Îran Xanim: Hawarek Ji Ûrmiyeyê

Îran Xanim: Hawarek Ji Ûrmiyeyê

Îran Xan yan jî Îran Xanim, di sala 1951an de li gundê Îçkeso, navçeya Somabira Dostê, ku li ser bajarê Ûrmiyeyê ye ji dayîk bûye. Vê jina Kurd a hunermend di dîroka dengbêjiyê de cihekî taybet girtiye. Vê jina berxwedêr û serhildêr, dema ku çi jinekê mafê xwe nedizanî li hember mêrên temen mezin dengê xwe derxîne, dengê dilê xwe û qêrîna ku ji kûrahiya dilê wê derdiket, dikire stran û dengê wê li her derê Kurdistanê belav dibû. Ew yekem jina dengbêje ku di radyoya Ûrmiyê de dengê wê hatiye qeydkirin û arşîvkirin.
Bi vê xebata Sayîme Xakpûr, bi rêya neqilkirina jiyana hunermendeke Kurd, derd û xem, xweşî û hêsir, ken û girî, gazinc û gilî û hewar û qêrînin komek mirovan tê ragihandin. Carina jî hest û hizirên nivîskar jî tevlî ax û nalînên neqilkara pirtûkê Gulistana keça Îran Xanê dibin û ta ku meriv difikire: Gelo Îran Xan kî bû, dibe ku Gulistana keça xwe be? An dibe ku  Sayîmeya nivîskar be? Dibe ku dayîk û xwişkên me bin? An na, belkî ew hişt cıvata jinên Kurd in. Belkî jÎ hemû cıvata me..!

Sayîme Xakpûr

Sayîme Xakpûr di sala 1983an de li Rojhilatê Kurdistanê, (bajarê Ûrmiyeyê) ji dayik bûye. Li Zanîngehê, Wêje û Edebiyata Zimanên Tirkî û Farisî qedandiye û bi salan li ser zimanê Kurdî xebitiye.
Sayîme Xakpûr mijûlî karê wergerê ji zimanê Kurdî bo zimanê Farisî û her wisa Farisî bo Kurdî ye. Bi dehan şanoname û fîlmname, serpêhatî, jiyanname û kurteçîrok wergerandine û di kovaran de hatine weşandin.
Di ber karê wergerê de kurteçîrokan jî dinivîse. Kurteçîroka wê ya bi navê “Qêrîna Dilê Evîndarên Koranê”, di festîvala bajarê Laheya Hollandayê de xelata kurteçîrokan a sala 2021ê wergirtiye.
Berhemdarî
99 Morîkên Belavbûyî (Werger), (Xelata berhema herî baş a sala 2021ê li Parêzgeha Ûrmiyê wergirtiye.) Helîm Yûsiv, Afraz, Tehran 2020.
Firîna Bi Baskên Şikestî (Werger), Helîm Yûsiv, Afraz, Tehran 2020.
Qêrîna Sedsalekê Karapetê Xaço (Werger), Salihê Kevirbirî, Bîjenyurd, Xorasan 2020.
Hawara Bilûrê, (Werger), Ûsivê Hemîd-Afraz, Tehran 2022
Îran Xanim, Hawarek ji Ûrmiyeyê, Stenbol, Nûbihar, 2023


Navê Kitêbê Îran Xanim: Hawarek Ji Ûrmiyeyê
Navê Orîjînal -
Nivîskar Sayîme Xakpûr
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-79-0
Cûre bîyografî
Rûpel 96
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg Karton Kapak