Dîwana Serdaî

Dîwana Serdaî

Ev berhema han, komeke ji wan şê‘rên ku demeke dirêj hevrikiya man û nemanê, digel zemanê qedexekirinê kiriye; heta ku karîne bi selametî derbas bibin. Xwediyê vê berhemê jî yek ji wan şairan e ku navên wan ji ber ziman û babetê şê‘rên wan qedexe mane. Lewma behsa wan -wekî şê‘rên wan- veşartî maye. Ev şê‘r ên şairekî me yê hevçax e ku xema wî ya mezin, xema welatî û miletî serê wî xistiye ber xem û derdan. Lewma wî nasnavê “Serdaî” bo xwe hilbijartiye û xwestiye ku xwe pê bide nasîn. Serdaî, navê wî yê durist, wekî ji destnivîsa dîwana wî diyar dibe, Selaheddînê kurê Hecî Ebdullahê Wanî ye.

Navê Kitêbê Dîwana Serdaî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Selahaddinê Wanî
Wergêr / Lêkolîner Tehsim İbrahim Doski
ISBN 978-605-5402-76-1
Cûre Klasîkên Kurd
Rûpel 128
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2013
Çapa Çendan 1
Berg Karton