Dîwana Namî

Dîwana Namî

Fehmî Beg, li gundê Pêçarê yê li ser navçeya Liceyê hatiye dinê. Di helbestên xwe de mexlesa Namî bi kar aniye. Wek ku ji navê wî jî diyar e ew ji malbateke beg û mîran e; ji ber hindê wek “beg” hatiye naskirin.
Wî diwana xwe ya bi navê Mexmûru’d-Dewawîn di sala 1956an de qedandiye. Asta helbesta wî di nav edebiyata Kurdî ya klasîk de ji aliyê hunerî û edebî ve xwedî cîgehekî mustesna ye. Xwey-zimanekî giran e, lê ewçend jî ji hêla hunerên edebî ve têr û dewlemend e.
Dîwana wî, dîwaneke muretteb e. Ji şêst û heft helbestên Kurmancî û yeke erebî pêk hatiye. Ji vê dîwana wî bes nusxeyeke destxetî maye, ku ew jî wî bi xetê xwe yê pir xweşik û bi awayekî hunerane nivîsîsiye.

Navê Kitêbê Dîwana Namî
Navê Orîjînal Dîwana Namî
Nivîskar Fehmî Begê Pêçarî
Wergêr / Lêkolîner Yunus Demir
ISBN 9786257383066
Cûre Lêkolîn
Rûpel 336
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2021
Çapa Çendan 1
Berg -