Berxwedana Qehremanan

Berxwedana Qehremanan

Peymana Axalê (1881) di navbera Şahê Îranê û Têzarê Ûris de di dema sînorkifşkirinê de tê îmzekirin. Li gor vê peymanê, ji herêma bakurê Xorasanê beşeke mezin xaka Îranê, li xaka Rûsyayê tê zêdekirin. Piştî wê, bajarê bi navê Fîrûze yê li dora Eşqavayê, ku şûnwarê Kurdên Celalî bû, pêşkêşî têzarê Rûsyayê tê kirin. Di vê hengamê de, qehremanê Kurd ê Xorasanê Serdar Êwez Xanê Celalî ku serweriya Fîrûzeyê dikir, maweyê duwanzdeh salan li hember radestkirina Fîrûzeyê bo biyaniyan li ber xwe dide, heta ku tê kuştin. Piştî wî şêrejina bi navê Tuhfegul vê rêyê didomîne.

Navê Kitêbê Berxwedana Qehremanan
Navê Orîjînal Berxwedana Qehremanan
Nivîskar Haşim Ferhadî
Wergêr / Lêkolîner Cimoyê Merûf
ISBN 9786257383035
Cûre Folklor
Rûpel 232
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg ihb