Nûbihar 162
04 Çend Feqiyê Teyran Hene? Ayhan Geverî
09 Divê bi serê tavê re hilhata Rojen Barnas
10 Hinek Bêjeyên ji Devoka Zarokan Yûnis Amedî
12 Xemleysiyek maye Azad Rêbiwar
13 Ji wê yara dilnewaz Hafizê Şîrazî Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar
14 Li gor xalên sereke Berawirdkirina Zazakî û Kurmancî Murad Celalî
19 Hespek min hebû ji şaxê tuwê M. Tanrıkulu
20 Mîrnîşîniya Mukriyan di sedsala 15ê zayinî de Rebîa Fettah Şêx Mihemmed Ji Soranî: Mustafa Gökkan
23 Tu bi Rebê xwe yê E‘la kî M. Ebdulhemîd Mendanî
24 Barbariya Şiîrê, Paul Celan û Meqamê Mirinê Abdullah Încekan
27 Reşbelekên Jiyanê Dilazad A.R.T
28 Hemed Hekîm an Mor Osyo Mehmed Emin Cırık
33 Hejderha Huseyn Zana 33 Dengpêj Lehî Bohtan
34 Edebiyata Namenivîsînê: Ji Mela Xelef Remezanî ve bo Ebdurreqîb Yûsiv Hêmin Omer
36 Xatirayeke li ser rêwitiya Başûr ya bi Şehîd Îzzettîn Yıldırım re Îbrahîm Kurmanc
40 Berhevkarê Kevneşopên Êzdiyatiyê Kemal Tolan: Êzdîtî û Kurdîtiya resen mîna goşt û hestiyên bedenekê ne! Hevpeyvîn: Nihat Gültekin
48 Mirî û Zindî Kevok Mizgîn
48 Ez navêm dayê Bedirhan Epözdemir
49 Çayname sîpanî
50 Mela Nûrullahê Godişkî û Qesîdeya Wî ya li ser Şêx Tahayê Norşînî M. Zana Karak
53 Keskesora min Sabri Akbel
53 Mirin berdêl bû li vî welatî Muqades Agirî
54 Şebçirax Romana Melayê Cizîrî Rahmetullah Karakaya
58 Pesn û Bistîdan Pablo Neruda Wergera ji Îngilîzî: Talat İnanç
62 Morîkên Xewê Nûhat Qoser
65 Eşqa min bo te Asyah Goyî
66 Qamyona Gotinan Sabri Akbel
68 Derbarê Mirinê de Ersin Tek
69 Nav li te nayên Mihemed Elî Bayram
70 Du Bira Berhevkar: Fatma Ç. Şahîn
72 Çîroka Kerê Kurê Kerê Berhevkar: Zana Şaybak
73 Venedîg Friedrich Nietzsche Wergera ji Almanî: Abdullah İncekan
74 Axayê Stenbolê Berhevkar: Dilazad A.R.T
76 Min di xew de dengê teqînê di mejiyê xwe de hîs kir Mustafa Acar
78 Kabak Çekirdeği Wehab Mistefazade
81 Mîr dimire Felat Dilgeş
82 Gelo delal bû? Ebru Yılmaz
83 Gul Seyyid Rissînî 83 Geşta Dûmahiyê Edrîs Heyder
84 Halên Navan Nasır Kemaloğlu
88 Mela Xurşîdê Tînîsî Hanifi Taşkın
91 Golikê Bêterî Davut Elçi
92 Xatirxwestin Evdilxaliqê Îsa
93 Ji bo Zarokan Du Çîrok Yakup Kiraz Wergera ji Tirkî: İdris Gök
Ji jimara 162an merheba. Dema me ev jimar amade dikir 6ê sibatê, li du navçeyên bajarê Meraşê, destê sibê li Bazarcikê, nîvro jî li Elbîstanê du erdhejên gelek bi şîdet çêbûn. Bi sedema van felaketên li pey hev, ezê di vê nivîsa edîtor de bi awayekî din derkevim pêşberî we: Ezê weke jimarên berê, li vir behsa naveroka kovarê nekim; bi kurtî be jî derbarê vê erdheja ku van rojan jiyana me serûbin kiriye de çend gotinan bikim. Li gor pisporan, erdhejeke weha bi şîdet di demek nêzik de li Tirkiyê çênebûye. Ev felaket ewqas mezin bû ku ne tenê Meraş û derdora wê, herweha gelek deverên dûr jî, nîvê Tirkiyê, welatê Şamê, Misir, heta Urdunê jî ev felaketa dijwar hîs kiriye. Jixwe derûdorên ku vê erdhejê xesarek mezin lê kiriye, me wek xerîte li ser berga vê jimarê daniye. Xesara herî mezin li bajarên Meraşê, Semsûr, Hetay, Dîlok, Meletiyê, Osmaniye, Edene, Diyarbekir, Riha û li Kilîsê çêbûye; bi deh hezaran mirov mirine, li van deran yan gelek avahî hilweşiyane, yan jî gelekan xesarên mezin dîtine û îmkana sitarê di wan de nemaye. Li gelek deveran, ji hin malbatan kesek xilas nebûye, ji hin malbatan jî gelek kes di bin xerabeyan de mane, wefat kirine. Her çiqas derdorên fikren û zîhnen nexweş, vê felaketê weke ku tenê li Tirkiyê bûye bînin ziman jî, li Suriyê jî, bi taybetî li cihnişînên Kurdan li Efrîn û Cindirêsê jî xesarek mezin heye, li van deran jî bi hezaran mirî hene. *** Erdê Tirkiyê û Kurdistanê herêma erdhejê ye. Dem bi dem li vê erdnîgariyê erdhejên mezin çêbûne û çêdibin. Rast e felaket mezin e; lê dewlet jî ji bo rojên weha hene, afatên weha ji bo dewletan îmtîhan in. Lê xuyaye weke erdhejên berê, bi taybetî jî di rojên ewil de dewlet dîsa ji îmtîhana xwe derbas nebûye. Ev hikûmet 20 sal in rêyan û avahiyan çêdike, lê ji bo erdhejê xuyaye ku tedbîrên cidî nestandiye. Ew rê û avahiyên çêkirine jî îro yan xerab dibin, yan jî dihilweşin. Ji bo ku qisûr û acziyeta xwe veşêrin, heqê tu kesan tuneye ku rabin sûc û qebahetên xwe bavêjin stûyê qederê. Helbet teqdîr teqdîra îlahî ye. Lê eger tu wezîfeya xwe nekî, eger tu tedbîrên beriya erdhejê û piştî wê nestînî, gelê xwe serwext nekî ev gotin êdî behane ne. Ji bo gelê xwe ji van felaketan biparêzî te gelê xwe perwerde kiriye? Gelo avahî li gor usûlê tên çêkirin? Tu teftêşa wan dikî, tu zemîna ku avahî lê çêdibe kontrol dikî, dema qisûrek hebe tu jê re çavê xwe digirî, yan wan qisûran rast dikî? Te çiqas li plansaziya bajaran riayet kiriye? Ji bo welatiyên xwe ji felaketên weha biparêzî, di cihkî ewle de wan sitar bikî, hewcehiyên wan tedarik bikî, te tiştekî kiriye? Pêşiyê van wezîfeyên xwe bi cih bîne, paşê tewekul bi Xwedê bike. *** Ji roja ku erdhej çêbû, ji dewlet û saziyên derve bigre, hetanî her însanê vê erdnîgariyê, biqasî îmkanên xwe alîkariya mexdûrên erdhejê kirin. Ji bajar û navçeyên Kurdan jî çi partî, çi komele, çi jî şexsiyet, xelkê me çi ji destê wan hat, bi dil û can kirin. Lê di organîzekirina alîkariyê de pirsgirêkên mezin derketin. Mixabin dewlet dixwaze alîkarî tev di bin kontrola wê de bin, lêbelê divê pêşiya saziyên sîvîl veke. Lewra di rewşên weha de organîzebûn û sivikbûn gelek girîng e. Li hember vê felaketê, tu gotin nikare êşa me bîne ziman. Em bêhed xemgîn in. Em ji yên mirî re ji Xweda rehmetê, ji bo xizm û malbatên wan û ji hemû gelê xwe re sebr û metanetê dixwazin. Xweda sebr û metaneta wan zêde bike. Xweda her dem û wextan me ji afat û belayan biparêze. Heta jimara din hêvîdar im, birînên me bikewin û bêhtir werin ser hemdê xwe. SÜLEYMAN ÇEVİK