Leylname: Çêja wêjeyeke resen


Leylname: Çêja wêjeyeke resen

Jan Dost

Kêm berhemên kurdîziman di van salên dawî de karibûn bala min bikişînin. Ji van berheman jî ez dikarim bêdudilî bibêjim ku Leylnameya nivîskarê xamezêr Ayhan Geverî ye.
Bi rastî ez pir di bin tesîra vê berhemê de mam, min carekê xwend û têr nebûm, cara din jî min dest avête xwendina wê û biryar da ku tiştek li ser binivîsim. Ez dizanim ku vê berhemê nivîske berfireh jî heq kiriye, lê tiştê ku ji min tê ev e û ez bi hêvî me ku li ba kurdîhezan vîna bidestxistin û xwendina vê kitêba delal çêbikim.
Leylnameya Geverî, li gel ku piçûk e jî û jimara rûpelên çapa wê ya yekem (ku min hew ew xwendiye) tenê sed û çar 104 rûpel in jî, lê hêjaye ku li ber serê her xwendevanekî kurmancî hebe. Ew di xwe de gelek cûreyên edebiyatê diguncîne, mirov nikare bibêje ew dîwaneke helbestan e, lê tijî şiir e û bi zimanekî helbestî nazik hatiye nivîsîn. Mirov nikare bi çavên kurtçîrokan lê binêre, lê bîna xweş û çêja şêrîn a çîrokan, vegotina hesan û herikbar a serpêhatiyên delal têde kifş e. Lelyname ji wan cûre berheman e ku bênasnamebûna wê nasnameya wê ye. Ev yek jî bi baweriya min taybetmendiyeke vê berhemê ye û hiştiye ku ew wisa zindî be û li gel xwendevanan biaxive, hestên wan tev bide û geş bike, bihêle ku dilê wan bi lez lê bide û li ser şopên peyva Kurdî ku ji xameyên Xanî û Cizîrî û Feqî û xeyrî wan mîna rêçikên ji zêr herikîne.
Berhemeke nûjen, atmosfereke klasîk
Diyar e ku nivîskar gelekî di bin tesîra klasîk de maye, ji serê pirtûkê heta dawiya wê, şopên klasîkan, navên berhemên wan, sîreta wan, gotin û serpêhatiyên wan ev hemû neqşên vê xalîçeya rengîn in ku navê wê Leylnameye.
Li aliyekê ev şopên me gotî, û li aliyekî din jî nefesa Qurana pîroz, û siya hênik a ayetên Xwedê bûne baskên vê berhemê û hiştine ew di ezmanê xeyalan de bifire.
Dabeşkirina vê kitêbê jî hunereke bi serê xwe, ew ji çar beşan pêk tê, çar beş yanî çar dergeh, bi xêra her tîpek ji navê Leylayê (helbet tîpên erebî) em derbasî hundurê kelehên razan dibin. Her herfek bûye dergehekî vebûyî û te dajo nav gulistana peyvên kurmancî. Her tîpek bûye rêberek û mirov li gel xwe digihîne bihuştan.
Ji navê Leylayê yê şêrîn, Ayhan Geverî ne tenê ji xwe re dergeh û beşên kitêbê lihevanîne, lê ewî her ku fersend dîtiye navê Leyla û Leyl bi awayekî hunerî mîna baxçeyekî gulan li pêş çavên me raxistiye.
Ji ayetên Quranê bigire (We l-leylî) ku di gelek sûreyan de hatiye, heta bi helbestên şairên gewre (Hafiz, Cizîrî, Xanî, Bateyî..) hemû ji nivîskarê me re bûne çavkanî, erê lê çavkaniyê çawa! Tenê çavkaniyên navekî pîroz! Ew berhemên wan gewreyan bûne çavkaniya navê Leylayê:
Muhbeta û işqa di Leylê
Ez kirim yekser pilox (Melayê Cizîrî)
 
Me çav mabû riya xeyla
Ku carek bête der Leyla
Derînî me ji waweyla
Bimînim wê di xemlê da (Melayê Bateyî)
Peyva dawî:
Ev berhem ji wan berheman e , ewên ku di bin tesîra serxweşiyê de hatine nivîsîn, lê hema çi serxweşî! Serxweşiya bi meya işqê, meya tûj a firaqê, meya hecra yarê û sitema awirên wê û sozên ku nayên pêkanîn.
Herweha ev berhem çirayeke ku bi şewqa teswwufê jî diçirise, mûzîka zikrê yarê jê xweş û eşkere tê bihîstin, bîna gulistanên tesewwufê, wehdetul wucûd û şuhûdê, fena fî l-hebîb, xelwexane, kuncê wehdet, û hîn û hîn jê difûre.
Divê mirov bi xwe wê bixwîne, li ber her dergehekî raweste û ji xwe re rihet rihet ji şaneyên li ber her dergehekî hingivê şêrîn ê kurmancî biçêje. Bi nivîseke mîna vê ya min ku tenê danasîneke kurt e jêre, mirov nikare bigihê nava wî baxçeyê ku nav Leylnameye, û dê her û her li ber dergehan bimîne.
 
Jan Dost, Nûbihar, Jimar: 121, Sal: 2012, Payiz

E-mail:  info@nubihar.com

Bibe Abone!
Nivîsên Xwe Bişînin!!
Bo nivîsên we di bloga me de were weşandin, nivîsên xwe bişînin: info@nubihar.com
Facebook