Nûbihar 166
04 Mela Ebdurehîmê Heyderî (1917-2001) Hanifi Taşkın
10 Seîdê Kurdî û Têgeha Komarê Abdullah Can
14 Romannûsiya Ereb Şemo Edîb Polat
18 Miaşê te heftê banqnot Felat Dilgeş
20 Wê Mustafa Berzan Döner
21 Birîn Berken Bereh
22 Şefqeta mar û mêr Sabri Akbel
25 Sipêde-dem bo tobeyê Hafizê Şîrazî / Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar
26 Dilovan: Çil û du stranên bavê min di radyoya Erîvanê de hene Hevpeyvîn: Nihat Gültekin
34 Şahê Dilî Asyah Goyî
***
35 Medyaya civakî ya Kurdî û girîngiya teyîdkirinê Edîtorê Dosyayê: Ahmed Kanî
36 Di bin bombebarana nûçeyan de dê Kurd çawa bikarin wan teyîd bikin Ahmed Kanî
38 Hîva Çardeyî Zeynel Abidîn Yıldırımçakar
39 Piştrastkirina zanyariyan û rewşa bikarhênerên Kurdên medyaya civakî Ferid Demirel
41 Li ser çapemeniya nû galegala li qehwexaneyê Cemil Oguz
43 Medyaya edetî û ya dîjîtal Murat Bayram
45 Bikaranîna medyaya civakî ya Kurdî Hasan Kösen
47 Zarok Seyyid Rissînî
48 Medyaya civakî û bikaranîna wê Hecî Kardoxî
49 Li Berlînê Abdullah Încekan
50 Bikaranîna tora civakî li Başûrê Kurdistanê Dr. Magded Sapan / Ji Soranî bo Kurmancî: İbrahim Şadman
52 Doç. Dr. Ekrem Önen: Medyaya Kurdî hîn di qonaxa partîtiyê de ye Hevpeyvîn: Ahmed Kanî
57 Serban Sezai Karakoç / Wergera ji Tirkî: Qedrî Sipranî
58 Rewşa zimanê medyaya civakî li Başûr Welat Tofîq
59 Rewşa bikaranîna torên civakî li Rojhilat Hesîbe Fayiqî
60 Rewşa medyaya civakî li Rojava Konê Reş
****
61 Terlan û Baz im Ez Hibrî (Rizgar Elegez)
62 Mirineke Naîf Mehmet Sena Sönmez
65 Keskesor Şukran Çaçan
66 Esas û prensîbên xebatên ilmî Şerîf Çelebî
71 Heft Haykoyên Zivistanê Sidîq Gorîcan
72 Demsalên Temen Zeynep Çelik
74 Melûlî bû Azad Rêbiwar
75 Evîn Muaz Özel
76 Zêrka Zêran A.R.T Dilazad
77 Halepçe Yusuf Abay
78 Du Bav û Law Dawid Aram
80 Li rex te Evdilxaliqê Îsa
81 Qewmê Nûh Mehmet Soysal
82 Dîrega Ceyranê Tekin Çifçi
83 Heyran Cîhan Roj
84 Lalîxan: Teswîra Dem û Dewranekê Receb Dildar
86 Payîz Hekîm Meretoyar
87 Hem nav û hem qamet elîf Hamza Tokmak
88 Hûrbîniyek li ser Romana Lerzê Emînê Botî
92 Romana jiyan û têkoşîna Şêx Evdirehîm Lokman Polat
Ji jimara 166an merheba! Em gelek bextiyar in ku bi jimareke nû li pêşberî we ne. Bi vê jimarê kovara Nûbiharê dibe 32 salî û cildê me yê 27an jî temam dibe. Di vê jimarê de jî me dosyayeke amade kiriye. Navê dosyaya me “Medyaya Civakî” ye. Dema em medyaya civakî dibêjin ez bawer im hûn dizanin em behsa çi dikin. Ji zarokan bigre heta mezinan, îro gelek kesan qet nebe Facebook, You Tube, Twitter, WhatsApp, Instagram, Telegram, Tik Tok yan jî navekî din bihîstiye. Em dizanin erdnîgariya me di nava çar dewletan de parve bûye; mixabin di navbera Kurdên van dewletan de danûstandinek xurt tuneye. Di ser de, Kurd tenê li çar dewletan najîn. Li payetextên van dewletan, li bajarên wan yên mezin, li Ewrûpayê, li Emerîkayê; bi kurtî li çar deverên cîhanê îro Kurd hene. Dilê me ji hevûdu re bixwaze jî, em ji hev dûr in û her kes bi pirsgirêkên xwe ve mijûl e. Erê dewleteke Kurda tuneye, lê weke milletên xwedîdewlet, Kurd jî dikarin ji îmkanên medyaya civakî îstifade bikin. Eger bixwazin dikarin li ser van hesaban agahiyan belav û bar bikin û bêyî pasaport peyamên xwe bigihînin her deverên dinyayê. Jixwe van salên dawîn me dinyayek agahî li ser van paltforman bar kiriye. Îro Kurd li ser van platforman muzîk, dîrok, çand, ziman û gelek materyalên xwe li cîhanê belav dikin. Bi vî awayî wan ji wendabûnê xelas dikin û dikin xizmeta Kurdên cîhanê. Ev çend sal in, medyaya civakî dinyaya me kiriye yek û sînorên ku dewletan ji me re danîne rakirine. Helbet aliyê neyinî yên van paltforman jî hene; dema meriv bi niyetek xirab bi kar bîne, ev paltform ji xirabiyê re jî xizmetê dikin. Yek tiştê neyinî yê medyaya civakî derew e/îftira ye; derew weke rastî pir zû belav dibe. Tiştekî din; gelek derdor, sazî û dewlet dikarin medyaya civakî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, dînî û rêxistinî bi kar bînin. Jixwe nivîskarên dosyayê li ser van mijaran jî sekinîne. Edîtorê dosyaya me Ahmed Kanî ye. Ahmed Kanî, Ferid Demirel, Cemil Oguz, Murat Bayram, Hasan Kösen, Hecî Kardoxî, Dr. Magded Sapan, Doç. Dr. Ekrem Önen, Welat Tofîq, Hesîbe Fayiqî û Konê Reş bi nivîsên xwe ked dane vê dosyayê. Ji bo keda wan ya hêja, em ji tevan re spas dikin. *** Çend gotinan jî derbarê nivîsên derî dosyayê de bibêjim: Hanifi Taşkın digel helbestek Mela Ebdurehîmê Heyderî derheqê jiyana wî de jî têra xwe agahî dane. Abdullah Can nêrînên Seîdê Kurdî yên li ser komarê kirine mijara nivîsa xwe. Edîb Polat li ser naverok û lehengên romanên Ereb Şemo nivîsa xwe ava kiriye. Şerîf Çelebî li ser têkiliyên mirovan û xebatên ilmî 5 prensîbên girîng nivîsîne. Di vê jimarê de 3 nivîskaran, 3 heb pirtûk dane nasandin: Receb Dildar romana Lalîxan ya Halil Aktuğ, Emînê Botî romana Qasim Pîro Lerz, Lokman Polat jî romana M. Seîd Temel Şêxê Piçûk daye nasandin. Nivîskarên çîrokên wan weşiyane ev in: Felat Dilgeş, Sabri Akbel, Mehmet Sena Sönmez, Zeynep Çelik, A.R.T Dilazad, Dawid Aram û Tekin Çifçi. Berken Bereh, Mustafa Berzan Döner, Hafizê Şîrazî. Asyah Goyî, Zeynel Abidîn Yıldırımçakar, Seyyid Rissînî, Abdullah Încekan, Sezai Karakoç, Hibrî (Rizgar Elegez), Şukran Çaçan, Sidîq Gorîcan, Azad Rêbiwar, Muaz Özel, Yusuf Abay, Evdilxaliqê Îsa, Mehmet Soysal, Cîhan Roj, Hekîm Meretoyar û Hamza Tokmak jî şairên vê jimarê ne. Hevpeyvîna ku Nihat Gültekin bi hunermend Dilovan re kiriye, ew jî di vê jimarê de weşiyaye. Heta jimara 167an bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK