Şiyarkirina Gelê Kurd Di Hizrên Seîdê Kurdî de

Şiyarkirina Gelê Kurd Di Hizrên Seîdê Kurdî de

Seîdê Kurdî, ji aliyê helwestên xwe yên siyasî û hizrên xwe yên civakî ve ji gelê Kurd re nirxekî dîrokî ye. Lewra di destpêka sedsala bîstemîn de û di dawiya temenê Dewleta Osmanî de, di demeke zû de çawa ku serê xwe bi curbicur pirsgirêkên gelên Misilman re êşandiye, bi heman rengî û zêdetir jî çareseriya pirsgirêkên gelê Kurd ên siyasî, civakî û çandî jî ji xwe re kiriye armanc. Wî xwestiye ku berî her tiştî bi civaka Kurd re hişmendiyeke mîllî çêbibe û di bin şert û mercên wek hev de sîstemeke siyasî ya “Yekîtiya Gelên Misilman” pêk were. Digel ku projeya siyasî ya ku Seîdê Kurdî ji bo curbicur gelên ku di bin sîwana Dewleta Osmanî de dijiyan pêşniyaz dikir negîhaşt hedefê jî, lêbelê hizrên wî ji bo şiyarkirina wan gelan pir girîng in. Bi taybetî jî hizrên wî yên ku derheqê şiyarkirina gelê Kurd de derbirîne, di mesabeya “manîfestoyên ronesansa Kurdan” de ne û ev manîfesto di destên me de ne. Loma jî ne guncaw e ku Kurd ji wan hizrên wî yên girîng re bîgane bimînin û pêwist e ku ji her gelî zêdetir Kurd li wan hizr û nirxan xwedî derkevin, da ku armanca wî ya rizgarbûna ji nezanî, xizanî û îxtîlafê pêk were.
 

Reşat Adak

Reşat Adak di sala 1971an de li gundê Tildîbê ku li ser Hezexê ye hate dinyayê. Di sala 1993an de ji Lîseya Îmam Xetîbê ya Bursayê mezûn bû. Digel perwerdeya fermî perwerdeya medreseyên klasîk jî wergirt. Di sala 2001an de Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Âl al-Beyt ya Urdunê xilas kir. Di sala 2013an de li beşa Ziman û Ede biyata Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê bernameya mastirê qedand. Di sala 2024an de jî di warê Dîroka Îslamê de li Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Uludagê bernameya doktorayê xilas kir. Di curbecur mijaran de bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî meqale nivî sandine. Niha li Almanyayê dijî.
Pirtûkên wî :
• Mewaqif el Îmam en- Nursî es- Siyasiyye, (bi zimanê Erebî), Ür dün 2001.
• Kürt ve Kürdistan Tarihi, Muhammed Emin Zeki Beg (wergera ji Erebî bi bal Tirkî ve, digel lijneyê), Nûbihar, İstanbul 2004.
• Cizre Şehir Tarihi (Siyasî ve İlmî Hayat), Teza doktorayê, Bursa 2024


Navê Kitêbê Şiyarkirina Gelê Kurd Di Hizrên Seîdê Kurdî de
Navê Orîjînal -
Nivîskar Reşat Adak
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-6605-37-4
Cûre Kurdolojî
Rûpel 190
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 1
Berg Karton