Hîkmet bi Hîkayet

Hîkmet bi Hîkayet

Di vê pirtûkê de pirsgirêkên civakî, peyamên girîng, nexweşiyên derûnî, ilm û hîkmetên pêwist bi hîkayetên meraqawer û balkêş cih girtine. Hîkayetên vê pirtûkê ji bo dil aramî; ji bo ruh bihuşt û ji bo eql rênîşandêr in.
Ev pirtûk ji pênc beşên hîkayetên bi hîkmet pêk hatiye. Li gor Qurana Pîroz, hedîsên Pêxemberê Xwedê û gotinên navdaran piştî her hîkayetê hîkmet, îbret û hisse hatine nivîsîn.
Hîkayetên beşa yekem ji Gulistana Se’diyê Şîrazî hatine bijartin.
Beşa duyem ji serpêhatiyên nivîskar û derdora wî pêk hatiye.
Beşa sêyem ji çend hîkayetên ku Pêxemberê Xwedê ji eshabiyên xwe re gotine û ji hîkayetên gelek bi îbret û meraqawer pêk hatiye.
Beşa çarem ji bo perwerdeya zarokan çend çîrok hene. Beşa dawî jî ji gotinên wecîz yên rênîşandêr pêk hatiye.

Sadullah Taşan

Sadullah Taşan, di sala 1986an de li Misircê (Kurtalan) hatiye dinyayê. Perwerdeya xwe ya pêşîn li cem bavê xwe Mele Hefzullahê Pirtayî wergirtiye. Dibistana seretayî û navîn li Misircê xwendiye û dûre Zanîngeha Dîcleyê beşa îlahiyatê qedandiye. Di navbera 2010 û 2012an de li gundê Firdeysê (girêdayî Licê) û li gundê Qormaniya (girêdayî Farqînê) melatî kiriye. Ji 2012an pêve li Misircê li lîseya îmam û xetîban mamostetî dike. Ji bilî vê pirtûkê sê pirtûkên wî yê din jî hene: 1. Gotinên Rênîşandêr 2. Serpêhatî û Peyamên Pêxemberan 3. Peygamber Kıssaları ve Duaları. Li ser Youtubê jî di qenala “Gotinên Rênîşandêr” de vîdeoyan parve dike.


Navê Kitêbê Hîkmet bi Hîkayet
Navê Orîjînal Ji bo aramiya dilan
Nivîskar Sadullah Taşan
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-6605-41-1
Cûre Lêkolîn
Rûpel 120
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 1
Berg Karton