Di edebiyata kurdî da gelek berhem hene binberkirî mane. Van salan ew berhem yek bi yek bi rûyê erdê dikevin. Bi xêra vê yekê em jî ji deryaya kurdî tehmên cûr bi cûr ditehmijin. Yek ji wan berheman Dê û Dêmarîya Egîdê Xudoyî ye…
Romana “Dê û Dêmarî”yê di şeveke zivistana sala 1942an da dest pê dike: Karê wê şevê ji nobedarîya êtîmxaneyê vedigere malê, kar û barê xwe diqedîne dikeve nav cihê xwe ku razê, derê wê tê kutan. Gava derî vedike dibîne ku jinek û zaroka wê ya di hemêzê da, Karê wan hildide hundirê malê ji wan re malê germ dike û paşê herdu jin ji hev ra çîrokên xwe vedibêjin. Jinika mêvan a navê wê Evdokiya behsa rojên şer ên giran dike, behsa mêrê xwe yê di Şerê Dinyayê yê Diduyan da hatiye kuştinê dike. Karê jî behsa destgirtîyê xwe Cemal ê ku di nava şer da ye dike…
Karê rojek piştî mêvanên xwe gava şevekê hişyar dibe dibîne ku Evdokiya ne di cihê xwe da razaye. Çavên wê bi nameya ku Evdokiyayê li dû xwe hiştiye dikeve, di nameyê da dinivîse ku dixwaze here tevî şer bibe û heyfa mêrê xwe ji dijmin bistîne. Bi nameyê ra kurê xwe yê piçûk jî dihêle û diçe…
Karê berê her çiqas ji vê rewşê aciz bibe jî ew li wî zarokî xwedî derdikeve û wî ji xwe ra kurekî dihesibîne. Navê lawik; Şaşa(Îskender, Îsko) ye.
Xebera mirinê ya Cemalê dergistîyê Karê tê. Karê piştî vê xebera reş her çiqas zewacê li xwe heram bike jî, piştî zemanekî ew bi hevalê Cemalî Ûsivê xizekçî ra dizewice lê rojekê hespê xizekê refesekî(zîtik) li singê Ûsiv dixe û çendek piştê vê bûyerê Ûsiv jî dimire. Her salên derbas dibin Karê zêdetir bi Şaşa ra tê girêdan, Şaşa jî hez ji Karêya dêya xwe dike. Şaşa mezin dibe dilê wî dikeve hevala wî ya dibistanê Sîsê lê ev yek xweşa dê û bavê Sîsê naçe ji ber ku Şaşa ne kurde. Dêya Şaşa ya rastî carcaran ji Karê ra name dişîne. Lê Karê tu caran ji Şaşa ra behsa dêya wî ya heqî nake. Heta rojekê nameya Evdokiyayê ya ku têda nivîsîye dixwaze were Karê û Şaşa bibîne. Karê bi lez dixwaze Şaşa û Sîsê bizewicîne ku Şaşa bi dêya xwe ra neçe lê dê û bavê Sîsê naxwazin keça xwe bidine yekî rûs. Karê ji rûsipîyên gund û mamosteya Şaşa û Sîsê alîkariyê dixwaze û bi alîkarîya wan ew Sîsê ji Şaşa ra dixwazin û dewata wan dikin.
Dêya Şaşa dema tê gund herî pêşîyê Karê hemêz dike û wê ji xwe ra wek xûşk dihesibîne û Evdokiya kurê xwe yê bi salane nedîtîye hembêz dike…
Paşê tev Evdokiya bi malbata xwe û Karê û Şaşa û Sîsê diçine Ûkraynayê li ser gora bavê Şaşa û Cemalê dergistîyê Karê herdû jî di heman goristanê da veşartî ne. Karê tenê vedigere gundê xwe; Mêrgesorê. Şaşa û Sîsê jî diçine Lenîngradê li wir bijîn û xwendina xwe dewam bikin.
Roman bi zimanekî zelal hatiye nivîsîn, ziman jî bi şibandinên xurt û motîfên folklorîk hatiye xemilandin. Di vegotinê da gelek biwêj û gotinên pêşîya hatine bi kar anîn: “Siba xweş di sibê da xweş e.”(r.31) “Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e”(r.34), “Kevir hol dibe, tê li ciyê rast disekine.”(r.54), “Malxwê malê riya malê dizane.”(r.61), “Erebê ku hate ber barkirinê, gere bar kin.”(r.79) hwd. Gelek mînakên wiha vegotin xurttir kiriye. Di romanê da gotinên dubare gelek in, ew jî vegotinê hêsantir dike û nahêle xwendevan ji kitêbê aciz bibe. Çend mînak: “Çirke-çirka berfê li ber pencera wê hat.” “… gune-gune li wê dinhêrî” “pêra-pêra ber dilê wê da hat.” “Zû-zû çû-hat”(r.6)
“Hela ciwan-ciwan bê miraz ma.”(r.23), “De pak-pak(/r.35) û hwd… pir bûna van mînakan heta dawîya romanê dewam dike. Roman ji aliyê ziman ve xwendevanê xwe aciz nake. Heta ji destê nivîskar hatiye bi zimanekî sade, herikbar û sirûştî nivîsîye romana xwe, ev jî karê xwendevan hêsantir dike û kitêbê di bêhnekî da jî dikare bide xwendinê.
Di romanê da her çiqas mijarên cuda hebin jî, ji serî heta dawîyê li ser têkiliyên dê û zarokên wan in; Perîşan û Karê, Karê û Şaşa, Evdokiya û Şaşa, Seyran û Cemal, Almast û Ûsîv, Fatê û Sîsê hwd. Em di van mînakan da dibînin dêtî ne tenê bi lehengekî ve girêdayî maye, nivîskar bi çend lehengan ev mesele derxistiye pêş. Dêtîyê bi awayekî erênî berbiçav dike, di nav lehengên dayik da lehengeke neyînî tune; belê meriv dikare hinekî li ser Fatêya dê ya Sîsê bisekine lê ku meriv hinekî lê kûr be dibîne ew jî lehengeke ne xirab e. “Efo û kulfeta wî- Fatê merivên rûnerm, qedirgir û cînarine qenc in. Taybetî Fatê jineke bi hemdê xwe, kûr û dûr bû.”(r.62) Bi vê mînakê jî tê dîtinê Fatê jî lehengeke erênî ye.
Dê û Dêmarî, 2016 çapa sisêyan, Nûbihar, Stenbol, Tîpguhêzî Nacî Kûtlay
Dêtî hesteke çawan e ji bo mêrekî li ser vê meseleyê axavtin barekî zor-zehmet e, lê Egîdê Xudo di romanê da ev barê giran hilgirtiye ser milên xwe û bi awayekî xurt jî ev bar kişandiye li dewsa wê ya sirûştî bi cih kiriye. Nivîskar bi me dide zanîn dêtî ne tenê hesteke xizmane(biraxwetî) ye; ew qedera kesên ne ji erdnîgarîyekê û ne ji qewmekî û ne jî ji dînekî bi rashatinekê dihûne û berpêşî me xwendavanên xwe dike. Roman dêtîyê ji qalibê biyolojîk derdixe, bi şeklekî din bi hest û ked û merivatîyê derdixe pêş me.
Nivîskar tenê dirûvê dêtîyê naguhire, ew aîdbûna neteweyekê jî ji qiloxperestîyê cuda dike; aîdbûna neteweyekê bi ziman û çand û kevneşopiyên wê va girêdide. “Ev xorta bîyanî bûye, di nav me da mezin bûye, erf-edetên me, zar-zimanê me ji me rindtir zane.”(r.61)
” Îskenderê kurê Karê… di nav me da mezin bûye, terbiye-torê me girtiye, hatiye li ser dîn-donê me, edetê me, îdî hûn çi dixwazin?”(r.78)
“…ji bo vî xortî ku bi eslê xwe va Ûris e, lê bi ruhê xwe va Kurd e…”(r.82)
Kurdên Qafqasyayê, Sovyetê wek welatê xwe dibînin; Cemal di dema şer da; “Ez li hêvîyê nasekinim ku gazî min bikin, bê gazîkirin jî ez zef rind zanim ku van rojên giran weten li hêvîya ewledên xwe ye…”(r.5-6)
Xuyaye serbestîya ziman û çanda kurdî ya li Sovyetê bandor li kurdên Qafqasyayê kiriye û ew jî Sovyetê ji xwe ra wek welatê xwe dihesibînin.
Nivîskar di romanê da têkilî û dostanîya kurd û rûsan dide xuya kirin; “…salên reve-revê ji destê Roma Reş, wextê em ji welatê xwe derxistin, kê em xelaskirin, hi?”(r.60) Meriv dikare bibêje bi vî awayî, bi van gotina nivîskarê kurd ê Sovyetî mineta xwe diyar dike ji rûsan ra. Di nameya Evdokiyayê da jî pesnê kurdan tê dayîn: “Ew miletekî rojhilatê ye here kevn e ku niha bi mêrxasî şer dike ji bo azayî û serbestîya xwe. (…) wekî jinên wî milletî di nav temamiya rojhilatê da yê herî aza û mêranî ne…”(r.51)
Meriv dikare bibêje mirina Cemal û Nîkolayî di şerê li dijî Artêşa Nazîyan da mehneyek enternasyonalîst jî dide romanê. Egîdê Xudo di derheqê Şerê Cîhanê yê Diduyan da lehengên xwe bi awayekî yekalî dide xuyan, di gelek cihan da leheng rasterast dijberîya Hîtler dikin. Hîtler wek “merivxur” tê pênase kirin û di dewama romanê da jî ji devê lehengan nifir li Hîtler têne kirin: “Belkî kilîta reş bi devê Hîtler bikeve”(r.21), “Belkî mala Hîtler kavila kulê be.”(r.22) di van mînak da da xuya dike ku vegotina romanê yekalî ye, lê ev yek ji romanê tiştekî kêm nake.
Roman panoramaya kesên di nav nava şer da maneye, ji jiyana wan a biêş û ezab tîne ber çavan, bi taybetî jî jiyana jin û zarokên bê dê û bav mayî bi me dide zanîn. Jixwe di romanê da bi pirranî leheng jin, zarok, kalemêr û mêrên ciwan jî tenê yên kêm endam hene. Bi wan tiştan nivîskar bandora şer a li ser kesan tîne ber çavan. Karê çiqasî êş û ezab dîtibe jî bi sebir û tehemûla xwe digihîje mexsedê xwe Şaşa xweyî dike, dide xwendin, mezin dike û dizewicîne. Li hemberî tengasîyên jiyanê yên qet naqedin, liberxwedana Karê qiymeta sebir nîşanî me dide.
Jiyan?
“Kê ya jiyanê zane, çi bêjî ku nayine serên meriyan.”
*Dê û Dêmarî di sala 1986an da li Êrîvanê bi tîpên kîrîlî çap dibe, di sala 1995an ji Weşanxaneya Nûdemê bi tîpguhêziya Nacî Kûtlayî çapa diduyan
dibe.
https://lavlavk.wordpress.com/2019/05/29/li-ser-de-u-demariye-h-ronak/ : Ev nivîs cara pêşî li vir hatiye belavkirin
E-mail: info@nubihar.com