Agahiyên Kovarê

Fermo -Berken Bereh
Bihar Ferîdûnê Muşîrî Wergera ji Farisî -Yûnis Dilkoçer
Di Seyahetnameya Îbn Battûta de Kurd -Murad Celalî
Bimeşe lo dilo! bimeşe! -Rojen Barnas
Mewlana Xalid Li Başûrê Rojhilata Asya Martin van Bruinessen -Wergera ji Îngilîzî Talat
Vê sibehê -Berken Bereh
Pêncî Saliya Kurdên Swêdê -Rohat Alakom
Çend Çarîn Mewlana Celaleddînê Romî -Wergera ji Farisî Hayrullah Acar
Elaeddîn Seccadî (1907-1984) Maruf Xeznedar -Wergera ji Soranî: Ziya Avci
Kiralê Pêriyan Johann Wolfgang Von Goethe -Wergera ji Almanî Shahînê Bekirê Soreklî
Di helbestên Mela Ehmedê Zinarexî de Hêmanên naverokî -Abdurrahman Adak
Masûmiyet -Ali Karadeniz
Mewlewî û du helbestên wî -Hêmin Omar
Balûpalê Pablo Neruda -Wergera ji Îngilîzî Talat İnanç
Kovara Nûbiharê Bû Mijara Tezeke Masterê -M. Zahir Ertekin
Çi be, ew e Erich Fried -Wergera ji Almanî Abdullah İncekan
Heskîfa Biçûk Girê Heselmê -A. Meretowar
Bila mala me neçe mîratê -Yûnis Amedî
Pif ke Bilûrê -Nûdem Hezex
Av û ax û agir û hêvî/Kanî ez? -M. Zahir Ertekin
Dengê dilê min -Receb Dildar
Masîstêrka min -Sîpanî
Mirazê Cemal: “Ez her ro li wî aliyê Erez gundên Kurdan dîbînim”... -Hevpeyvîn: Nihad Gültekin
Çavkaniya Zimanan -Mesûd Serfiraz
Dîwana Êtîm -Memet Metin Barlık
Jinbira Dexes û Agirê Hesûdiyê -Besra Pîranij
Ez dizê baranê me -Mewlûd Oguz
Mela Yûsif û Mersiya Xelîfe Hesen -Hanefi Taşkın
Bêdengiya çavê zarokan- Mehmet Ali Aluç
Pepûga Osî Horîgî -Evdî Hesqera
Metnên Şanoya Kurdî -Çetoyê Zêdo
Bajarê li ser pişta welat -Heyama bêhemdê xwe -Rizgar Elegez
Peyamên 25 saliya Nûbiharê

Jimar 139

Di jimara berê de jî min gotibû, bi sala 2017an Nûbihar kete 25 saliya xwe. Bi vê munasebatê gelek kesan çi rasterast, çi jî bi peyam, telefon û bi mailan 25 saliya Nûbiharê pîroz kirin. Em jî bi dil û can spasiya wan dikin, û Xwedê kêmasiya we nede dost û birayên hêja, hûn her hebin, dibêjin. Heta niha li ser Nûbiharê gelek tişt hatine nivisîn, ji vir pê ve jî wê gelek xebat bêne kirin. Niha jî li Zanîngeha Çewlikê li ser Nûbiharê yekem car tezeke akademîk hate amadekirin. Jixwe hûnê bibînin, di vê jimarê de M. Zahir Ertekin li ser vê tezê nivîsiye. Xwediya tezê Türkan Tosun e, mijara wê jî “Edebiyata Zarokan di Kovara Nûbiharê de (1992-2010)” ye… Em dizanin, bi giraniya 25 salan ji vir pêve karê me êdî zehmetir e. Her kes li bendê ye ku em karê baştir bikin, xwe pêş de bibin, naveroka Nûbiharê dewlemendtir bikin… *** Ji ber ku editorê me yê helbestê kek Berken Bereh di nivîsa xwe ya kurt, lê têr û tije de behsa helbestên vê jimarê kiriye, ezê tenê behsa çend nivîsên wê bikim. Îbnî Battûta seyyahekî navdar ê Fasî ye û di sed­sala 14an de jiyaye. Murad Celalî seyahatnameya wî daye ber xwe û li ku derê navê Kurdan, bajarên wan, navdarên wan derbas dibin tev kirine mijara nivîsa xwe… Wekî ku em dizanin pîrê terîqeta Neqşebendîtiyê Mewlana Xalid, Kurdekî Şehrezorê ye û terîqeta Neqşebendîtiyê bi xêra wî li Rojhilata Navîn belav bûye. Martin van Bruinessen di nivîsa xwe ya balkêş de tesîra Mewlana Xalid digihîne li Başûrê Rojhilata Asyayê jî. Ev meqaleya hêja kek Talat İnanç wergerandiye Kurmancî. Xwezî wekî Rohat Alakom çend nivîskarên me yên din hebana. Mala kek Rohat ava be, ev çend jimar in, li Swêdê şopên Kurdan yek yeko taqîp dike û me pê haydar dike. Dizanim di warê rewşenbîrî û nivîskariya Kurdî de rola Swêdê gelek e; lê li gelek welatên din jî Kurd hene, kesnên din rabana û bi vê usûlê behsa Kurdên deverên din bikirana çiqas baş dibû. Nivîskar û lêkolînerê hêja Ziya Avci ji kitêba Mêjûy Edebî Kurdî beşê li ser jiyana Elaeddîn Seccadî ji Soranî kiriye Kurmancî û ev kesê hêja bi me daye nasandin. Nivîsa Abdurrahman Adak ya li ser Mela Ehmedê Zinarexî û nivîsa Hemin Omar ya li ser şairê Soran Mewlewî du nivîsên lêkolînî û balkêş in. Nihat Gültekin ji Kurdên Ermenistanê, bi Mirazê Cemal re li ser rewşa Kurdên Ermenistana berê û ya îro hevpeyvînek xweş çêkiriye. Çetoyê Zêdo di dîroka Şanoya Kurdî de li Iraq, Îran, Sûrî, Ermenistan, Gurcistan, Tirkiyê û li Ewrûpayê çiqas metnên çapbûyî hene nav bi nav dane û nivîsek ku bibe çavkanî nivîsiye. Wekî din di vê jimarê de nivîs û çîrokên A. Meretowar, Yûnis Amedî, Recep Dildar, Mesûd Serfiraz, Besra Pîranij, Hanefi Taşkın û Evdî Hesqera hene… Heta jimareke din di nav xêr û xweşiyê de bimînin… Süleyman Çevik