Abdulkadir Kızılkaya (Gûzereşî) di sala 1941an de, 15ê Çileyê Paşin (Çile) hatiye dinyayê. Navê dêya wî Eyşê ye. Navê bavê wî Ebo ye, kurê Saîd, kurê Alî, kurê Îsiv, kurê Abdulkerîm. Dibe ku di sala 1800an de xwedan jin û mal be. Sê kurên Abdulkerîm hebûn; Mela Mûsa, Silêman û Ûsiv. Her yek ji vana ocaxek bi dû wan ketiye. Seîdê babê Ebo di sala 1870an de hatiye dinyayê. Di 75 saliya xwe de, di 1944an de meha Îlonê çûye ber rehma Xwedê. Eboyê kurê wî di 1897an de hatiye dinyayê û di 1974an de 27ê Tebaxê roja sêşemê çûye li ber rehma Xwedê. Xwedê li me hemûyan xweş be. Du birayên Ebo hebûn: Yasîn û Silêman. Nifşa wan hejmara çend zelaman in.