Geleneksel Kürt Kadın Kıyafetleri / Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd

Geleneksel Kürt Kadın Kıyafetleri / Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd

GELENEKSEL KÜRT KADIN KIYAFETLERİ
Nevin Reşan Güngör
 
Folklorun kuşkusuz en dikkat çekici ve geniş bir yelpazesi olan alanlarından biri de giyim ve kuşamdır ve bunlar içinde günümüzde de olduğu gibi en cazip, narin ve estetik yanı kadın giyim ve kuşamında kendini gösterir. Ayrıca nesiller boyu devam eden bu gelenek bir süre sonra toplumsal bir renge bürünüp daha da genişleyerek milli kimlikleri temsil eder hale gelmiştir. Çünkü giyilen elbiseler ve takılan aksesuarlar zamanla artık bir ihtiyaçtan da öte estetik anlayışı, manevi kodları, bakış açısı ve en önemlisi de bir kimlik inşasını temsil etmektedirler. İşte tam da bu esas üzere hazırlanmış olan Geleneksel Kürt Kadın Kıyafetleri eseri Nevin Reşan Güngör tarafından yaklaşık yirmi yıllık yaşanılan bir öykünün serencamıdır.
Güngör bu çalışmaya başlarken ve bitirirken kuşkusuz bazı sebepler ve amaçlar doğrultusunda hareket etmiştir. En önemli sebeplerden biri geleneksel Kürt kadın kıyafetlerinin kayıt altına alınıp yok olmasını ya da başka milletler tarafından payimal edilmesini önlemek iken en önemli amacı ise bunu sonraki nesillere aktarıp kadim kültürü yeniden inşa etme girişimidir. Bu gibi sebepler ve amaçlarla hazırlanan bu eser birçok arşiv, müze, eser ve bizatihi Güngör’ün yıllar boyu süren gözlemleri neticesinde 200 sayfalık tamamen renkli bir eser olarak Nûbihar Yayınları tarafından basılmış ve okurların ve meraklıların ilgisine sunulmuştur. Tüm giyim, kuşam, takı vesaire görseller Güngör’ün kaleminden ve çiziminden yeniden canlandırılmış ve adeta keşfedilmemiş bir hazineyi andıran bu eser modelist ve stilistlerin beğenisine sunulmuştur.
Giyim kuşam, baş bağlama, aksesuar ve takı, çorap ve ayakkabı, el dokuma kumaş deseni, dokuma makineleri ve el aletleri, elbise kalıpları ve takı başlıklarından oluşan bu eser meraklılarını Kürt kültürü tarihi ve coğrafyasında eşsiz bir serüvene çıkaracaktır. Tüm bunların yanı sıra eserde Türkçe, Kürtçe ve İngilizce hazırlanmış giyinmenin gerekliliği, fonksiyonları, kodları, moda, takı, Kürt kadını kostümleri tarihi başlıklarıyla uzunca bir giriş yazısı da yer almaktadır. Umarız bu eser modern dünyanın geleneğe çevrilmiş yüzlerinden biri olur.
* * *
 
CILÛBERGÊN GELÊRÎ YÊN JINÊN KURD
Nevîn Reşan Güngör
 
Bêguman qadek ji qadên herî balkêş û berfireh a folklorê, cilûberg û lixwekirina mirovan e û di nav vê qadê de jî hêla herî cazib, nazik û estetîk cilûberg û lixwekirina jinan e ku îroro jî ev wisan e. Herweha ev kevneşopiya ku nifş bi nifş hatiye veguhastin, piştî demekê êdî bûye malê civakê û berfirehtir bûye ta ku bûye temsîliyeta nasnameya neteweyî. Çimkî cilûberg û xişrên ku mirovan li xwe kirine yan bi xwe ve kirine, êdî ji îhtiyacekê bêtir bûne sembolên estetîk, kodên manewî, nêrîna li dinyayê ya miletekî û jê muhîmtir jî bûne sembolên avakar ên nasnameyeke neteweyî. Berhema Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd a ku tam li ser vî essasî ava bûyî, encama xebateke nêzîkî bîst salan a jiyana Nevîn Reşan Güngör e.
Güngör dema dest bi xebateke weha kir û hem wextê ku qedand û şande çapê jî li gorî xwe hin sedem û armanc kifş kiribûn. Sedema herî girîng ew bû ku divê cilûbergên gelêrî yên jinên Kurd tomar kiriba û ji wendabûnê yan jî ji talankirinê xelas kiriba. Bi vî rengî armanca herî girîng jî veguhastina vê mîrasê bo nifşên dahatû bû ku belkî ev çanda qedîm li ser vî xîmî ji nû ve bihata avakirin. Bi handana van sedem û armancan ev berhem piştî ku gelek arşîv, muzexane û berhem hatin vekolandin û digel çavdêriyên salan ên Nevîn Xanimê, bû kitêbeke rengîn a 200 rûpelî ku ji hêla Weşanxaneya Nûbiharê ve hat çapkirin û ji bo bala xwîner û meraqdaran hat pêşkêşkirin. Cilûberg û xişrên di vê berhemê de bi giştî bi qelem û xêza Nevîn Xanimê ji nû ve hatine xêzkirin û weku xezîneyeke veşartî, deriyê wê ji bo modelîst û stîlîstan hatiye vekirin.
Berhema ku naveroka wê ji sernavên cilûberg, kofî, aksesûwar û xişr, gore û sol, nîgarên destî yên li ser qumaşan, makîneyên tevnê û aletên destî, qalibên cilan û xişir pêk hatî, dê meraqdarên xwe derxîne geryaneke bikêf a cografîk û tarîxî ya çanda Kurdan. Digel van yekan di serê berhemê de bi sê zimanan –Tirkî, Kurdî, Îngilizî- li ser hewcedarî û geşedana lixwekirinê, erkên lixwekirinê, nîşaneyên çandî û neteweyî yên lixwekirinê, mode, jina Kurd û xişrên wê, dîroka cilûbergên jina Kurd “destpêk”eke berfireh û dirêj jî hatiye nivîsîn. Hêviya me ew e ku ev berhem, wecheke cîhana modern a li kevneşopiyê vegerandî be.

Nevin Reşan Güngör

Nevin Reşan Güngör 1965 yılında Siverek’te doğdu. İlköğrenimini Siverek’te
ve ortaöğrenimini İstanbul’da tamamladı. İki yıl stilistik eğitimini aldı ve dokuz
yıl stilist olarak çalıştı. 1994 yılında MED-KOM’da Kürt kadın giysileriyle
ilgili sergi açtı. Burada başladığı çalışmaya yoğunlaşıp ve derinleşerek devam
etti. Resime yönelerek yurt içi ve yurt dışında yirminin üzerinden kişisel ve
karma sergiler açtı. 2008 yılında Navdarên Kurd adlı lavi tekniğiyle çizdiği çalışma
Doz Yayınları tarafından basıldı. Bu çalışmaya ait resimler birçok yerde
sergilendi. 2009’da ilk orijinal Kürtçe “Masiya Lêvsor” adlı çizgi film animasyonu
yaptı. 25 yıla yakın süre üzerinde çalıştığı Kürt Kadın Kostümlerini kitaplaştırdı.
Evli ve bir çocuk annesidir.
* * *
 
Nevîn Reşan Güngör di sala 1965an de li Sêwregê çêbûye. Xwendina xwe ya
seretayî li Sêwregê, xwendina navîn jî li Stenbolê temam kiriye. Du salan di
warê stîlîstîkê de perwerde bûye û wê bi qasî neh salan wekî stîlîst kar kiriye.
Di 1994an de li MED-KOMê di warê cil û bergên jinên Kurd de pêşangehek li
dar xist. Xebata xwe ya ku li vir dest pê kiribû, bi awayekî berfirehtir û cidîtir
domand. Berê xwe da nîgarkêşiyê û yan bi awayekî şexsî yan jî bi şirîkatî ji
bîstan zêdetir pêşangeh li welat û derveyî welat vekirin. Xebata xwe ya bi navê
Navdarên Kurd ku bi şêwaza lavî amade kiribû, di 2008an de di Weşanxaneya
Dozê de weşand. Wêneyên di vê xebatê de li gelek pêşangehan hatine pêşkêşkirin.
Wê di 2009an de yekem kartonfîlma anîmsayon a resen a bi navê “Masiya
Lêvsor” çêkir. Xebata xwe ya Cil û Bergên Jinên Kurd a ku ev 25 sal in li ser
dixebite, wekî kitêb da çapkirin. Zewicî ye û dayîka zarokekî ye.
* * *
 
Nevin Reşan Güngör was born in Siverek in 1965. She completed her primary
education in Siverek and her secondary education in Istanbul. She studied stylistics
for two years and worked as a stylist for nine years. She opened an exhibition
on Kurdish women’s clothing at MED-KOM in 1994. She continued
the work intensifying and deepening that she had started here. She focused
on painting and opened more than twenty personal and group exhibitions in
Turkey and abroad. In 2008, the work Navdarên Kurd, which she drew with
the lavish technique, was published by Doz publications. Pictures of this work
have been exhibited in many places. She made the first animated cartoon in
Kurdish called “Masiya Lêvsor” in 2009. She has published a book on Kurdish
Women’s Costumes, which she has been working on for nearly 25 years. She is
married and mother of one child.


Navê Kitêbê Geleneksel Kürt Kadın Kıyafetleri / Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd
Navê Orîjînal Traditional Kurdish Woman Wearings
Nivîskar Nevin Reşan Güngör
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786257383028
Cûre Folklor
Rûpel 200
Ebat 24.00 x 34.00 (cm)
Ziman Türkçe
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg Aysel Kazıcı Özalp