Miradê Kinê Jiyan, Huner Û Stranên Wî

Miradê Kinê Jiyan, Huner Û Stranên Wî

Herêma Torê; ciyê dîn, milet û şaristaniyan e; herwiha cî û warê çanda Kurdan e jî. Yek ji hozanên me yê di nava vê pirrengiya çanda dewlemend de gihiştî, Miradê Kinê ye. Ew bi navê “Miradê Kinê”, “Mirado” û bi leqeba “Mîrê Ribabê” tê naskirin. Bi eslê xwe ji navçeya Kerborana Mêrdînê ye.
Miradê Kinê, hunermendekî dualî ye; hem stranên kêf û dawetan gotine hem ji yên dengbêjiyê. Stranên kêf û dawetan bi wezn û aheng, yên dengbêjiyê jî bi awaz û bi şewat gotine. Wî bi vê dualîtiya xwe, geh dilê xelqê xemgîn kiriye, geh jî şengîn kiriye. Wî, di muzîka Kurdî de digel awaz û şêwaza xwe, bi ribaba xwe jî reng û tarzekî nû û ciyawaz afirandiye, ku niha jî gelek hunermend li ser tarza wî stranan dibêjin.
Miradê Kinê, hem gula dîwan û civatan hem jî bulbulê dawetan bû. Li herêma Torê, hunermendê ku herî zede ji bo dawetan dihate vexwandin û hezkirin, ew bû.
Vêca ev kitêba li ber destê we li ser Miradê Kinê ye. Ji du birrên sereke pêk tê. Birrê yekem lêkolîn e li ser jiyana Miradê Kinê û stranên wî, birrê duyem jî deşîfrasyona 116 stranên wî ye.

Hurşît Baran Mendeş

Hurşît Baran Mendeş di sala 1976an de li Cizîra Botan ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li Hezexê xwendiye. Di sala 1996an de neçar maye ku koçî navçeya Urlaya li ser bajarê Îzmîrê bike. Li wir di rojnameya Çağdaş Urla û Yarımada de dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre jî di van rojnameyan de qunciknivîsî kiriye.
Pirtûka wî ya yekem a helbestan “Botan Geceleri” di sala 1996an de hat weşandin. Di tarîxên cuda de bi giştî 5 pirtûkên wî yên helbestan ên bi navê Merhaba Barış, Cudi’nin Sessizliği, Dicle Günlüğü û Roboski 36 Şarapnel hatin weşandin. Herwiha pirtûka li ser jiyana dengbêja mezin Meryem Xanê ya bi navê Meryem Xan, Hayatı ve Sanatı di sala 2019an de hat weşandin.
Di sala 2000î de li Hezexê çapxaneya yekem damezirand û rojnameyek herêmî ya bi navê Güney Expres weşand. Di gelek sazî û dezgehên alîkarî û piştevaniyê de weke serokê damezirîner û rêveber peywir girt. Di gelek ajansên neteweyî de nûçegihanî û herwiha di gelek rojname û malperan de jî qunciknivîsî kiriye. Di sala 2010an de li Şirnexê bûye serokê damezirîner ê “Komeleya Rojnamegerên Şirnexê” (Şırnak Gazeteciler Cemiyeti). Di sala 2011an de li navçeya Kerboranê ya li ser bajarê Mêrdînê, rojnameya herêmî Dargeçit Haber saz kiriye/weşandiye. Hurşît Baran Mendeş li ser herêmên Torabdîn, Serhed û Botan xebatên berfireh ên sosyolojîk dimeşîne.
 


Navê Kitêbê Miradê Kinê Jiyan, Huner Û Stranên Wî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Hurşît Baran Mendeş
Wergêr / Lêkolîner Hurşît Baran Mendeş
ISBN 978-625-6605-15-2
Cûre Folklor
Rûpel 496
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 1
Berg Sert