Agahiyên Kitêbê


₺ 0,00
Dîwan

Dîwana Mela Zahirê Tendûrekî jî wekî gelek berhemên me yên klasîk e ku Weşanxaneya me Nûbiharê ev berhema hêja derxistiye pêş xwendevanên Kurdî... Muellifê Dîwanê Mela Zahirê Tendûrekî di nava salên 1882-1966an de jiyaye û Dîwana xwe jî di sala 1922an de temam kiriye... Jibilî xezel û qesîdeyên Kurdî, di dîwana Mela Zahir de bi Erebî û Farisî du beşên din jî hene. Di Dîwana Mela Zahirê Tendûrekî de 66 xezelên Kurdî, 17 xezelên Erebî û 22 jî xezelên Farisî hene. Mijara Dîwana Mela Zahir piranî li ser Şêx Ziyauddîn (Hezret) e ku di her beyt û rêzika vê Dîwanê de tesewuf û menewiyeta Îslamê heye. Di beşa Kurdî de Dîwan hem bi herfên Erebî hem jî bi yên Latinî hatiye amadekirin ku hemû xwedevanên Kurdî bikaribin bi du alfebeyan jî bixwînin... Her wisa ji ber ku gelek mefhumên tesewufî di Dîwanê de cih girtine di paşiya Dîwanê de ferhengokek jî hatiye çêkirin...

Navê Kitêbê
Dîwan
Navê Orîjînal
-
Nivîskar
Mela Zahirê Tendûrekî
Wergêr / Lêkolîner
Abdurrahman Biçici
ISBN
978 9944 360 12 8
Cûre
Klasîkên Kurd
Rûpel
408
Ebat
13,50 x 21,00 (cm)
Ziman
Kurdî
Alfabe
Latînî-Erebî
Sala Waşanê
2016
Çapa Çendan
2
Berg
Karton