Nexweşxane

Nexweşxane

Herku diçe av bêhtir li hev dikeve. Dawûd ji haletan dikeve haleteke din. Lê berxwedana wî her berdewam e.
Jiyan bi hemû cihetan dijwartir dibe. Pencerên nû li ber çavê Dawûd vedibin û ew dikeve alemên ku îzaha wê bi ilim nayê îzahkirin. Psîkolojiya Dawûd herku diçe li hev dikeve û pêwistiya wî bi arîkariyê çêdibe. Lê li dora wî kes tuneye ku jê re rewşê îzah bike.
Dawûd pir diqerqile. Alemeke ku ne ilim û ne jî psîkiyatrî kane tişkî bike. Dawûd xwe dispêre Rebbê hemû aleman û di nava berxwedanek ku êdî têr nake de dikeve nexweşxaneyan.
 

Mezher Bozan

Mezher Bozan di sala 1957an de li gundê Heramreşê ku li ser Qosera Merdinê ye ji dayik bûye. Li Hewaga Rihayê û navenda Mêrdînê dest bi dibistanê kiriye. Xwendina xwe li navenda Edenê kuta kiriye.
Di dema ku li hemû welat tevlihevî hebûye de li Stenbolê zanîngeh xwendiye.
Du salan li Depa (Karaqoçan) Elezîzê mamosteyiya Îngilîzî kiriye. Piştî du salan sirgunî Kebana Elezîzê bûye. Çar mehan şûnde ji vir jî sirgunî Eflaniya Zonguldakê dibe.
Mezher Bozan 36 sal berê, tevî malbata xwe çûye Swêdê û li wêderê bi cih bûye.
Heta niha bi Kurdî,Tirkî û Swêdî 27 berhemên wî çap bûne. Zewicî ye, du keç û du kur 4 zarokên wî hene…


Navê Kitêbê Nexweşxane
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mezher Bozan
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-91-2
Cûre Roman
Rûpel 136
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg Karton