Marûf Xeznedar, di sala 1930yî de li Hewlêrê ji dayîk bûye. Perwerdeya seretayî û navîn li Hewlêrê û ya amadeyî li Kerkûkê wergirtiye. Di maweya 1952-1957ê de di saziya Perwerdeya wî wextî de mamostatî û birêvebirî kiriye. Di sala 1957ê de Beşa Zimanê Erebî ya Zanîngeha Bexdayê xilas kiriye û bûye mamostayê zimanê Erebî. Di sala 1960î de bi rêya Lijneya Zanistî ya Iraqê çûye Moskowayê û li wê derê neh mehan perwerde dîtiye. Paşê li bajarê Petersbûrgê li Beşa Kurdî ya Ens tîtuya Vekolînên Rojhilatê ya bi ser Akademiya Zanistî ya Rûsyayê ve perwer deya masterê û li Fakulteya Rojhilatê ya Zanîngeha Petersbûrgê jî perwerdeya doktorayê xilas kiriye (1963). Di sala 1968ê de li Beşa Kurdî ya Zanîngeha Bex dayê bûye mamosta û serokbeş û heta ku di sala 1981ê de malnişîn bibe ev kar domandiye. Di esnayê vî karî de kariyera xwe ya akademîk temam kiriye û di sala 1979ê de pîleya profesoriyê wergirtiye. Di sala 1973ê de li Fakulteya Perwer deyê ya Zanîngeha Bexdayê Beşa Kurdî damezirandiye. Di beşên edebiyatê yên Zanîngeha Ennabê li Cezayîrê û Zanîngeha Selaheddînê li Hewlêrê mamostatî kiriye. Çi telîf çi wergêr 32 berhemên wî yên çapkirî hene. Di nav van de ya herî girîng Mêjûy Edebî Kurdî ye ku ji heft bergan pêk hatiye. Di gelek rojnameyan de nivîskarî kiriye. Endamê Sendîkaya Rojnamenûsên Iraqê û endamê Yekîtiya Rojnamenûsên Cîhanê bûye. Herweha endamekî çalak ê Korî Zanyarî Kurdistan bûye. Marûf Xeznedar, di sala 2010ê de li Hewlêrê wefat kiriye.