Agahiyên Kitêbê


₺ 22,50
DÎWAN

Dîwan - Perto Begê Hekkarî Perto Begê Hekkarî navê xwe yê eslî Mistefa ye û ji Begên Hekkariyê ye. Di sala 1795an de mîrê Colemêrgê bûye. Di kitêba Tarîxû’l-Ensab ya mîr Salih Begê Şêrwanî de eşkera dibe ku Perto Beg heta sala 1818an jî hê mîrê Hekkariyê bûye. Wî 45 salan mîrîtiya Hekkariyan kiriye. Taybetiya Perto Beg ya herî balkêş ku wî ji şairên klasîk cuda dike ew e ku digel begîtiya wî şair jî bûye û xwedanê dîwaneke bêbiha ye. Asıl ismi Mustafa’dır ve Hakkari Bey’lerindendir. 1795 yılında da Hakkar’inin Mîr’i olur. Mîr Salih Begê Şêrwanî’nın Tarix ul-Ensab kitabında, Perto Bey’in 1818 yılında hala Hakkari Mîr’i olduğu bellidir. Kendisi 45 yıl boyunca Hakkari Mîrî kaldı. Perto Bey’i klasik şairlerden ayıran en önemli özelliği, Bey olmasının yanı sıra Şair de olması ve paha biçilmez bir divana sahip olmasıdır. Şi’ra klasîk di nava jiyana rojane de çawa li dor xwe gelek têkilî pêkînabin, gelek formên civakî jî ji nû ve êxistine pergalekê. Helbet ew têkilî zehf in ku mirov bihejmêre. Lê ya zêdetir li ser hatiye axiftin têkiliya şi’r û serayê bûye. Hetta ji ber vê tikiliyê hin car ji edebiyata klasîk bi şiklek nebaş hatiye behskirin. Lê her çawa be ew têkilî bi şiklek aşkere hebûye û hem şairan xwestine xwe nêzîk serayê bikin hem jî serayê û siltanan xwestine şair li dor wan bin. Ew têkiliya seray û şi’rê hem ji aliyê fînansekirina şairan ji aliyê siltanan ve muhîm e hem jî, ji ber ku şairan ji bo estetîka serayê şi’r dinivîsîn, ji ber performansa wan ve gelek muhîm e. Patronaja siltanan, piştevaniya serayan ya bo şairan tiştekî neyînî nebû, lewra estetîka û qalîteya şi’rê seray destnîşan dikir. Ji ber wê jî gava şairek gelek navdar dibû, dikete serayê û dibû “sultanûş-şûara”. Yanî çawa di wî welatî de aliyê siyasî û îdarî ve “siltanek” serdest bû her wisa di iqlîm û welatê şi’rê/suxenê de jî şairek dibû “siltan”. Jixwe Melayê Cizîrî ji ber vê rastiyê her dem ligel suxena xwe behsa “mîr” û “xaqan”iya xwe dikir: “Di iqlîmê suxen mîr im di şi’rê de cîhangîr im”; “Lew di iqlîmê suxen xaqan im”. Ji aliyê dî ve jî siltanan jî dixwestin digel îdareya milkê xwe, hakimê iqlîmê şi’rê jî bin. Ji ber wê jî hem şair li dora xwe kom dikirin, şairên baş taltîf dikirin hem jî wan bi xwe şi’r dinivîsîn. Lewra wan baş dizanî ku bi hakimiyeta van herdu iqlîman ve mîrîtî û siltanî temam dibe. Mîr û begên Kurdan jî di vî warî de wekî siltan û mîrên milletên dî hem piştevaniya helbesta klasîk kirine hem jî di vê sehayê de hespê xwe bezandine. Di nav wan mîrektiyan de mîrektiyên Bitlîsê (Şerefxanan), mîrektiya Babanan (ji bo klasîkên Soranî) û mîrektiya Hekkariyê (malbata Şembû) mîrektiyên sereke ne ku pêwîst e mirov behsê jê biket. Di qesr û serayên vê mîrektiya dûmahikê -ya Hekkariyê- de gelek şairan piştevanî dîtibin jî taybetiya mezin ew e ku di sedsala 18-19ê de şairek siltanî jî ji nav xwe derxistine. Ew jî Pertew Begê Hekkarî (1756-1834?) ye. Pertew Beg (yan jî Perto Beg) di mîrektiya şi’rê de çawa ev nav bikarînaye her wisa di mîrektiya Hekkariyê de jî wek Mistefa Beg hatiye zanîn û çil û pênç salan li Hekkariyê mîrektî kiriye. Pertew Begê Hekkarî çawa mîrek bi hêz û şiyan bûye her wisa di şi’rê de jî şairek serkeftî bûye. Wî di Dîwana xwe de gelek awa û kêşeyên şi’ra klasîk bi naverokeke edebî û estetîk ve bikar înane. Lê di şairtiya wî de belkî taybetiya herî mezin ew e ku wî (wekî gelek şairên dî) bo xwe wek ustad Melayê Cizîrî dîtiye û li ser usûla wî şi’ra xwe honandiye. Tesîra Melayê Cizîrî li ser Pertew Beg ewqas heye ku -bi gotina Tehsîn Îbrahîm Doskî-: “Kartêkirina Cizîrî di şiîra Perto de, ji bo yê ku Dîwana Perto xwendibe ji rojê geştir e.” Lê dîsa jî mirov dikare bibêje zimanê Perto Beg ji gelek aliyan ve ji zimanê Cizîrî siviktir e, forma şi’ra wî jî zêde asê nîne û belkî bi aliyê formê ve zêdetir nêzîkê şi’ra Feqiyê Teyran e. Di Dîwana Pertew Beg de li dor mezmûn û belaxeta edebiyata klasîk naverokek berfireh û berbiçav heye. Bi vî awayî Pertew Beg di nava edebiyata Kurdî de xwe digehîne astek bilind. Ligel wê belkî tişta herî aşkera ew e ku Pertew Beg di Dîwana xwe de zêdetir behsê li ser Hz. Muhemmed dike û ji ber ku navek wî jî wekî yê Pêxemberi “Mistefa” ye, bi teşbîh û telmîhan ve vî navî bi hostayî bikartîne. Li dor tarîxa edebiyata Kurdî taybetmendiya Dîwana Perto ya herî girîng bi min ew e ku ev dîwan îşareta asta şi’ira klasîk ya Kurdî dike. Herçend di vê mijarê de zêdetir pêdiwî bi lêkolînan hebe jî, ev berhem bo me numûneyan dide ku şi’ra Kurdî êdî di wê sedsalê de li ber şi’ra Farîsî serkeftî ye û Pertew Beg jî di şi’ra xwe de li hember Farisî alaya Kurmancî rakiriye. Lewra gava mirov Dîwana Perto dixwûne ew Kurmanciya xwerû balê dikêşe. Helbet di nav vê şiirê de gotinên Erebî û Farisî hene lew ew şi’ra klasîk e û divê şair îsbata zanînan xwe ya wan zimanan biket. Lê di Dîwana Perto de tişta Kurmancî derdixe pêş “vegotinek” xwerû û taybet e. Her wisa îfadeyên Erebî jî, zêdetir îfadeyên Qur’anî ne ku şairî ew di nav çarçoveya edebiyata klasîk de bi vegotina xwe ya xwerû Kurmancî vêhonandine. Dîwana Pertew Beg cara pêşî di sala 1987ê de li Bexdayê ji aliyê Sadiq Bahaddîn Amêdî ve hatiye çapkirin. Lê ji ber ku ew çapa Dîwanê “bi gelek aliyan ve” nuqsan bû Tehsîn Îbrahîm Doskî ji bo çapek xweştir ji sala 1988ê dest bi lêkolînê dike ta ku di sala 2006ê bi şeklek rêkûpêk wê berhemê çap dike.

Navê Kitêbê
DÎWAN
Navê Orîjînal
DÎWAN
Nivîskar
Perto Begê Hekkarî
Wergêr / Lêkolîner
Tehsin İbrahim Doski
ISBN
978-605-5402-21-1
Cûre
-
Rûpel
296
Ebat
13,50 x 21,00 (cm)
Ziman
-
Alfabe
-
Sala Waşanê
2014
Çapa Çendan
2
Berg
-