Kenê Reş

Kenê Reş

Min tenê pirtûkek nexwend. Bi rastî min sohbetek digel Diya Ciwan li dar xist. Her ku min dixwend, herwekî ku min dengê wê dibihîst, herwekî ku diaxivî… lewra Diya Ciwan weke nivîsê diaxve û weke ku diaxive dinivîse. Ev jî tayebetiyeke siruştî û balkêş a Diyan Ciwan e.
Min tenê pirtûkek nexwend. Min herwiha jan û êşên jina Kurd xwend. Xemgînî û feqîriya wê… bêsuûdî û bêşansiya wê…
Min pirtûkek xwend, di wê de bîranînen watedar, rewneq û amojgar tê de civiyabûn. Sohbeteke ber beroşkên xaniyên gundên Kurdan, ji devê Xanimê, Nefyayê, Emîneyê, Periyê û hê gelekî din… mêvanên gelekî bi qîmet cihê xwe girtine di vê pirtukê de û xwendekarên xwe jî vedixwîne û dawetî heqîqeta jiyanê dike. Fermo…
Dr. M. Zahir Ertekin

Diya Ciwan

Diya Ciwan di sala 1953an de li herêma Botan hatiye jiyanê. Di 5 saliya xwe de bavê wê Mele Osmanê Şûzî ew daye ber xwendinê. Li ber destê gelek mela û şêxên din jî xwendiye, mîna Mele Eliyê Eruhî û şêx Îzzeddînê Medreseyî. Di 7 saliya wê de diya wê emrê xwedê kir û kete ber destê pîrik û jinbavê. Ji biçûkaniyê ve gelekî girêdayî wêjeya Kurdî bû. Di 9-10 saliya xwe de gelek helbestên Cezîrî, Xanî û Feqiyê Teyran jiber kiribûn.
Di sala 1966an de bi kurmamê xwe re li bajarê Qamişlo şû kir. Di sala 1975an de, digel zarok û malxuhê xwe ve çû Şamê. Di sala 1977an de dest bi nivîsandina helbestê kir. Yekemîn helbesta wê di sala 1982an de, di kovara Berbangê de li Swêdê weşiya. Yekemîn dîwana wê Pêlek ji Deryaya Kovanên Min di sala 1992an de derçû. Ev yekemîn pirtûka helbestê ya jinê ye ku li Rojavayê Kurdistanê derketiye. Heta niha tevî vê pirtûka li ber deste we, 13 berhemên wê derketine. 5 heb ji wan, li zimanê Erebî hatine wergerandin. Gelek tekstên wê li Îngilîzî, Rûsî û Tirkî jî hatine wergerandin. Ji destpêka salên 90î heta îro gelek nivîsên wê di rojname û kovarên Europa û Kurdistanê de derketine. Heta niha ji 40î zêdetir xelatên wêjeyî wergirtine.
Diya şeş zarokan e.


Navê Kitêbê Kenê Reş
Navê Orîjînal Kenê Reş
Nivîskar Diya Ciwan
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 9786257383103
Cûre -
Rûpel 90
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg ihb