Kînor

Kînor

Ev roman jiyana gundiyan, êş û elemên wan wek neynikekê raberî me dike.
Roman bi zimanekî rewan û têra xwe bi biwêj  û gotinên pêşiyan hatiye xemilandin. Nivîskar civaka ku qal dike baş nas dike. Dilxirabî, fesadî û neyariya hinek kesan, xîret û îffetparastina jina Kurd û axiriya kesên dilxirab di romanê de cih digrin.
Jinek egîta vê romanê ye. Ewê jinê bi serbilindî sînga xwe ji hemû êş û janên demê re vekiriye û bûye şêrejineke bêhemta. Gelek tehde, zilm, zordarî û heqaret dîtibin jî, tu carê serê xwe xwar nekiriye û bûye parêzvana rûmet û kelepora civaka xwe.    
Ev roman, romana nifşekî xweşbîn û bênav e. Wekî rûdanên dema xwe ya têr û tije ye. Nivîskar bi zimanekî sade û Serhedî ev berhem kiriye panoramaya dewrekê û diyarî nifşên nû kiriye.

Dağıstan Karakoç

Dağıstan Karakoç di sala 1958an de, li gundê Omeraxa ku li ser herema Xoçvanê ye ji dayik bûye. Mekteba destpêkê li gundê xwe, mekteba navîn û lîse jî li bajarê Qersê xwendiye… Di malperên cûrbecûr de bi Kurdî û Tirkî gelek meqaleyên wî hatine weşandin. Li ser folklor, dengbêjî û çanda herema Xoçvanê lêkolînên wî dewam dikin…
-Xoçvan Çîrokên Nîvcomayî, (Nûbihar, 2014)
-Qêrînek ji Axa Zelûl, (Nûbihar, 2016)
-Şevên Derîhesin, (Nûbihar, 2022)
- Kînor, (Nûbihar, 2024)
 


Navê Kitêbê Kînor
Navê Orîjînal -
Nivîskar Dağıstan Karakoç
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-22-6
Cûre Roman
Rûpel 184
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2024
Çapa Çendan 1
Berg Karton