- Cevat Yıldız
- Cuma Ali Karaman
- Cumhur Ölmez
- D. Efrasiyaw Hewramî
- Dağıstan Karakoç
- Dîlan Şewqî
- Dilbikulê Cizîrî
- Dilşad Mûtî
- Diya Ciwan
- Doç. Dr. Adnan Oktay
- Dr. Mesut Tüzün
- Ebdulhadî Botî
- Ebdulkerîm Surûş
- EBDULWEHHAB EN-NECCAR
- Ebu’l-Hesen en-Nedwî
- Edîb Polat
- Egîdê Xudo
- Ehmedê Xanî
- Ehmedê Xasî
- Ehmedî Xanî
JIYANA SEYDAYÊ MELA HUSNÎ HEZÎN1 Seydayê Mela Husnî di sala 1943yan da li gundê Tûmikê ku nêzîkî Gêxîya Çewlîgê ye tê dinê. Navê bavê wî Zeynel navê diya wî Hewa ye. Zeynel kurê Sofî Bekir e û di sala 1886an da li gundê Tûmikê di malbateke dîndar da tê dinê. Di biçûktiya xwe da li cem bavê xwe Feqî Zeynelê Tûmikî, Quran û Mewlûdê dixwîne. Li gundê xwe diçe ber berxên mala xwe, berxvanî dike û heta şeş saliya xwe li gundê xwe dimîne. Piştî wefata bavê xwe, bi hosiya bavê xwe dike û diçe medreseya Şêx Muhemed Hadiyê Qewmanî. Mela Husnî perwerdehiya xwe ya yekem di sala 1950yan da li gundê Sîsê li cem Şêx Muhemed Hadiyê Qewmanî dibîne. Li zivistanê dest bi xwendinê dike û heta meha gulanê dewam dike. Piştre cardin vedigere tê gundê xwe. Mela Husnî piştî Medreseya Qewmanê diçe gundê Muxbêdê û li wir di medreseya Hecî Mesûd da nêzî du salan dixwîne. Mela Husnî li wir ev kitêbana dixwîne; Xayetu’l-Îxtisar digel şerha wê Îbnu’l-Qasim û qismek ji Muherrerê di fiqhê da; Deqaîqu’l-Exbar, Durretu’n-Nasihîn, Erbe‘îna Îbnî Usfûr di we‘zê da; Tefsîra Hemmamî di tefsîrê da; Meqsûd, Emsîle, Bîna 1- Jiyana Seydayê Mela Husnî ji teza masterê hatiye girtin. Ji bo agahiyên zêdetir lê binêrin: Yakup Aykaç, Dîwana Hezîn (Metn, Lêkolîn û Ferheng), Zanîngeha Bingolê, Çewlîg 2015. 16 di serfê da, Bostan’ul-Ezhan di hîkmetê da. Piştre derbasî medreseya Norşînê dibe û li wir jî nêzî du salan dixwîne. Di nav van du salan da li cem Şêx Muhyedîn û Mela Xelîlê Qizilparê dersê dibîne. Piştî du salan ji ber hin sedemên derveyî mecbûrî terka medreseya Norşînê dike û berê xwe dide gundê Balekanê. Li wir jî li cem Seydayê Mele Cafer salekê perwerdehiya xwe didomîne û piştre derbasî binxetê dibe. Mela Husnî, piştî derbasî Binxetê dibe û li gundê Tilme‘rûfê dibe xwendekarê Medreseya Şêx Ehmedê Xezna. Di medreseya Xezna da dixwîne û ji Şêx Muhemed Mesûm, Şêx Elauddîn, Şêx Îzeddîn, Şêx Muhemedê Erebkendî û Mela Ebdullahê Muderris dersan digire. Xwendina xwe ya ‘îlmî li wir, di hivdeh saliya xwe da diqedîne. Di nozdeh saliya xwe da, Şêx Elauddîn îcazeya Mela Husnî dinivîse û didê. Mela Husnî piştî qedandina xwendina xwe dest bi dersdayinê dike û çar sal tenê dersên feqiyên jêhatî û astbilind dide. Mela Husnî di sala 1961an da vedigere gundê xwe, Tûmikê. Piştî vegerîna xwe ya welêt, li gundê xwe dimîne û dest bi dersdayina feqiyan dike. Li gundê Tûmikê bi feqiyan ra du salan dersên xwe didomîne û dûre ji bo leşkeriya xwe di sala 1963an da diçe Stenbolê. Di salên navbera 1963-1965an da leşkeriya xwe dike û li wir xwe baş fêrî zimanê tirkî dike. Mela Husnî, piştî vegera xwe ya leşkerî tê welatê xwe û dûre diçe gundê Kamrûdê. Li wir di 1966an da dest bi melatiyê dike û heta 1987an didomîne. Hezîn li Kamrûdê ji aliyekî va melatî dike û we‘zan dide, ji aliyekî va dersa feqiyan dide û ji aliyekî din ve jî bi nivîsîna pirtûkên xwe mijûl dibe. Pirtûkên xwe yên Mîratu’l-Heqaiq we’l-Esrar, Dîwana Hezîn û Guldan hingê dinivîse. Hezîn li gundê Kamrûdê li ber melatiya xwe, di medreseya xwe da dersê jî dide. Gelek feqî li ber destê wî dixwînin û dibin mela ku em dikarin navê hinek ji wan wiha bidin: Mele Îbrahîmê Mûşiyê Muderîs, Mele Îbrahîmê Xeylaniyê Waîz, Mele Ebdurehîmê Terbesanî, Mele Şîrîn, Mele Xalidê Perxengukî, 17 Mele Qasimê Vasenî, Mele Muhemed Zahid, Mele Muhemed, Mele Muhemed Rayîf, Mele Mustefayê Perxengukî, Ş. Sabaheddînê Çanî, Mele Elî, Mele Îsmet û Hecî Kemalê Hûçî. Mela Husnî piştî salên 1980an, ji ber derbeya leşkerî û hinek bûyerên din êdî nikare xizmeta dersdayin û melatiyê bike. Zor û zextên li medrese û Kurdan her diçe girantir dibe. Ji ber van sedeman bi pêşniyaza Şêx Îzedînê Xezna (qs.) di sala 1987an da diçe Stenbolê. Mela Husnî li Stenbolê navçeya Umraniyeyê, di mizgefta Îmamê Şafi‘î da dest bi karê xwe yê fermî dike. Mela Husnî li vir jî feqiyên xwe belav nake û bi rê û rêbaza perwerdehiya medreseyên Kurdistanê dersên xwe didomîne. Di sala 2000an da li Stenbolê malnişîn dibe. Seydayê Mela Husnîyê Hezîn heta wefata xwe (25.02.2022) digel ku temenê wî mezin jî bû li mizgeftan suhbet û we’zan dikir; dersa feqiyên mezin (astbilind) dida û pirtûkê xwe dinivîsand. Rêya tesewif û terîqetê Mela Husnî, cara yekem li cem Şêx Muhemed Hadiyê Qewmanî dikeve rêya terîqetê û ew ji xwe ra şêx qebûl dike. Piştre ji bo xwendinê tê Tilme‘rûfê û li wir întîsabê Şêx Muhemed Mesûmê Xezna dike. Piştî wefata Şêx Muhemed Mesûm (kd. 1958) întîsabê birayê wî Şêx Elauddîn dike. Li cem Şêx Elauddîn perwerdehiya terîqa Neqşîbendiyê digire. Mela Husnî, piştî wefata Şêx Elauddîn, vê carê jî întîsabê Şêx Îzedînê Xezna (qs.) dike. Îzna xelîfêtiyê ji wî distîne. Seydayê Hezîn, ji sala 1992an ku îzna xîlafetê digire heta wefata xwe xizmeta xelîfetiya xwe li Stenbolê didomîne. Berhemên wî Seydayê Mela Husnî bi sê zimanan gelek berhemên dînî û edebî nivîsîne. Emê li gorî zimanê berhemê tenê navê wan bidin: 18 Berhemên wî yên Erebî: Mewahibu‘r-Rehman fî Tefsîri Sûret el-Insan. Mevahibu’l-Mennan fî Tefsîri Sûret el-Rahman. el-Mewahib. Miratu‘l-Heqa‘iq we‘l-Esrar. Esdafu’l-Enfas. Qamûsu’l-Me‘anî fî Tefsîri’l-Mesanî. Berhemên wî yên Tirkî: Hanımlara Rehber Külliyat-ı Suğra Külliyat-ı Vusta Külliyat-ı Kübra Hikem-i Atâiyye Şerhi Kâfiyye ve Nûniyye Kasidelerinin Şerhi. Berhemên wî yên Kurdî: Kulxaniya Veşartî Rîsaleyên Eqîde û Exlaq û Edebê Reng û Rûyê Peyxember Fiqha Şafi‘î Guldan Dîwana Hezîn Hêliya Heqîqetê Xatireyên Heyatê Lalezar Xutbeyên Hezîn