Mewlûd

Mewlûd

Mewlida Bateyî, di nav civaka kurdan de wekî kevneşopiyeke gelêrî di şîn, şahî, dawet, civîn û munasebetên wan ên taybet tê xwendin. Ev mewlida meşhûr, dor sedsala 17-18an de ji hêla Mela Huseynê Bateyî ve hatiye nivîsandin. Naveroka Mewlidê jî bi piranî medih, sena, pesin û selewatên li ser pêxemberê Xwedê Mûhemmed (s) in. Hetanî nivîsandina Mewlida Bateyî, di nav civaka Kurdan de mewlida Îbnul Hecer ku bi zimanê Erebî ye dihate xwendin. Hetanî roja îro bi sedhazaran çapa mewlidê ji hêla weşanxaneyên curbecur ve çêbûye. Ev xebata ku ji hêla Huseyn Şemrexî ve hatiye amadekirin û ji nav weşanên Nûbiharê derketiye jî bi çend taybetmendî û hêlên xwe ve ji nusxe û çapên din vediqete. 1. Cara yekem e ku bi tîpên erebî û latînî digel hev çap dibe. 2. Mewlidên ku heta niha weşiyane li ber çapa Stenbolê ya 1907an hatine amadekirin. Lêbelê di vê xebatê de destxetên herî kevin bingeh hatine girtin. Yek jê destxeta 1824an, a din jî ya Ehmedê kurê Hesen e ku di sala 1854an de hatiye nivîsandin. Ji bo peyvên kurdî û biyanî yên ku nayin zanîn ferheng hatiye çêkirin û digel vê koka wan peyvan jî hatiye nîşandan.

Navê Kitêbê Mewlûd
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mela Huseynê Bateyî
Wergêr / Lêkolîner Mela Huseynê Bateyî
ISBN 9789944360975
Cûre Olî
Rûpel 184
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2014
Çapa Çendan 4
Berg Karton