-Tehsîn Îbrahîm Doskî: Di 1970ê de li bajarê Dihokê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navincî û amadeyî li Dihokê bi dûmahî aniye. Di sala 1991ê de ji Kolêja Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Bexdayê mezûn bûye. Îcazeya zanînên şer‘î û ‘ilmê hedîsê heye.
Di sala 1988an de dest bi belavkirina nivîsên xwe kiriye. Gelek gotar û vekolîn di rojname û kovarên Kurdî û Erebî de li Kurdstanê û Iraqê û li derve belav kirine. Ji sala 1991ê heta niha, li bajarê Dihokê mamostayê zimanê Erebî û perwerdeya Îslamî ye. Di sala 1992an de pişkdarî di derxistina kovara Rasterê ya mehane de kiriye, ku bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê liqa Dihokê ya zanayên dînê Îslamê derdiket. Di navbera salên 1995-2003an de sernivîskarê kovara Vejînê bû, ewa ku bi zimanê Kurdî û Erebî derdiket. Ji sala 1993an pêve gelek bernameyên edebî û dînî di radyo û televizyonan de amade kirine, herwekî: Radyo û televizyona Dihok, Kurdstan TV, el-Iraqiye, Kurd 1, TRT Kurdî, War û Spêde...
Li Kurdistan û derveyî Kurdistanê, beşdarî gelek kongre û sempozyûm û panelên dînî û edebî bûye.
Nivîs û vekolîn û tehqîqên wî bi zimanê Kurdî û Erebî, li dor babetên dînî, dîrok û edebiyata Kurdî ya klasîk in. Şi‘r û çîrok nivîsîne. Herweha ji Kurdî bo Erebî û ji Erebî bo Kurdî werger jî kirine.
Kitêbên wî li Kurdistan, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Lubnan û Îranê çap bûne. Heta niha jimara kitêbên wî yên çapbûyî gihîştiye 136 heban.