Heya naka, nozdeh kitêbên nivîskar Mezher Bozan weşiyane. Ji vana diwanzdeh heb bi kurdî, sê heb bi tirkî, çar heb jî bi swêdî ne.
Helbestên wî piranî li ser pêywendiyên jin û mêran, xembariya jiyanê, exlaq, edeb û tirsa Xwedê ne.
Meqamata Herîrî di zimanê Erebî de klasîk e gelekî meşhûr e. Herîrî Di pirtûka xwe ya bi navê el-Meqamat de, li ser navê lehengê pirtûkê Ebû Zeyd es-Surûcî bal kişandiye ser bi dehan kesayetî û karakterên di nav jiyana rojane de derdikevin hemberî mirov.
Ji weşanxaneya Nûbiharê gaveke nû: Pirtûkeke jibo hînbûna kurdî bi Audio-Cdyeke dîyarî.
Pirtûka „Ez Kurdî Hîn Dibim – Pratik Kürtçe Dersleri“ da ku meraqdarên zimanê kurdî bi wê kurdî hînbibin ciyê xwe li refikên pirtûkfiroşan girt.
Çapa sêyemîn a dîwana Feqiyê Teyran bi awakî rind weşiya .
Dîwana Feqiyê Teyran ku berî çendakî hatibû weşandin bi çapeke nû û xweş derket pêşberî xwendevanan.
Ji xeynî te dîger yara min nîn e
Bi exyar re serûkarê min nîn e
Hemû îhtiyacê min li cem te ne
Li ti dikana din îflê min nîn e
Gulê, hê mîna berê bû… Bi her tiştê xwe… Wê hertim fîstanekî dirêj li xwe dikir. Fîstanê wê hema bêje digihate erdê. Serê xwe bi çarikeke çilsipî dinixumand. Piştikeke zerê sîmîn, ku ji şamê hatibû, li pişta xwe dipêça. Pêşmaleke dirêj dida ber xwe. Û hertim, -ji bilî dema ku karek bikira, yan bixebitiya- tizbiyê wê di destê wê de bû, pist-pista wê bû…
Di wêjeya kurdî de, roman celebekî nuh e. Hew ne di a kurdî de, her wisan, di edebiyata erebî, farisî û tirkî de jî ev cûrê edebiyatê ne xwediyê dîrokek kevn e. Ev cumle, gerek wek mazeretek wêjeya kurdî neyê dîtin, amanca min ew e ku ji bo medeniyeta rojhilat roman celebekî nuh e.
Medreseya kurdî ji alîyê zimên ve jî pir dewlemend bûye. Lê ji ber ku nivşên niha bûne xerîbê wê sazîya xwe, dema ku ew bi zimanê xwe dinivîsin, peyvikên kurdî yên xas bi kar nayînin, îcar bêgav dimînin ku yan peyvikan çêbikin an jî peyvikên bîyanî biheşifînin û di nivîsên xwe de bi kar bînin.
Melayê Cizîrî
Bi çapeke delal û bi du zimanan, kurdî û tirkî, hatîyê amadekirin. Li hêleke metnê kurdî û li rûpera kêlekê wergera wê ya bi tirkî cî digre.
Ehmedê Xanî
Nûbihara Biçûkan, berhema Seydayê Ehmedê Xanî ya meşhûr e.
Ev berhem ji hêla Huseyn Şemrexî ve hatiye şerh kirin, ji bo hemû peyvên ‘erebî cem’a mukesser/şikestî hatiye.
Mele Muhemmed Mehsûm
Serkanî, kitêbeke erebî û klasîk e.
Bi nezmê hatiyê nivîsanin û
mijara wê piranî şîret û nesîhetin.
Xelîfe Yûsif
Ev berhem ji du kitêba pêk hatiye. Yek jê eqîde ye bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin. Mijara wê bawerîye, Behsa ruknê îmanê dike,
Ebdulkerîm Memikî.
Ev kitêb bi tîpen erebî lê bi zimanê kurmancî hatiye nivîsîn.
Mijara wê jî fiqha Şafiî ye. Behsa paqijî, nimêj, hec û mijarên yên fiqhî dike û bi awakî menzûm hatiye honandin.
Melayê Cizirî
Ger lu’lu’ê mensûrî ji nezmê tu dixwazî
Wer şi’rê Melê bîn te bi Şîrazî çi hacet
Mela bu beyitte, şiirlerindeki kelimeleri inci tanelerine, satırları da incilerin dizildiği satırları da incilerin dizildiği ipe benzeterek, şiir seven ve eleştirmenlere hitaben, diyor ki;