Sirra Bi Kul

Sirra Bi Kul

Ev romana Sirra Bi Kul dide pê serboriya dê û zarokekî. Dêyek dixwaze macerayan bijî... Kurê wê dixwaze were hezkirin… Hezkirin û macera dibin fetl û ger; û dêya ji jiyanê têrnebûyî û zarokê nazenîn dikişînin nava xwe. Nivîskarê navdar Stefan Zweig di vê romana efsûnî de valahî, qelsî û kêmasiyên jiyana mirovan bi çavekî psîkolojîk vedibêje… Psîkolojî û çîrok bi qelema Zweig têne hûnandin û jê nimûneyeke edebiyatê ya cîhanê derdikeve holê. Xwendevan, bi saya vê kitêbê hîn dibe ku bi çavekî psîkolojîk li têkiliya bi malbatê re binihêre…
 

Stefan Zweig

Stefan Zweig (Ştefan Svaîg) yek ji nivîskarên herî navdar yê sedsala 20an e; lê herwisa yê herî bê talîh e jî. Lewra ew wek Cihûyek beriya şerê cî hanê yê yekê di sala 1881ê de li Viyanayê tê dinê û beriya xelasbûna şerê cîhanê yê diduyan ji welatê xwe dûr li Petropolîsa Brezyîlayê di 1942yan de dimire. Bi vî awayî ew dibe şahidê trajediya miletê xwe û ya Ewrûpayê bi tevahî. Di kitêba xwe ya bi navê Cîhana Do – Bîranînên Ewrûpiyekî de bi teferuat behsa vê trajediyê dike.
Berhemên Zweig li gorî texmînan hetanî niha li 50 zimanî hatine wer gerandin, ji gelek kitêbên wî fîlm û formatên din hatine çêkirin.
Zweig kurê malbateke dewlemend bû. Piştî qedandina beşên Ger manîstîk û Romanîstîk wî di 20 saliya xwe de doktora kiriye, lê ji dêvla akademî yan jî dewamkirina tîcareta malbata xwe, wî dest bi nivîskariyê kiriye û di gelek waran de berhemên ji hev muhîmtir li dû xwe hîştine. Kitêba wî ya pêşîn -kitêbeke şiîran- sala 1901ê derketiye. Dûre sala 1904an çîrokên wî yên dirêj çap bûne. Ev kitêba wî ji kitêbên wî yên salên ciwa niyê ye, di sala 1911an de derketiye.
Wî li pey hev; çîrok, roman, biyografî û berhemên din derxistine. Roman û çîrokên wî bi islubeke bi heyecan li ser psîkolojiya mirovan disekinin. Hevnasîna wî ya bi Sigmund Freud û nivîskarên wek Rilke û Hofmannsthal tesîreke mezin li ser mijar û meseleyên berhemên wî hîş tine. Stefan Zweig ne tenê bi hunermendên li Viyanayê re heval bûye. Wî ji gerê gelek hez dikir û ew pirr digeriya. Ji Hîndistanê bigre hetanî Amerîkaya Latîn û Rusyayê ew li gelek welatan geriyaye û bi nivîskar û hunermendên welatên din re bûye dost û heval. Loma jî ew wek ‘avakirê pira di navbera kultur û miletan de’ tê dîtin.
Di serê sedsala 20an de, Viyana yek ji metropolên navendî yên çandê bû. Li cafê û malên çandî, danûstandineke mezin di navbera hunermendan de hebû. Zweig jî yek ji mûdawimên van mekanan bû. Şiîrên wî ji aliyê huner mendan ve wek stran dihatin gotin. Wî jî ji zimanên din yên Ewrûpî berhem werdigerandin Almanî û bi vî awayî hem zimanê xwe yê hunerî pêş de dibir û hem jî berhemên ji Almanan re nenas dikir xizmeta wan.
Bi hatina Naziyan ya li ser hukim, Zweig ferq kir ku îdî li welatê wî jê re cî nemaye. Lema wî di sala 1934an Avusturyaya wê demê terk kir û berî xwe da Londonê. Piştî heyşt salan ew bi jina xwe ya sisêyan re çû Amerî kayê, ji wir jî derbasî Brezîlyayê bû. Çûyîna wî bê veger bû.
 


Navê Kitêbê Sirra Bi Kul
Navê Orîjînal Brennendes Geheimnis
Nivîskar Stefan Zweig
Wergêr / Lêkolîner Abdullah Încekan
ISBN 978-625-6605-27-5
Cûre Roman
Rûpel 80
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 1
Berg Karton