Kitana Spî

Kitana Spî

Helbestvan û nivîskar Receb Dildar, piştî derketina berhemên wî yên Çîrokan yên bi navê “Şikefta Xwekuştinê” û “Li dû Xezalekê”, îcar sêyemîn berhema wî ya çîrokan jî bi navê “Kitana Spî” derket. Di vê berhema wî de, şeş çîrok cî girtine. Mijarên çîrokan bi giştî trajediyên li ser erda Kurdistanê ne; Trajediyên Ermeniyan, Êzidiyan, Elewiyan û koçberên şerê dawîn ê ser axa Kurdistanê ne. Vêca Dildar, tevna çîrokên xwe bi ta û rîsê van bûyerên dilsojkî hûnandiye. Di berhemê de çîrokên ku cî girtine ev in: Lal, Ronak, Kitana Spî, Kalemêrê Çiyayê Şengalê, Masîvanê Mûnzûrê, Şîn û şahî. …........... Dilbayê, hew xwe girt. Ji kanîkên çavên wê du dilop hêsir bi rê ketin û hêdî hêdî bi ser dêmên wê yên terr û teze ve berjêr herikîn. Dilê wê dîsa bi ber bahozan ketibû, rê û dirb ji ber kirtibûn. Hêsirên ku ji kanîkên çavên wê diherikîn, ew bi ber bayê hestan dixistin, dil û mêjî lê ditevizandin. Her ku dilop berjêr diherikîn, ew jî bi dû wan diket. Hêdî hêdî cî û warê ku lê bû, ji bîr kir. Derbasî cîhaneke din bû, ew cîhana ku di nav mêjîyê wê de her tim zindî bû û dubare dibû… Çû wê roja ku Elî jê re gotibû: “Ez ji te hez dikim! Ez dixwazim kitana spî bavêjim serê te.

Navê Kitêbê Kitana Spî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Recep Dildar
Wergêr / Lêkolîner Recep Dildar
ISBN 9786055053550
Cûre Edebiyat
Rûpel 112
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2015
Çapa Çendan 1
Berg Karton