên ku Nûbihar nexwendine jî dizanin ku kovarek derdikevit li Stenbolê de bi navê Nûbihar. Nûbihar bûye bingehek Kurdperwerîyê û zimanê Kurdî. Eve serkeftinekî gelek mezin e. Nûbihar ne tenê kovar e, ji kovarekî mestir e. Em wek Kurdê vêrê dibêjin dezgeh yanî muessesa Nûbiharê bi rastî jî muessese ye. Çunkî xwedîyê ziman û edebîyata Kurdî derketin. Li ser 100. kovarê em 100 gul û nergisên biharê Kurdistanê dikeyne dîyarî bo hemî karkêrên û nîvîskarên yên ku li ser van rûpelên Nûbiharê dinivîsin û wan kesên dilsoz û Kurdperwerê ji destpêkê hetta evroke berdewam dikeyn. Hêvîya 1000 hejmara dikeyn û bi sal salê di pêþkeftinê de bitin... ***
Ayhan Geverî Edebîyat û ziman qalibek e ku millet û neteweya xwedîyê wê edebîyatê, her tiþtê xwe dirêjîte vî qalibî û çand û hûner û raman û her wisa hemû tiþtên þexsî-civakî di vî qalibî de dimehîne. Ziman û edebîyata milletekî her wisa ayîneyek e ji bo dîtina dîrok û pêþeroja wî milletî. Ne tenê di jîyana civak û milletan de, di jîyana her însan de ziman her hebûye; lê her çend li ser bingeha ziman ava bibe jî edebîyat bi alîyekê ve jî civakî ye û zimanê civakan e ew. Edebîyat çi bi berhemên devkî ve be çi jî bi yên nivîskî be, bi her hal ji “ziman”ê mirovên civaka xwe hatîye pêk. Helbet alîyekê muhîm yê þexsî jî heye lê edebîyat piranî zimanê giþtî û civakî ye... Zimanê civakî, raman û hizra civakî ye jî. Ji bo pêþdebirin û biþkivtina her zimanî, xwedîyên wî zimanî bi axivtin û an jî bi nivîsê ve wî zimanî divehînin. Lê zimanê civakî, anko edebîyat hindek dî bi rêkûpêktir û organîzetir e. Rast e ziman bixwe organîze û rêxistinek mezin e ku însan bêhay dikeve nava çalakîyên wê, ew jî ji tabi’îbûna ziman tê, yanî ziman fealîyetek xwezayî û sirûþtî ye. Feqet edebîyat li gel vê sirûþtê xebatek aþkera ye... Li ser ziman û edebîyatê mirov dikare gotin û nivîsê zêde û dirêj bike, lê di nava avakirin û çê-kirina edebîyatan de rola gelek girîng li ser milên kovaran e û divê bi mebesta sedemîn hejmara kovara me ez wê bibêjim... Kovar, gava ku mirov lê dinêre mirov dibêje qey tiþtekî nû ye û ew piþtî çapxane û alavên modern hatîye meydanê. An jî mirov diþê bibêje ku ew tiþtekî modern û nûjen e. Ya rast ev gotinana rast in, lê gava ku mirov li dîrokên edebîyatan dinêre mirov di dîrokên berê û pêþ de kovaran nabîne, lêbelê tiþt û fealîyetên ku wek wezîfe û erka kovaran, hebûn. Lewra kovar çawa zimanek biruh û zînde ava dike, rojevek “nû” ava dike, di nava edebîyatên berê de jî kirinên wisa hebûn. Yanî di wextê berê de kovar nebûn lê her wekî ku mîsalen, þairên Ereban her sal pêþbazîya þiirê dikirin û heft heb þiirên bijarte (eqsemus-seba) li diwarê Ke’ba Þerîf dialiqandin; yan jî em dikarin mînaka nazîreyên þairan bidin ku berêkdanên wan li ser rûpelên dîwan û xezelîyatan derdiketin pêþ... Belê ev mînakana niha gelek ji form û þekl û erka kovaran dûr xuya dikin, lê ya rast erkên mezin ên kovaran heman erk in ku bi xêra kovaran di nava wêjevan û þair û nivîskaran de “meydan”ek û “bazar”ek çêdibe. Anko eger kitab û berhemên din di edebîyatê de behr û derya bin, weþanên wekî kovaran nehr û çem û rûbar in ku her dem diherikin û zindîyatîyekê didin edebîyat û ziman, derya û behran tije û gûr dikin... Kovar her wisa çawa ku edebîyatekê ciwan û zinde dike her wisa rol û tesîra kovaran li ser þexsan jî gelek mezin e ku gelek însan bi kovaran ve dest bi weþandina berhemên xwe dikin, hetta bi xêra kovaran dibin niviskar an jî þair... Li alîyê din ve jî kovar ji bo nivîskaran mektebên mezin in ku di kovaran de xwe digehînin û berhemên xwe jî divehînin û dimehînin... Yanî ji bo xwedankirin û perwerdekirina fikr û raman û hestan jî kovar wek baxên gulan in... Ustad Cemil Meriç di nivîsek xwe de -bi ya ku di hizra min de maye- wisa digot ku, “ez berê di kovaran de dinivîsim û gava ku ew nivîs an jî meqaleya min hem demê xwe de hem jî di hizra min de giha û geheþt ew wê gavê hazir e ku bikeve nava kitêbekê û nivîsên wisa jî bibin kitabek...” Her wisa ji bo pêþdeçûn û geheþtina fikr û ramanan jî kovar xwedî rolek zindeker e ku berhemek di kovarekê de hatî weþandin her dem li ber xwedanê/a xwe berçav e... Kovar mekteb e, kovar perwerdegah e, kovar pire ye ku di navbera mêjî û mêjû de, di navbera dewrê berê û pêþerojê de... Rola kovaran ya rast gelek girîng e lê bi gotina Cemil Meriç, “qedera kovaran” jî heye. Jixwe ma kovar jî ne tiþtekî zinde û biruh bû... Lê mixabin gelek kovar zindebûna xwe pir caran tebdîlê mordebûn û mirinê kirine ku Ustad wisa dibêje di nivîsa xwe ya navê wê “Qedera Kovaran” de: “Kovaran qederek xerîb heye. Gelek caran bang li neslekê/nifþekê dikin. Paþî di xelwetgahên xwe yên mêþîn de ber bi îstirehetek ebedî ve diçin. Mexberek heyecanên mirî. Lê em dikarin rûyê dewrekê di kovaran de bêmakyaj bibînin, ne di kitaban de. Kitab hinekê dîtir bo rûmetîyê ne. Ramanên di wan(kovaran) de wek nameyan in ku ji bo sedsalên ayende/tên dihêne rêkirin. Kitab gelek caran fikrên hatine mumya-kirin in. Kovar û rojname, dewrekê bi þimik û kiras ve (aþkera) îfþa dike. Ji ber vê seyaheta di kovaran de bo min ji seyaheta di kitaban de xweþtir tê. Rêwîngîyek mehremtir û samîmîtir. Hûn dikarin xweþtir bikevin nava sikak û kolanên bajêr ên beder. Ji muzexaneyê pirtir wek dikana entîqefiroþ, hetta barsivikîyek û gerîyanek aram li Kapali Çarþî û Bît Pazarîyê... ” Ekol, Mekteb, Zanîngeh yan jî Medreseya Nûbiharê
Mirov bi qewlê Cemil Meriç eger bikeve seyahetek di nava kovar û rojnameyên Kurdî de, mirov dê rastê hin mînakên pîroz bê, her wekî Hawar, Ronahî, Jîn (1918), Kurdistan (1898), Rojî Kurd (1913), Roja Nû, Nûdem (1992) ... û ya rast rola wan hemûyan di ziman û edebîyata Kurdî de mezin e... Lê ev kovara ku niha di destê we de bi gelek alîyan ve cuda ye... Nûbihar ya rast berê her tiþtî wek medrese yan jî wek mektebekê ye li ber herkesî ku bera her tiþtî ew tam jî li ser rêbaz û xettê Ehmedê Xanî ye ku ji bo parastin û berevanîya Kurdî de navê herî pêþdar her ev nav e. Nûbiharê navê xwe ji berhema Hezretî Xanî stendîye ku Seydayê Xanî bi Nûbihara Piçûkan ve got ku zimanê Kurdan ne ji yê Ereban û ne jî ji yên din kêmtir û kêmeyartir e. Ew, zimanê þaristanî û medenîyet û eþq û fikrê ye... Nûbihara me jî eynî wisa li ser rêya Xanî bi ronîya stêrkên esmanê Kurdî ên geþ meþîya, dimeþê û dê inþellah hetta qîyametê jî bimeþe... Nûbihar ne tenê kanîya zimanê Kurdî ye her wisa Nûbihar çawa ku Seyda di Medreseya Ishaqpaþa de feqî digehandin û radikirin her wisa feqî û seyda rakirin... Bi her awayê, wê rola Medreseya Kurdî pêk îna... Hemû berhemên klasîk û parêzvan û xemxwarên edebîyata klasîk li dor Nûbiharê civîyane... Eger li ser edebîyata klasîk anko ya mela û seyda û feqîyan bihête rawestan Nûbihar yekemîn navnîþan e û ew jî ne tenê di Bakur de hema di temamê Kurdistanê de wisa ye... Nûbihar li ser ayîn û tore û rêbaza Kurdî meþîyaye û tu cara xwe ji adet û nirx û sincê Kurdî nedaye paþ û her tiþtê ku Kurdî bûye, Kurdewar bûye parastîye. Nûbiharê piþta xwe daye ber edebîyata kevin ya ku gelekî zengîn û dewlemend, lê Nûbiharê gelek þair û nivîskarên nûjen jî rakirine û ew di vê zanîngeha xwe ya nûjen de perwerde kirine... Bi ya min rola herî girîng ya Nûbiharê ew e ku, di fikra Kurdî de di hizra Kurdan de wê þoreþek çêkirîye û anîye meydanê. Ew jî “model û paradîgmaya Kurdî” ye ku bi xêra Nûbiharê Kurdan xwe muhtacê fikr û modelên bîyanî nekirine û Nûbiharê di nava mala me de, di nava me de û bi zimanê me ji bo me felsefeyek ava kirîye û em wekî millet û neteweyekê bi edebîyat û tore û tarîxa xwe ve hevnas kirine... Anko ji bo fikr û pêþeroja milletekê çi lazim û pêdivî be Nûbiharê bi xemla Kurdewar pêþkêþî me kirîye. Jixwe însanên li dora Nûbiharê ne û ên ku zîyareta Nûbiharê dikin vê rastîyê baþ dibînin... Min bixwe ev yek hem di jîyana xwe de dît ku gava ez li Nûbiharê bûm (ku hêj jî li Nûbiharê me) min xwe bi her alîyan ve wek Kurdekî hîs dikir û ez diketim atmosfera Kurdewar; hem jî min ji gelek heval û xwendekarên Kurd dibîhîst, ku wan li Stenbolê dixwend û gava dihatin Nûbiharê bi xweyatîya xwe dihesîyan û qalibên bîyanîyetîyê ji ser xwe dihavêtin... Belkî ev alîyê Nûbiharê hêj nehatibe keþfkirin lê Nûbihar bixwe di Stenbolê de wek Zanîngehek Kurdî ye, însan li Nûbiharê bi xwe dihesin û haya wan ji (xweyatîya) wan çêdibe... Bi vî awayî çawa ku manayek kelîmeya Nûbiharê fêqîyê nû/turfanda û þitl be, her wisa Nûbihar bi kirinên xwe ve jî tovên girîng dihavêje ku di pêþerojê de ew dê bibin fêqî û ber û berhem... Jixwe Nûbihar û qedrê Nûbiharê roj bi roj çêtir dihête zanîn û fêmkirin, anko Nûbihar bi hemû xweyatî û erka xwe ve li ber/pêþ Kurdan dimeþe û hem bi hizr û raman hem jî wek sazîyekê di rêyek pir asê û bi asteng de bûye pêþevan û rêya wisa çetîn bi keda destan vekirîye û vedike... Li gel vê, dunyaya Nûbiharê û hizra Nûbiharê gelek fireh û cîhanþumul e, ku gelek Kurd jî vê yekê hêdî hêdî fêm dikin... Nûbihar rast e li ser xetek dînperwer û Îslamî ye lê ev xet û hizr ji dunyaya Kurdî û Kurdewar dûr nîne. Anko îslamîbûna Nûbiharê û kurdewarîya wê du tiþtên ji hev cuda nînin, ew wekî du rûyên pelekê ne ku ji hev cuda nînin û nabin. Her wisa wekî pêþevanên Kurdayetî û Kurdîyê, wek Xanî, Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî, Feqîyê Teyran, Mela Mistefa, Qazî Mehemed, Seyîd Riza, Þêx Seîd û Seîdê Nursî, vê kovarê jî rêbazek “xwerû” Kurdî qebûl kirîye û pejirandîye; yanî eger mirov bibêje di Nûbiharê de li dijî nirx û pîrozî û jîyana Kurdî tiþtek heye divê mirov behsa insaf û wijdanê neke... Jixwe însanên ku “bitemamî” dikevine dunyaya Kurdî, vê rastîyê baþ dibînin... Ligel vê, hejmarên Nûbiharê ên berê gelek bi surûd-amîz û sloganîk bin jî Nûbihara ku min nas kirî û ez têde xebitîme tu caran li ser rêya slogan û gengeþî û milmilanê nebûye. Nûbihar kovara milletê Kurd e ê ku hezar tofan dîtî, Helebçe, Enfal, qetlîyama Gelîyê Zîlan li ser seran de hatî... Kovara milletê ku ziman û her tiþtê wan hatîye qedexekirin û piþavtin... Ev fotografê cehennem-mîsal li alîyekê, Kurdîbûna vê kovarê bixwe “slogan”ek bû û ji ber vê ew hejmarên berê jî rast bûn ligel wextê xwe û þert û mercên dema xwe... Lê dîsa jî Nûbiharê rêbazek ilmî û aqilane danaye ber xwe û wekî enstîtuyekê û sazîyekê dixebite... Taybetîyek din ya Nûbiharê jî ew e ku Nûbihar ne tenê wekî kovar û weþanxaneyekê mînak û modelek baþ e; ew her wisa wekî sazîyek Kurdî jî xwedî rolek mezin e û divê Kurd ji vê sazîyê ji xwe re modelekê derxin. Lewra ji bo sazkirina sazî û dezgehên bingehîn Nûbihar nimûne û mînakek baþ e... Eger em hema tenê li alîyê zanistî û akademîk ve lê binêrin em dibînin ku Nûbihar bi awayê xebat û organîzeya xwe ve diþibe universîteyekê/zanîngehekê... Jixwe mebest û armanca xebatkarên wê tiþtek wisa nîne û di vê îddiayê de nînin, lê gava ku mirov di çarçoveya edebîyata Kurdî de lê dinêre, mirov wê rastîyê dibîne. Lewra kirin û xebatên vê kovarê gelek pispor û zana û lêkolîner û edîb li dor xwe civandine û wek ekolekê wê ji bo zindebûna Edebîyata Kurdî xîm û bingehek gelek saxlem û mukim havêtîye... Jixwe li zanîngehên bîyanî binêrin ma ev tiþtê Nûbihar ji bo Kurdî û Edebîyata Kurdî dike, ew jî ji bo edebîyata xwe nakin..? Birastî ekolbûn û mektebbûna Nûbiharê ji ber wê rola wê têt. Gava ku mirov dikeve nava deh cildên Nûbiharê (99 hejmaran) mirov vê heqîqetê gelek baþ dibîne ku Nûbiharê heta niha ji bo gelek hejmarên taybet û dosya, gelek pispor û zana û edîb civandine û fikrên wan bi rêkûpêk pêþkêþî xwendevanên Kurd kirîye... Her wisa bi vê munasebetê Nûbiharê di nava vê atmosfer û perwerdekirinê de rêbaz û metod nûþa mensubên xwe daye ku çawa di zanîngehekê de akademîsyen dihêne perwerdekirin... Jixwe di nava rûpelên hejmarên Nûbiharê de gelek nivîsên li ser metod û rexneyê jî hatine belavkirin û ew jî þahidê vê ye... Bi nezera min Nûbihar divê kirinên xwe ji îro þûnda bidete destpêkirin, her wekî ku qey heta niha tiþtek nekirî... Lewra Nûbihar taze geheþte (14) çardesalîya xwe û taze xwînek ciwan û taze kete nava demarên wê... Lê Nûbihar hema tenê bi van 100 hejmarên xwe ve jî barê li ser milê xwe avêtîye, wezîfeya xwe anîye cih û eger hema hinde jî be, ev yek têra keyfxweþî û þanazî û serfirazîya vê kovarê re bes e. Feqet wekî min gotî erka Nûbiharê taze destpê kirîye. Nûbihar ji îro pêve dê geþtir û zindetir û bihêztir be... Lewra Nûbiharê gelek pispor gehandin û ew wekî lejne û koma akademîsyenan li dor fakulteya Nûbiharê bi cih kirin. Wêca ji nû ve ew pispor divê li Nûbiharê bi vî çavî bizivirin û bi qelemên xwe yên têrav û þaraza dest bi dewrê Nûbihara nû ya biberekettir û bi bertir û berhemtir bikin... Jixwe ligel van heqîqet û pesnan hêj karê Nûbiharê yê elzemtir û ferztir maye, her wekî weþandina hemû klasîkan... Mîsalen eger di Kurdî de hezar caran jî Mem û Zîn û Nûbihara Pîçûkan, an jî klasîkên wekî Dîwana Melayê Cizîrî bêne weþandin, divê ev berhemana her ji nava weþanên Nûbiharê derbikevin... Lewra hem ev kar karê Nûbiharê ye û Nûbihar vî karî baþ diîne cih; hem jî Nûbihar nûner û mumesîlê vê dunyayê ye... *** Nûbihara Pîroz bi gelek zorî û meþeqetan heta îro hat û geheþte hejmara xwe ya (100.) sedê... Ev tiþt sebebê keyfxweþî û dilxweþîyê ye lê ew însan û dilsoz û sîyanetperwerên vê kovara ezîz dizanin ku ka heta sed hejmar hatine meydanê çend sedhezar zor û azar hatine kêþan... Nûbihar li alîyekê ve jî bersiva pirsa “Keda destan û ronîya çavan çîye?” ye... Sebra peyxamberan û îmanek qewî lazim e ji bo karên wisa û jixwe Nûbiharê jî bi sedhejmarîya xwe ve hebûna wan tiþtan îsbat kirîye... Her wisa çawa ku Hezretî Îsa gotîye “Însan tenê bi nan najîtin” hin tiþt û pîrozî hene wekî Nûbiharê mirov nikare bêyî wan bijîtin... Belê Nûbihar ev jî nûþa me da û bi me da zanîn... Kovaran qederek xerîb heye lê inþellah dê qedera Nûbiharê baþtir bît û dê bextê wê li gel wê yar bît... Nivîskar Daxwaza serkeftinê dikim bo karmendêd kovara Nûbiharê. Her dem serkeftî bin bîrhatina jimara 100. ku niha derçîtin em pîrozbahîya karmendêd wan dikin daxwaza serkeftinê dubara bo wan dikim. Bi rastî kovarek gelek gelek cihê xwe de ye kovarek gelek gelek jêhatî ye em daxwaza pêþkeftinê bo wan dikeyn. Zêde rolî mamosteyan ayînî di Kurdistanê da çi baþur çi bakur role wana gelek gelek belav biken da bo xelkekî dîyar bitin ku ev millete dîndar e, dînperwer e hej dînî diketin û her wusa edebê Kurdî mêjûya Kurdî nîþanê xelkekî bidin ku em ne feqîr in, em ne yetîm û sêwî ne , me jî hazareke xwe heye, me jî þînwarê xwe, hene me jî kelturê xwe heye. Nîsbet belavkirina kovarî em daxwaz dikeyn ji karmenda kovara xwe sê heyv sê heyv belavkeyn gelek can e. Çunkî ya heyvane dê selbîyatêt wî hebin û îþê lezê însan nikarîtin temam biketin; vêca eger ya sê heyvî bitin ku em dibêjin ya werzî an faslî evahinê cantir e dê bi dilê xwe mewzuatên xwo adetên xwo rutuþ û tasmîma wî hemîyê dê gelek gelek can derkevîtin. Em daxwaz dikeyn ne bes di mustewayê turkîya bitin belku bo wan dewletên cîran taybet hemi perçên Kurdîstanê de bête belavkirin. Nîsbet babetên kovarê em hesdikeyn li gel behskirina li ser çand û hunerê Kurdî nefsî demî da em hesdikeyn her qawmek zayîf û desteser hebitin di cihanê da behsa wan û keltura wan jî biketin bila ewana jî bo me belav bikeyn da ku em bizanin hindekên dî wek me hene. Bi rastî ez ne gel hindê me edebî rojavayî ji me re tercumekeyn bêjine me eve heye li cem wan anku eve heye. Eger edîbek ecnebî hebitin behsa Kurda kirîbitin çi qayd nine bête tercumekirin ku filanî behsa me kirîye. Lê ne gel hindê me ku edîbek tenê behsa tiþtekî kirîye ku ewe çi peywendî gel me nine bes da pelê kovarê tije bin bêne belavkirin anku pelê kovarê da zêde bêne tercumekirin û pê naskirin ez ne gel vê me, ez gel hindê me ku bi tenê bo me dîyar bikeyn ew millletên bindest ka çawa gehiþtine mafê xwo. Careke dî supasîya hewe dikim muwaffaq bin. *** Tahsîn Îbrahîm Doskî Nivîskar Ez yek ji wan kesan im yên her ji serî were û ji nêzîk bi kovara Nûbiharê ya agahdar û cihê dilxweþîyê ye ku min hijmaraka nivisînên xwe jî di vê kovarê de belav kirîne Û bi hizra min mana Nûbiharê hetta jîyê wê gehiþtîye hejmera 100 ê. Nîþana hindê ye ku ewê egerên mane di navxwe de helgirtîne Û wê cihê xwe jî di qada rojnamevanîya kurdî de kirîye Û tiþtê bûye cihê dilxweþîyêmin ewe Nûbiharê þîyîyaye hizra dindarî û millet perwerîyê pêkve bigehînit û biselmînit ku dîndarîya durist ne dîjîya millet perwerîya durist e. Em dixwazîn nubihar berdewamîyê bidete rêbaza xwa û giringîyê pitir bidete belavkirina edabû û dîroka kurdî û berhem û serhatîyên edebî û dîrokî yên kurdî li bakurî bigehînîte alîyên dî kurdîstanê Û giringîyake taybet bidete belavkirina wan belganame û nivîsênên peywendî bi kurdan heyîn yêt ku arþîvên osmanî da heyîn da tarî ji ser wan layan bête hildan. Daxwaza jîyekî dirêj bo Nûbiharê dikim. Hevalbendê te Selahaddîn Þivan 2006/12/08 Nûbihara ezîz û delalî, tu ketî çarde salîya xwe. Mîna xewnên þevan tê bîra min hevnasîna me. Tu gulek di payîzê de biþkivî bû û ez jî bi ber bayê rojava ketibûm û hatibûm gîhabûm Stenbolê. Di rojek germa havînê de li kuçên Stenbolê em leqayê hevbûn. Dostanîya me ewqas pêþve çû ez rojekê nikarîbûm bê dîtîna te bibama. Min hesreta xwe bi te belav dikir. Bîhna xwe bi te freh dikir. Gava hindik dima Stenbol min bi fetîsîne tu dihatî hawara min, Hawar a hemdem. Tu ji bo sedan xortên wek min ku ketibûn kuçê Stenbolê, sitar e, hêvî û war bû. Hevala hêja te em gîhandin qonaxa evînê, te em kirin xwedyê vîn û nivisînê. Ma tê bîra te yekem car gava min ji bo te nivîsî “Teqez hûn jî behitîn li hember vê hevokê” gerînendeya go “ te go çi”. Çi roj me borandin. Ez bi dizî dihatim dîtina te. Min ji bo dîtina te carnan ders terk dikirin, hevalê din dixeyîdîn Tu bayî te ji cihê te ne leqandî, tu navî tu ne tirsandî. Te ne zalîmtî û ne jî mazlûmtî qebûl kir. Rastî û diristî bû rêhevalê te. Lê ew sebr û fedakarîya te. Her dem bû mînak û nîþane. Carnan hevalên te çêbûn lê çilmîsîn, çûn. Tu ne ya hewesên demdemî bûy, xwedyê vînek esasî bûy. Rîçikên te xwe berda ji Stenbolê gîhaþt çaralîyê welêt. Di nava tunetîyê de çardeh sal. Lê te qet li xwe dananî. Tu serbilind û serfîraz jîyayî. Gul ta ku bû dar zivistan û payîzên dijwar dîtin. Carnan ji tu kesî re tiþteke negot lê carnan jî kir hawar û qîrîn. Dengê wê gîhaþt bin xetê, çû derket serê çîyayê agirîyê. Þivanê ber peza, paleyên nav reza tu kirî paþila xwe. Wek nan û av tu ji xwe neqetandin. Ne tenê vana helbet ku bajarîyan jî tu hewandî. Carina ji zarokan re bû zarokîstan, ji bêzar û zimanan re bû ziman. Nizanim ka kes salvegerên te pîroz dikin an na? Tu, wefakarîya tu kesî jibîr nakî. Ma tu dizanî ez zewicîm. Bûm xwedî zarok. Min navê qîzek xwe Nûbihar lêkir. Her çiqas ew di biharê de Xwedêdabe jî min got bila bi navê te bijî. Deng tê te min navê te li qîza xwe kir. Li ba me, li van deran wusa dikin ji bo nav bijîn navê hezkirên xwe li zarokên xwe dikin. Bi vî hawî nav radikin. Ka min nizanîbû ez çi bikim ji bo te ev hat bîra min. Ma gelo cirkî em ji hevûdu qetyane tu çawayî? Ka bêje ta vê hejmarê te çi dîn? Êdî xebera te sê mehan carekî digrêm. Ewil em tim pevra bûn. Ez her roj dihatim dîtina te. Dûv re mehê carê didîtî. Her cara min tu didîtî ji ya berê baþtir bûy. Lê nuha bi tenê sê meha carê xeberê digrêm ji te. Tu dizanî qîza min ya mezin jî ji nivîsîna nameyan pir hez dike û her roj bêrîkên me tijî name dike. Min ew bi çîrokên te mezin kir. Niha bi zimanê te dipeyîve û çarîna te ji bo xwuþka wê ya nûbihar rêz kiribû jiber kirîye. Eger rojekî ew jî bi zimanê te ji te re nameyekî xêz ke tu zanibî ew berhema te ye. Ez ji dûr ve te diþopînim. Lewra dur ketim ji te. Rê û dirb ket navbera me lê tu hîn di dilê min de bêhemta yî. Heval tînin îdî xebera te. Dibêjin ew gula di payîzê de vekirîye bûye dar û ew dara Nûbiharê wê bera sedî bide. Þaxên te ji me re sî, gulên te ji me re bîhna mîsk û ember, dengê te ji me re banga azadîyê. Dosta ezîz, hevala sadiq; Xwedê bike em hîn pir xeberên xêrê ji te bigrên. Umrê te dirêj û rêya te vekirî be. Derketina 100 jimareya Nûbiharê hîvîya di dilan de geþtir dike Cankurd Navê “Nûbihar” pevxistinek kevin e, di zimanê kurdî de. Seydayê hozanvan û hiþmend, Ahmedê Xanî, pirtûka xwe ya ferhengî ji bo fêrkirina zarokan bi “Nûbihar” navkirîye. Ew ferheng ji alîyê þagirdên Kurdan ve bêtir ji 200 sal dihate ezberkirin. Melayên Kurdistanê li ser vê ezberkirinê bi tundî radiwestîn. Mixabin, niha pir hindik Kurd dikarin 4 malikan ji wê “Nûbiharê“ bixwînin, bê ku pirtûk li ber wan be. Berî niha bi 10 an 11 salan, gava cara pêþîn min kovara “Nûbihar” dîtîye, ew bo min bûyerek mezin bû. Li bajarê Kölnê li Almanya bû. Min ji wê rojê de bizava xwe kir, ku ez hemî hejmarên wê bi dest xwe xînim, û ji qabê “bergê” pêþîn ta bi yê paþîn bixwînim. Min gelek caran ji kovarê re gotar û helbestên xwe hinartin. Her car gava hejmarek a ji wê diket destê min ez dilþad dibûm. Min bi kêmtirîn 2 nûserên wê jî naskirin, ku ez bi dostanîya wan jî serbilind im. Îro, min bihîst ku jimareya 100ê li qada wêjevanîya kurdî li ser zimanan e. Ev nîþana xebatek pir mezin û sebr û tewata xebatkarên wê ye, tevî ku ewan di rewþên nebaþ de, bi histobarîya xwe ya dîrokî radibin. Li para mezin a neazadkirî ji welatê me yê di bin zorê de, her weha ye, gava yek xwe bide ber xebatek wêjevanî û çandeyî, kes piþtvanîya te nake, kes harîkarîya te nake û berhemên te nayin kirrîn. Tiving, kasêt, cil û berg, tenbûr û her acetek dî, ji pirtûk û kovaran bêtir tên standin. Xebata ji bo zimanê Kurdî her di tengavê de, di tarîyê de, di hejarîyê û bedrewþtê de ye. Lê dîsa jî Nûbiharê 100 hejmarên xwe dane hev, kirine qeftek gulên geþ û bînxweþ û dane dest yara xwe: Welatê xwe. Nûçeya 100 jimareya Nûbiharê, hêvîya di dilê min de û di dilê hemî Kurdên niþtperwer de bi paþeroja zimanê me yê dayikê, mezin û geþtir dike... Bila hûn ji me re her bimînin sax û berhemdar, hemî xebatkarên Nûbihar a giranbiha û kîbar, çi yên berê çi yên niha. Em di wê bawerîyê de ne, ku hûnê baxê gulan “Nûbiharê” ji neteweya xwe re biparêzin. Ferîd Îzolferidizol@yahoo.com Di wêjeya kurdî de, Nûbiharê xizmeteke mezin kirîye. Ji Xweda yê herî mezin re hemd û sipasîyên bêdawî… Wexta Nûbihara rengîn dest bi weþanê kiribû, li Stenbolê çend hejmarên wê li ba min hebûn. Di jîyana gel kurd de navê Nûbiharê ne xerîb e. Di nav gelê me de, Nûbihara rengîn bi awayekî cîyê xwe yê dîrokî girtîye. Ev jî nîþana wêjeya kurdî derdixe holê. Rêyeke dûr û dirêj bû. Lêbelê, kêmasî jî hebûn û wek her karî… Tu tiþt bêkêmasî nîn e. Hebûna gel bi ziman û wêje ve girêdayî ye. Dîroka Nûbiharê pir rengîn e. Barekî gelek giran û bi zahmetan jîyana Nûbiharê dihat meþandinê. Wek tê zanîn di her karî de zahmetî hene. Belê, rêya zor û zahmetan jî, yek caran bi rahmetî û bereketê ve tê xemlandinê… Êdî Nûbihar xortekî 14 salî ye…Di edebîyata kurdî de, karekî nûjen û hemdem pêkanîye. Xemlandina civaka kurd bêguman bi zanebûna zimanê kurdî ve girêdayî ye. Ji geþkirina vîna neteweyî re xizmeteke pir mezin e. Rê û rêbazên wêjeya nûjena kurdî bi awayekî hemdem pêþ de bir. Nûbihar îro êdî kakilê edebîyata kurdî ye. Zimanê kurdî yê þêrîn li ber astengan jî, qedexebûnê jî, pelîseya (nasîb) xwe girtîye. Ji ber vê têkoþîna demdirêj ji bo gelê me, ev hebûna, vejîna wêjeya neteweyî ye. Êdî ne xema me ye, zimanê kurdî bêxwedî nîn e… Belê, eger îro li Tirkîyeyê çapemenîya kurd ev rêya dûr û dirêj daye ber xwe û li ser vê rêya bi kelem û stirî dimeþe û bêguman çapemenîya kurd êdî xurtirîn bûye. Ev ne xewn e, ev serkeftineke dîrokî ye. Di civaka me de eger guherîn û veguherîn hêdî be jî, ev jî tiþekî ji rêzê ye. Di rewþa bindestan de, mixabin ev wisa ye. Ji têgihîþtina gel re dem divê. Wexta ku gel me, li mîrata bav û kalên xwe xwedî derkevin û zordestên vî welatî wê çi bikin? Pir caran mirov di vî warî de difikire. Gelo ev xewn e, an rast e? Di jîyana kurdên KT de, kovarek hejmara xwe ya 100 î derxîne û jîyana xwe bidomîne. Di dîroka kurdên KT de, ev yek e. Îro kovara Nûbiharê êdî bûye çavkanîya wêjeya kurdî a nûjen e. Em pê kêfxweþ û bextîyar in. Di wêjeya kurdî de, ji bo hemû kurdan navnîþan e. Dilên birîndar, rêya gilî û gazincan, rebenî û belengazî êdî em ji dil û mêjîyan xwe de derxînin. Wateya jîyana me bi zimanê kurdî xweþ û rind e. Peyveke gelek xweþik û narîn e. Nûbihar rêya zanebûn û têgihîþtina gel e. Îro pêwîst e ku gelê me jî, þa bibe û pê serbilind be. Di vî warî de, evîndarên zimanê kurdî barekî gelek giran li ser milên wan e. Belê, di rewþa me de, êdî guherînên mezin hene. Gelê me jî, li gorî þert û mercan tevdigere. Zimanê kurdî hebûna nasnameya neteweyî ye. Nûbihara rengîn di jîyana gelê kurd de, cîyekî xweþ girtîye. Înþallah wê jîyana xwe bidomîne. Em li mîrata xwe xwedî derkevin. Kakilê wêjeya kurdî Nûbihar e… Murad Celalî muradcelali@gmail.com Ji destpêka jîyanê vir de di her dem û dewrê de mirovan li gor þert û mercên xwe, alav û navgînên ragihandinê, têkilîyê saz kirine û bi kar anîne. Hinek deman merivan mirov kirine qasid þandine cîyê ku dê xeber bê þandin, carna agir hatîye bi kar anîn, carna gogerçînan karê navgînîyê kirîye û hê gelek tiþt hatine bikaranîn. Wekî me got, þekl û awayên navgînan li gor derfet, pêþketin û mercên xwezayî peyda bûne. Roja me ya îroyîn de hejmar û awayên peywendî, ragihandin û têkilîyê pir in. Hinekên berê dihatine bikaranîn, gelekî girîng bûn êdî îro hema hema hatine jibîrkirin û belkî çend sal þunde heke ji bo nostaljîyê nebe qet dê neyên bikaranîn. Ji bo vê name mînakek gelekî baþ e. Lewra wekî tê zanîn di dîroka peywendîyê de name pir hatîye bikaranîn, tewr ya sereke ew e. Ji ber di derbarê nameyê de gelek lêkolîn hatine kirin, di têkilîyê de navgîneke hêsan e. Bi rastî kovar û rojnameyên îroyîn jî cureyek ji nameyê ne. Dema min di dibistana navendî de dixwend, apekî min li Enqerê zanko dixwend. Her çaxê ku dibû betlane dihate malê, carê carê ji me re, zarokên malê re pirtûk, kovar û bandên teze dianî. Loma çaxê ew dihat kêf û eþqekê me digirt, ji bo me dibû roja þahîyê. Lewra îlam tiþtekê li para me biketa. A wê hingê, cara pêþîn min di nav pirtûkên wî de li gel hinek pirtûkên kurdî Nûbihar jî dîtibû. Lê wekî gelek zarokên kurd min jî nizanîbû bi awayekî rind, bi hêsanî bi zimanê dayika xwe bixwînim, têbigihêjim. Lê dîsa destê min lê sar nedibû, min dev jê bernedida, ji serî heta dawîyê perên wê diqulibandin, li kûderê nivîs, rêzikek kurt a ku çavê min lê bibirîya ezê bikaribim bi hêsanî bixwînim û fêm bikim bidîta ez bi wê mijûl dibûm. Çaxê min hinekî fêm bikira, serrast bikira jî, wê hingê min çend caran ew nivîsa li cem xwe de dixwend paþê min diçû ewna ji kalik û pîrika xwe re dixwend. Piranîya wan jî helbestên kurt bûn. Belê wekî gelek zarokên kurd min jî bi vî þeklî, piþtî ku ez mezin bibûm fêrî zimanekî bîyanî bibûm, pêrgî Nûbihar a ku bi zimanê min dinivîsî hatibûm. Ji wê rojê, wê hingê þunde li kûderê ez çav bi kîjan kitêb, kovar û yan tiþtekî bi kurdî bihatama min bi baldarî bala xwe didayê û didimê. Li Îdirê ku bajarê zaroktîya min lê bihurîye çend pirtûkfiroþ hebûn, lê di wan yekê tenê de berhemên kurdî û di derheqê kurdan de dihatine firotin. Lê ewna jî pir kêm bûn. Ez jî diçûm wêderê carna li ser lingan carna jî li ser kursîyekî rudiniþtim çend lehza çav li wan digerand û li wêderê cîyê runiþtinê jî hebû me li wêderê sohbet jî dikir. A ez bi vî þeklî hînî xwendina kurdî bûm. Dema ez hatime Stenbolê, li zanîngehê ji her fikir û îdeolojîyê xwendekar hebûn. Loma jî her rêxistin û destê neçîrvanê wan li pey xwendekarên teze bûn. Lê ev ne mijara me ye. Rojên pêþîn ji bo min hinekî nerind bûn, bi tengasî derbas bûn. Lewra nas û dostên min kêm bûn, hema bêje qet tunebûn, lê berêka ez hînî wir, heval û hevaltîyên teze peyda bûn. Berêka min hawir nas kir û bûme beledê wan deran. Rojekê li gel hevalekî em rabûn çûne cîyê Nûbîharê. Me bi çavê xwe navenda wê dît û dilê xwe rihet kir. Lewra ew di dilê min de bibû keserek. Lê mixabin wan çaxan kovarê ji ber qeyrana aborî weþana xwe dabû rawestandin. Ango dibistana mina zimanê dayikê hatibû girtin. Lê Xwedê heske dê demeke kin de dîsa destbi weþana xwe bikiriba. Her çendî ji bo me xwendevanên Nûbiharê kin nebe jî piþtî du salan dîsa dest bi weþana xwe kir. Lê bi form û pergaleke nû. Nûbihar berê mehê carekê derdiket. Îcar êdî sê mehan carekê derdiket. Hejmara rûpelan zêde bibû, ebadê wê mezin bibû. Yanî bîhnvedana dusalan kêrî Nûbiharê hatibû. Jixwe gelek caran meriv ji bûyer, biryar û hwd. dibêje ev tiþt ne rind e, tu lê dinihêrî dibe sedema encameke qenc. Qisa Nûbiharê jî ew bû. Ji roja sifte heya îro kovar bûye derfeteke mezin ji bo me kurdên bakur. Lewra li vê taxa me, weþandin û çapkirina kovar û pirtûkên kurdî, ji ber gelek sedemên ji hevûdu cûda bi zehmet e. Him belavkirin, firotin û reklama wan ne hêsan e, him jî hatinî û mesrefê wan têra xwe nakin. Ji ber vê gotî kes û kesên ku mil didine ber vî kar û barî li gel xebata manewî, ji hêla maddî ve jî keda xwe bidine ser. Lewra heya îro hezar heyf hê bazara kurdî needilîye, nav û deng nedaye. Ji ber wê meriv bi wî karî tenê nikare debara xwe bike. Loma kes û kesên bi weþangerîya kurdî ya bi xurî bi zimanê kurdî dikin di hêla aborî de piþtþikestî ne. Hatînîya wan bi tam têra mesrefên wan nakin. Ji ber vê, yan karê wanê esasî tiþtekî din e û yan jî li ber vî karî de bi xebateke din re jî mijul dibe. Birastî ev, ji bo herkesê bi kurdî re eleqeder dibe wisa ye. A ev yek jî dibe sedema gelek nehênîyan, rêliber qencî û serkeftina vî karî digire, þewq û hêza merivan diþkîne. Lê dema kesên bi biryar, jêhatî, xwedî li daw û doza xwe derdikevin hebin ev pirsgirêkana nikarin bibine asteng, wate bi þeklekî tên çareserkirin. Nûbihar di hawirekî weha dijwar, bi asteng de derketîye û îro vaye gihiþtîye hejmara sedan. Bila emrê wê direj be û gelek sed hejmaran bibîne. Lewra kesên dil bi keser, bîrewer, ji bo mafê gelê xwe têdikoþin bi navgînîya wê bîr, ray, fikir û pêþnîyarê xwe radigihînine civaka xwe. Gel, xwendevan jî bi derketina wê xwedî agahî dibin, fêrî gelek tiþtên teze dibin, bi dunyê dihesin. Bi sê mehan carekê be jî kovareke ku bixwînin destdixin, bi çand, wêje û hunera xwe dihesin û bibîrtînin. Berhemên kevn û nû yê wêje, mêjû û hûnera kurdî dixwînin. Xort, ciwan û kesên nû dest bi nivîsê, ceribandinê û helbestê dikin, xebatên xwe bi saya wê pêþkêþî raya giþtî dikin. –Ez jî yek ji wan im.– Bi vî þeklî kovar di navbera gel de dibe qasidê peywendî û ragihandinê û ev jî karekî hêja û bi rûmet e. Di vê babetê de mirov dikare gelek tiþtan bibêje, lê ev ne cîyê wê ye. Di dawîyê de ez dixwazim taybetîyeke Nûbiharê bibêjim. Her çendî çapemenîya Kurdî ya bakur qels be jî her dem hebûye û weþana xwe kirîye. Lê di hêla olî de ji bilî berhem û xebatên mela, seyda û þagirdên medresên kurdan, wekî kovar, rojnameyan weþana kurdî nebûye û yan jî em haj pê tunene. Cara pêþîn bi Nûbiharê bi vê dest pêkirîye û berdewam dike. Belkî di van çend salên dawîyê de hinek kovar, weþanxane û malperên oldar derketibin, lê yan zimanê wan xurî kurdî nîne, yan bi demeke kurt derketine û yan jî derfet nedîtine bênnasîn. Ji ber vê hindê bi vê taybetîya xwe ve jî Nûbihar tekane ye. Lê daxwaz û hêvîya me ew e ku ji vê þunda ev qada girîng vala nemîne, hevrê û hevkarên Nûbîharê zêde bin. Di vê rêya dirêj û bi renc de mil bidine hevûdu bimeþin û pêþeroja me ronî û geþ bikin. Dr. Naci Kutlay Kurd di Rojhilata Navîn de, yek ji wan civakên herî kevn in. Çarê Çirîya pêþîn 2006’an de Parlamentoya Yekîtîya Awrûpayê, rapora xwe ya derheqê Kurdan niqaþ û qebûl kir. Di raporê de hanî ziman û got; Kurd netewekî dinyayê yî bi nufûs mezin û bê dewlet e. Belê nîvê wan li Tirkîyayê, yên mayî li Ýraq, Îran û li Sûrîyayê dijîn. Li Qafqasyayê jî hene, lê belê ne pir in. Van demên dawî de wek netevek in. Bê þansîya Kurdan, di bin bandora wan dewletên qewî yên cînar de man. Mînak, li dijberî Bîzansîyan bi Selçûkîyan ve bûn yek. Jîyanê ew mecbûrî vê rewþê kiribû. Li hemberî Farsên Sefewî, Osmanîyan girtin. Þah Îsmayîlê Sefewî, di 1501’ê de Dewleta Aqqoyînîyan ji holê rakir. Rewþ bo Kurdan berve baþbûyînê çû. Di halê etnîkî de, li heremê de Kurd ji berê pêþtir her rihet bûn. Dewleta Sefewîyan bi ol Þîî bûn. Beþek ji Kurdên Sunnî ketin bin bandora Sefewîyên Þîî û xwestin bi Osmanîyên Sunnî re bijîn. Koçberî Anadolîya rojhilat bûn. Hinek Elewîyên Tirkman, ji Anadolîyê derbasî Îranê bûn. Osmanîyan zordestî li Elewîyên Tirkman dikir. Lewra ew koçber dibûn. Qulipandina kû bibin Tirk –Tirkbûn- ji Rojhilata Anadolîyê dest pê kir. Her çiqas rojhilata Anadolîyê berî Anadolîya Navîn û Rojava bûn Tirk jî, lê li Anadolîya Rojhilat piranî Kurd bûn. Ne hewcedarîye û ez jî naxwazim qala dîroka Kurdan, ya van 500 salên dawî bikim. Lê belê her tim di dilê merîya û di hiþê me de derbas dibe kû dîroka Kurdan bi sêrî de û bêteref û rastî bê nivîsandinê û nirxandinê. Çiqas ji destê min hat, min xwest kû di vî warî de hine tiþtan pêk bînim. Lê dîsa jî bê qompleks gerek bînim li ser ziman, ji destên min gelek tiþt nehat. Ez dibînim kû hinek heval, ev çend salin, di nav þert û þûrtên pir giran de bin jî, kovara Nûbiharê çap dikin û hejmara 100’î di destê we de ye. Ya rastî ne hêsa ye. Çima ne hêsa ye? Ya yekemîn, Kurdî nivîsandin û xwendin qedexe bû. Hela hela xeberdana Kurdî jî. Wê çaxê berhemên baþ, edebî, ilmî û hemdemîn nikare bîne holê. Pisporên kû van karan bikin, kêm in. Ya dudîya, yên kû van berheman bixwînin her zêde pir kêm in. Bazara çapemendîyê û pirtûk nvîsandinê qels e. Pêþ de çûyin bi vê bazarê ve girêdayî ye. Sêyemîn, dewlet û dezgehên resmî, bi tabetî û tundî zordestîyê li ser mijarên Kurdî û olî dikin. Nûbihar jî him Kurdî ye û him jî Misilmanperver e. Çaremîn, yên kû dikarin bi elifbêya latînî bixwînin û zana û xwendîyên Kurd in, hemû jî di dibistanên Tirkîyê yên lâiq û modern de xwendine. Lewra bi ruh û can (psîkolojîk), xwe gelekî di nav van ramanan de nabînin. Pêncemîn, yên kû vê kovarê didomînin, bi hejmar kêm in, dewlemend nînin, debera xwe ya rojane bi zehmet pêk tînin. Xênjî van sedeman gelek pirsgirêkên din jî hene. Lê ya þeþemîn, Misilmanpewerên Tirk û yên ji ne xelqên Kurd, xwe ji hevalbendên Nûbiharê dûr digrin, bi çevekî sar li wan dinhêrin. Lewra dibêjim kû, ev kar, karê domandina Nûbiharê tiþtekî taybet e û bi qedr û qîmet e. Ezê li ser rewþa sîyasî ya dema van salên dawî bisekinim. Lê belê dixwezim tiþtekî taybet bînim bîra hevalên kû Nûbiharê derdixin û nivîskarên kovarêne. Pirsa min eve; çima li ser babeta Elewîyan jî nasekinin? Elewîyên Tirk hene, yên Kurd hene. Pirsgirêkên wan ne kêm in. Di van mehên dawîyê de sê-çar televîzyonên Elewîyan vebûn. Duzgun Tv, Sû Tv, Cem Tv. Min jî ew mêze kirin. Bûyer bi serê xwe tiþtekî girîng e. Dîrok, civakî, sîyasî û bi hêlên wan ên din nehatin nirxandin. Gelek mezinên wanên dîrokî jî Kurd in. Sunnîyên Tirk, Kurd û yên din dikarin Elewîyan jî niqaþ bikin. Ebûl Wefayî Kurdî zana û mezinekî Elewîyan e. Ebamuslîmî Xoresanî, Suhrawerdî û Xallacî Mansûr jî. Pir kes nizanin kû ev kesan Kurd in. Lê ez hêvî dikim, dîtinên Elewîyan, Kurdîya wan, têkilîyên Kurdên Elewî û Sunnî bên nivîsandinê û lêkolîn kirinê. Birayê delal Silêman Çevîk li ser vê mijarê bisekine, yê kêmasîyekê bîne cî. Necmîye Alpay di rojnama Radikal’ê de (17.09.2006) dinivîse, dibêje kû pirsgirêka Kurd li Tirkîyê hat niqaþ kirin, lê li ser pirsgirekê “xeberdan” nebû. Mabesta Wê, xeberdana esasî û rastî ye. Bi dîtina min rast dibêje. Ew kesên xweyî nîyetên baþ jî di nav de, pir kes di gotinên xwe de li ser tiþtên berçav û konkret nasekinin, tiþtên nedîtbar (soyut- nemüþahhas) tînin ziman. Ser de jî Kurd, ji bo tengasîya demoqrasîyê û tirsa zagonên cezayê her zêde dîqqet dikin û ew jî tiþtên müþexxes xebernadýn. Eva neheqqî ye, lê belê þert û þûrt wisa nin. Li Tirkîyê kesekî mîna Zola derneket, di doza Dreyfus de bû mînak. Gelo Kurdan çima ev kar nehanî cî? Gotin hêsa ye. Li dijî Kurdan hîssên pêþdarazî (Önyargý) pir in. Zagon bo Kurdan her tund, tûj û bêînsaf tên kar hanîn. Lewra Kurd her zehmet xwe îfade dikin. Eger yên kû bi eslê xwe Tirk in, her zêde mil bidin bin demokratbûn û guhastinê, rewþ yê her zêde baþ bibe. Çar salan berê, AKP di hilbijartinê de ser ket, bi serê xwe tenê hukumat damezirand. Bo kû Tirkîye têkeve Yekîtîya Awrûpayê gele guhartin û zagonên nû ji bo demoqrasîyê pêk anî. Tengasîyên civakê bi van guhastinan kêm bûn. Demoqrasîxwez û Kurd kêfxweþ bûn. Bûrjiwazîyên mezin û orte, karker, xwendewan û oldarên kû di bin bandorê de bûn, dilgeþ û rûken bûn. Lê belê yên ku |