Nûbar

Nûbar

Dema ku meriv li hûnandina hîkayeyan Nûbara Wezîrê Nadirî û li vegotin û têkiliyên lehengan dinêre; meriv bi awayekî zelal û aşkere dibîne ku hîkayeyên wî di asta hîkayeyên modern ên Ewropayî de ne. Ji ber ku heta salên çapkirina vê kitaba bi navê Nûbarê, hîkayeyên modern ên Kurmancî nehatine nivîsandin, loma meriv dikare bêje ku hîkayeyên Wezîrê Nadirî; yekem hîkayeyên modern ên Kurdiya Kurmancî ne. Çawa ku romana Kurdiya Kurmancî ya yekemîn, ji hêla Qafqasê, ji nav Kurdên Ermenistanê derket, her wisa jî hîkayeyên modern ên bi şêwaza Ewrûpayî jî, ji nav Kurdên Ermenistanê derketiye.

Navê Kitêbê Nûbar
Navê Orîjînal -
Nivîskar Wezîrê Nadirî
Wergêr / Lêkolîner Ji tîpîn Kirîlî: Mehmet Emîn Hêvîdar
ISBN 978-605-5053-91-8
Cûre Edebiyat
Rûpel 216
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2016
Çapa Çendan 1
Berg Karton