Varqilîn

Varqilîn

Li welat dema yekî biyanî dihate nava civatê, ew civat ji mezinan hetanî biçûkan tev seferber dibûn. Teva jî dixwestin ku ew kes rehet bike, li hev negere. Heta ku hinan xwe fêrî zimanê wî dikirin û gotinên wî hîn dibûn. Hem ji bona ku bi wî re bidin-bistînin û bixin nava hissa ku ew xwe li mala xwe bibîne. Hem jî bi hev re reqabet dikirin û nîşanî hev didan ka bê kî ji kê pirtir hînî wî zimanî bûye. Ev exlaq hem li ba Kurdan û hem jî li ba Tirkan hebû. Hetta ku li ba Erebên Mêrdînê jî hebû. Yanî taybetiyek welatên Rojhilata Navîn, yanî ya mislimanan bû. Wek gel Rojhilata Navîn germ bû û xwîna her kesî dikeliya. Lê li vî welatê sar, rewş tam tersê wê bû. Kesên bi zimanê wan nizanîba, bila padîşah jî ba li welatê xwe ferq nedikir, bê qîmet û bê rûmet bû û heta ku mecbûr bû ku hînî zimanê wan biba. An na, kar tune bû heta ku nan û av jî tune bû.

Mezher Bozan

Mezher Bozan di sala 1957an de li gundê Heramreşê ku li ser Qosera Merdinê ye ji dayik bûye. Li Hewaga Rihayê û navenda Mêrdînê dest bi dibistanê kiriye. Xwendina xwe li navenda Edenê kuta kiriye.
Di dema ku li hemû welat tevlihevî hebûye de li Stenbolê zanîngeh xwendiye.
Du salan li Depa (Karaqoçan) Elezîzê mamosteyiya Îngilîzî kiriye. Piştî du salan sirgunî Kebana Elezîzê bûye. Çar mehan şûnde ji vir jî sirgunî Eflaniya Zonguldakê dibe.
Mezher Bozan 36 sal berê, tevî malbata xwe çûye Swêdê û li wêderê bi cih bûye.
Heta niha bi Kurdî,Tirkî û Swêdî 27 berhemên wî çap bûne. Zewicî ye, du keç û du kur 4 zarokên wî hene…


Navê Kitêbê Varqilîn
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mezher Bozan
Wergêr / Lêkolîner Mezher Bozan
ISBN 9786059413602
Cûre Roman
Rûpel 168
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2019
Çapa Çendan 1
Berg ihb