Kevok Mizgîn di 13ê Mijdara 1977an de li Êlihê ji dayik bûye. Kevok Mizgîn dibistana fermî ji derve heya dibistana navîn xwendiye. Wê ji hêla zimanê Kurdî ve xwe bi pêş xistiye. Kevok Mizgîn li Kurdî-Der, Komeleya Mereto û li Enstîtûya Stenbolê heya asta mamosteyiyê perwerdehiya zimanê Kurdî stendiye. Ew niha li Êlihê dijî.
Kevok Mizgîn ji sala 2008an ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Berhema wê ya yekem bi navê Kulîlka Evîna Bêdeng heyva Îlona 2018an, ya duyem jî bi navê Stêrka Evînê heyva Îlona 2021ê li weşanxaneya Nûbihar hatine çapkirin.
Her wiha çend helbest û çirokên Kevok Mizgin jî di kovaran de hatine we?andin.