Ji Haîkûnûsên Japonî Demsal Bi Demsal Haîkû

Ji Haîkûnûsên Japonî Demsal Bi Demsal Haîkû

Her mijar her çi qas li haîkûyê bê jî, mijara bingehîn a haîkûyê esildanî demsal û siruşt in. Di vê kitêbê de haîkûyên haîkûnûsên navdar ên Japonan cih digirin û bi berê ve demsal bi demsal hatine bicihkirin. Ev sêristikên ku ji Îngilîzî hatine wergerandin bi îlustrasyonên resen ve hatine xurtkirin û xemilandin.
Aliyekî herî xurt yê zimanê Kurdî, peywendiya wî ya bi siruşt û demsalan re ye. Lewma jî haîkû di vegotina Kurdî de ji xwe re cihekî nasyar û xweşkês digire. Di wergera van sêristikan de jî ev taybetî bi awayekî zelal dixuyê.
cih tune
serê xwe biêximê –
spas lavlavkê
BASHÔ
 
cilê feqîrê rûken
ji kîsê erd û asîmanan e –
herwefiroş e havîn
       KÎKAKU
 
şevînîyê dike
di ser çêm ra heyîva kewçêrê –
ka bilûra cîrên
KÔYÔ

Harold Stewart

Harold Stewart (1916-1995) helbestkar û zanyarekî rojhilatnas e. Ji Awûstralyayê ye. Taybeten bi vegotinnasiya metafizîkî û bi mijarên roj hilatnasiyê re eleqedar bûye. Xwe wek anarşîstekî tradîsyonparêz dihe sibîne. Demeke dirêj li Japonyayê maye. Li ser bawerî û helbest û hûnera japonan lêkolîn kirine. A Net of Fireflies, A Chime of Windbells, By the Old Walls of Kyoto, The Exiled Immortal: A Song-cycle û Psychic Experience and Problems of Technique ji çend xebatên wî yên kitêbî ne.
 


Sidîq Gorîcan

Sidîq Gorîcan (Hacı Yılmaz) ji Hîzana Bedlîsê ye. Ji beşa Mamostetiya Îngilîzî ya Zanîngeha Ulûdagê mezûn bûye. Li Zanîngeha Mêrdîn Artûk lûyê mastira xwe li ser helbestvan Laxer kiriye. Niha li Zanîngeha Yû zûncû Yilê ya Wanê, di Beşa Ziman û Çanda Kûrdî de wek hîndekar dixe bite. Heta niha bi navê Şev û Roj berbiqa li ser avê me (helbest), Çîrokên Ezopî (werger), Lorîname (helbest) û Unîte bi Unîte Xwendin û Têgihiş tin (pirtûka dersê), GUMBIL Gupik bi Gupik Haîkû I û Dîwana Laxer şeş pirtûkên wî hatine çapkirin.


Navê Kitêbê Ji Haîkûnûsên Japonî Demsal Bi Demsal Haîkû
Navê Orîjînal A Net of Fireflies, Japanese Haikû and Haikû Paintings
Nivîskar Harold Stewart ; Sidîq Gorîcan
Wergêr / Lêkolîner Sidîq Gorîcan
ISBN 978-625-6605-40-4
Cûre Helbest
Rûpel 152
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 1
Berg Karton