Hinekirî mane guliyên şevê

Hinekirî mane guliyên şevê

Ev berhema M. Zahir Kayan a dawî, ji 696 şiîran pêk tê. Her yek ji wan, bi terma gatayê hatiye binavkirin. Wî peyva gatayê ji bo şiîra xwe daniye; lewra di Îrana qedîm de lawijên herî kevnar, şiîra herî dêrîn, qewl û gotinên gatayê ne. Wî peyva gatayê ji bo dax û baxê dilê xwe kiriye behane. Belkî wî bi gotina gatayê, rola şiîra Kurdî derxistiye asteke pir muema, û di vê dîwanê de daye dû vê muemayê…
Hinekirî Maye Guliyên Şevê, berhema sêyem a M. Zahir Kayan e. Beriya vê, bi navê “Hîç” û “Asoya Peyvên Sermest” du berhemên wî yên din di Nûbiharê de hatine weşandin. Her sê dîwanên wî jî ji hêla naverok û teşeya şiîrê ve dişibin hev; lê ciyawaziya ya dawî ev e ku bal û pala xwe dide hin taybetmendî û nuansên ristên nezm û lîrîzma kilaman û şiîra Kurdî ya ku ji rehên antîk ên Îranî û Rojhilatî sûd wergirtiye. Di vê pirtûkê de, estetîka lawij û kilama Kurdî bingeha şiîra wî ava kiriye. Ew vê carê ketiye pey şopa vegotineke antîk û qedîm.
?gata(hestên ‘Orxe’)
“…ji agir gulekê çêdikim, hem diyarî ye, hem jî çira ye ji bo te; gava ku ro bihele, eşq biheşife, bila tarî kenê te neêşîne gidî…”
?gata(hez dikim)
“…hez dikim ji çiyayên asê, ji refê qulingan, bi eqlê dil şivanê askan im ez; hez dikim ji ‘Çûka Mûalav’ ya ku hêlîna xwe di nav qoçên gakûviyekê de honaye, wa Siyabendê neçar im ez…”
 

M. Zahir Kayan

M. ZAHİR KAYAN - Ji bajarê Agiriyê ye. Li Zanîngeha Erzuromê Beşa Turkolojiyê xwendiye. Ji salên 1990î ve ye di kovar û rojnameyên wekî Özgür Gündem, Welat, Welatê Me, Jiyana Rewşen û Tîrojê de gelek nivîsên wî yên der heqê huner, estetîk, çand, folklor û mîtolojiyê de hatine weşandin. Her wiha wênesaz e. Ji bilî şiîr û formên şiîrên mîstîkî û xebatên li ser estetîk û hunerê, ew li ser folklora Kurdî xebatên lêkolînî jî dike; li ser destan, efsane û menkibeyên qedîm yên Kurdan xebatên wî yên dorfireh hene. Ji van yek “Bingeha Mîtolojiya Kurdî” ye, ev berhem hê nehatiye weşandinê. Li ser estetîk, şiîr û forma kilamên dengbêjiyê gelek lêkolînên wî hene. M. Zahir Kayan di atolyeya xwe de li ser resim, peyker û hin hunerên plastikî xebatên xwe didomîne.
Berhemên wî yên çapbûyî (ji bilî vêya li ber dest) ev in:
Destanek ji Buhuşta Winda (Weşanên Berfîn, 1993)
Arzeba, Weşanên Sî, 2001
Şêhneya Dînan, Weşanên Şemal, 2014
Hîç (Sî-Saya), Weşanên Nûbihar, 2022
Asoya Peyvên Sermest, Weşanên Nûbihar, 2022


Navê Kitêbê Hinekirî mane guliyên şevê
Navê Orîjînal 4 qayde û 696 gata
Nivîskar M. Zahir Kayan
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-6605-25-1
Cûre Helbest
Rûpel 216
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 1
Berg Karton