Zêna
Varqilîn
Nexweşxane
Berxwedan

Mezher Bozan di sala 1957an de li gundê Heramreşê ku li ser Qosera Merdinê ye ji dayik bûye. Li Hewaga Rihayê û navenda Mêrdînê dest bi dibistanê kiriye. Xwendina xwe li navenda Edenê kuta kiriye.
Di dema ku li hemû welat tevlihevî hebûye de li Stenbolê zanîngeh xwendiye.
Du salan li Depa (Karaqoçan) Elezîzê mamosteyiya Îngilîzî kiriye. Piştî du salan sirgunî Kebana Elezîzê bûye. Çar mehan şûnde ji vir jî sirgunî Eflaniya Zonguldakê dibe.
Mezher Bozan 36 sal berê, tevî malbata xwe çûye Swêdê û li wêderê bi cih bûye.
Heta niha bi Kurdî,Tirkî û Swêdî 27 berhemên wî çap bûne. Zewicî ye, du keç û du kur 4 zarokên wî hene…