Nûbihar 157

Nûbihar 157

Ji jimara 157an merheba! Van rojana li Enqere, Batman, Riha û Mersînê pêşengehên kitêban vebûn; Nûbihar jî beşdarî wan pêşengehan bû. Piştî nexweşiya Coronayê ev pêşengehên ewil bûn. Beşdarbûna van pêşengehan ji gelek aliyan ve bi feyde ye. Hêdî hêdî sala 2021an jî diqede; di vê navberê de me salnameya 2022yan jî amade kir. Min di jimara beriya vê de jî gotibû, em derbasî navnîşaneke nû bûne. Ev demeke em bi cihkirin û sazkirina cihê xwe yê nû ve mijûl in. Jixwe weşangeriya me, yanê karê çapkirina kitêban berdewam e. Digel van karan me jimara nû ya Nûbiharê jî derxist ku va ye li ber destê we ye. Welhasil vê payîzê çend kar pevre, di ser hev de hatin. *** Beriya ez behsa naveroka kovarê bikim, dixwazim mijarekê zelal bikim. Ji bo kovarê gelek nivîs tên. Rûpelên kovarê bi sînor in; ji ber vê, ji hinek nivîsan re cih namîne. Em ji xwediyên wan nivîsan hêvî dikin ku me fêm bikin; di jimarên pêşde emê nivîsên wan jî biweşînin. Vê jimarê de, du nivîskarên hêja Rohat Alakom û M. Zahir Ertekin li ser berhemên me yên wenda nivîsîne. Îro Kurd çiqas xwedî kitêb bin, bi rehetî dikarim bibêjim, çend qatên wan kitêb jî wenda ne. M. Zahir Ertekin di vê mijarê de, nivîsek balkêş li ser dîwanên Kurdî yên wenda nivîsiye. Rohat Alakom jî li ser berhemeke wenda, Dîroka Nûjen ya Kurdistanê ya Mela Mehmûd Bazîdî lêkolîn kiriye û nivîskek hêja derxistiye. Ev kitêba wenda weke dewama Şerefnameyê hatiye nivîsandin. Li çend zanîngehan li ser helbestên Rojen Barnas tez hatine amadekirin. Rojen Barnas di wan tezan de hinek kêmasî û şaşî dîtine û di vê jimarê de li ser wan şaşî û kêmasiyan nivîsandiye. Îbrahîm Seydo Aydogan, li ser “Di Wêjeya Kurdî de Nûkirina Ceşnên Wêjeyî” nivîsandiye û hin taybetmendiyên sereke nîşan dane. Murad Celalî li ser Zûgotinokên Kurdî û di Perwerdeyê de Fonksiyona wan nivîsiye. Xwendin û geşta medreseyên me kevneşopiyeke kevnare ye. Mela Mihemedê Kêrsî behsa geşteke Zozanê Qulingo kiriye. Salihê Kevirbirî li ser Kinyaz Îbrahîm ku demek berê wefat kiribû nivîseke biranînî nivîsiye. Rahmetullah Karakaya behsa nivîskar Osman Necmi Gurmen dike ku ev kes ji mala Heciyên Sêwregê (Bucak) ye. Kalê wî di dewra Ebdulhemîd de li Stenbolê mecbûrî îkametê bûye. Hevpeyvîna vê jimarê Nihat Gültekin bi Ahmedê Hepo re kiriye. Nasır Kemaloğlu li ser mijara “Di Kurmancî de ketina dengan û kîteyan” sekiniye. Wekî din, bi nivîs û çîrokên xwe ev kes hene: Sabri Akbel, Adem Yaşar, Yûnis Amedî, Hanifi Taşkın û Reşad Kemal. Şairên vê jimarê jî ev in: Berken Bereh, Hafizê Şîrazî, Rojen Barnas, Friedrich Hölderlin, Ali Bayram, Kenan Zelan, Sidîq Gorîcan, Bamed Serdar, Kevok Mizgîn, Ahmed Arif, Hekîm Meretoyar, Mihemed Elî Bayram, Huseyn Zana, Zana Zengenî, Şahin Eroğlu, Mazlum Bedri Kırbuğa, Nuri Yalçın, M. Salih Turgut û Cahit Külebi. Bimînin di xweşiyê de. Süleyman Çevik

Navê Kitêbê Nûbihar 157
Navê Orîjînal Nûbihar 157
Nivîskar Kollektif
Wergêr / Lêkolîner Kollektif
ISBN 9772147882016
Cûre Kovar
Rûpel 90
Ebat 19.50 x 27.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg --