Seta Antolojiya Dengbêjan

Seta Antolojiya Dengbêjan

Dengbêj Şakiro Antolojiya Dengbêjan 2

Dengbêjî yek ji wan stûnên herî xurt yê zargotina Kurdî ye. Dengbêj dema ku distirê ne tenê bi xweşiya dengê xwe, herwiha bi mijara kilama xwe bi teşbîh û metaforên zimanê xwe bûyeran ji nû ve di hişê guhdaran de vedijîne. Ev xal dengbêjiyê ji asta muzîkê derdixe û di zargotina Kurdî de li ser textekî nû dide rûniştandin. Dema ku behsa dengbêjî û dengbêjan bibe, bêguman navê ku herî zêde tê ser ziman, dengbêj Şakiro ye. Şakiro bi dengê xwe bi terza vegotina xwe û bi hûnandina teşbîh û tabîrên xwe navê xwe wek efsaneyekê daye nivîsîn. Li gund û bajarên Kurdan, di dawet û cemaatên Kurdan de bandên ku li ber dengê Şakiro hatine tijekirin, carinan di boxçê bûkan de bûne xelat, carinan bûne diyarî di navbera eşîr û egîtan de. Ev berhema di destê we de, em dikarin bibêjin ku heta îro xebata herî berfireh e ku li ser kilamên Şakiro hatiye nivîsîn. 35 heb li ser serhildanê, 183 heb li ser evîniyê, 27 heb di derbarê şerên navxweyî de, 3 heb destan û 18 heb jî di derbarê xwezayê de bi tevahî 266 kilam hatine berhevkirin. Gelek ji van kilaman cara yekem e ku dertên holê. Di vê berhema ku serpêhatiya amadekirina wê ji 10 salan zêde di ber xwe dayî de, kurtejiyana Şakiro û hemû kilamên ku ji aliyê Şakiro ve hatine gotin yek bi yek hatine nivîsîn. Herwiha gelek peyv, nav û teşbîhên ku di kilaman de derbas dibin hatine îzahkirin.

Dengbêj Huseyno ( Antolojiya Dengbêjan-3) Ciltli

Di derbarê pênaseya dengbêjiyê û deşifrekirina kilaman de bi rehetî dikarim bibêjim ku amadekarên antolojiyê gotin ji me re nehiştine. Ji nû ve xwendin û dahûrandina kilaman, dikeve ser piyê me kesên xwedî qelem. Dibe ku ji bona girseyeke mezin kilamên dengbêjiyê tenê kilam/muzîk bin, lê em kesên xwedî qelem nikarin bi çavê kilamê li kilam/kelamê mêze bikin. Êdî hukmê aşê pişaftina xwebixwe li dar e! Çêyiya ku îro em dikarin li xwe û paşîvanên Kurd bikin, berhevkirin û jihevveçirandina hikayet, metafor, peyv û deqên di edebiyata devkî de ne.
Dengbêj Huseyno dibêje:
“Terz û meqama Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min!”
Wek ku gorbihuşt jî gotiye, bawer im taybetmendiya Huseyno ya herî berbiçav dengê wî yê bişewat û bilind e. Qey tu dibê di qirika Huseyno de ne têlên deng, lê tendûrek dişixule û peyv bi nalenal û zarezarê xwe jê diavêjin der! Huseyno kirasê dengbêjiya xwe ji lorînên jinan biriye. Bi awaza xwe ya bilind û bi form û qalibê vegotina jinan re, terzekî nû yê ku texlîdkirina wî zehmet e afirandiye.

Dengbêj Reso (Antolojiya Dengbêjan-1)

...Di têgeha “dengbêj” de “deng”, di çarçoveya meqam, sewt û awazên dengbêjiyê de melodî, lorandin, xulxulandin û jenandin e. Bi maneyeke din, di nava Kurdan de li ser eşq, şer û mijarên din bûyer qewimîne, li gelek deveran ev bûyer hatine bihîstin, van bûyeran bandor li ser civakê hîştine û di nava gel de “deng” dane. ...“Bêj” jî gotin û vegotin e. Bêj peyva bijarte ye. Bêj peyva kemilî û kamilî ye. Bêj, hêz û bedewbûna hunera dengbêj e. Bêj honaka kilamê ye, vegotin û sêwirandina naveroka kilamê ye. Wêjeya kilamê bi “bêj”ê diherike û dikemile. Bêj helbest e... Bi vê wateya dengbêjiyê ya resen, Dengbêj Reso di warê awaz û strandinê de di nav dengbêjan de bêhempa ye. Gelek kilam ji şêweyê wan yê herêmî derxistine kirasekî gelemperî li wan kiriye. Kilam di destê Reso de reqisîne, xemilîne, firiyane. Kilam bi Reso neqişîne û xweş bûne. Kilam bi awazê wî şêwe girtine, bi meqamê wî xastir bûne, bi ristina wî zelal û biserûber bûne...

Dengbêj Mehmûdê Hesê Antolojiya Dengbêjan 4

Eger em bi zanistî li çîrok, helbest, stran, metelok, roman û li nivîsên din binêrin, em dikarin pir agahiyan li ser mejûyê kolektîf yê civaka Kurd fêr bibin. Dengbêjî jî perçeyekî girîng e di edebiyata Kurdî ya herî kevn de. Ev stran me dibin li gel bapîrên me û bûyerên herî kevn. Em wiha dibin perçeyekî dîroka xwe ya devkî (oral history) û dikarin wan êş û tadeyên hatine serê gelê me fêm bikin. Ev jî rê ji bo paşeroja me vedike.
Dengbêjî bi gelemperî, stranên Mehmûdê Hesê jî bi taybetî elementekî bîranîna dîroka gelê Kurd e. Ev edebiyeta devkî ya Mehmûdê Hesê ku ji aliyê mamosteyên hêja Ömer Güneş û Îbrahim Şahin ve bi sistematîk, zimanekî zana û xwezayî hatiye amadekirin, divê ji aliyê her kesekî ve were xwendin. Pirtûkeke wiha ye ku bi xwendina wan stranan di mejûye mirov de awaz bi awaz li hev dihûne û giyanê me dibe deşt û newalan, çiya û rûbaran, dibe nav şer û evînan. Ev pirtûk divê li her malekê hebe.
Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kizilhan
 

Ömer Güneş

Ömer Güneş ji navçeya Vartoyê ji gundê Gomaçawûş e. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend. Li bajarê Stenbolê di Zanîngeha Marmarayê de beşa Hiqûqê xilas kir. Ji 2004an vir de li Stenbolê parêzertiyê dike. Ji
havîna 2019an vir ve li Almanyayê, li bajarê Heidelbergê dimîne. Demekê dirêj e li ser wêjeya dengbêjiyê lêkolînan dike.


İbrahim Şahin

İbrahim Şahin li Gundêmîra yê li ser navçeya Vartoyê, di sala 1977an de hatiye dinê. Xwendina xwe heta mekteba navîn her li gundê xwe, lîse li bajarê Konyayê qedand. Li zanîngeha Erzirûmê beşa programdanî xwend.
Ji sala 2001î pê ve li Almanyayê li bajarê Munîhê dimîne û li wir karsaziyê dike. Li ser wêjeya dengbêjiyê lêkolînan dike.


Navê Kitêbê Seta Antolojiya Dengbêjan
Navê Orîjînal Seta Antolojiya Dengbêjan
Nivîskar Ömer Güneş; İbrahim Şahin
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 1234567891234
Cûre Folklor
Rûpel 1000
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg --