Dîwan Melayê Cizîrî

Dîwan Melayê Cizîrî

Melayê Cizîrî, yekemîn şairê Kurmanc e ku rêzikên wî yên efsûnî wekî berhem/dîwan gihîştine heta roja îro û niha li ber destê me ne. Mela, di qada helbestvaniyê de, dilnizmî û nefsbiçûkiya ku ji tekebburê tê, bê mane dibîne. Ew di meydana şairiyê de pîrê şaira ye, qumaşê ku ew di şiîra xwe de tîne bazaran, tu rewaciyê ji şiîrên şairên dî re nahêle û di bazara hunerê edebî de wan li pêşberî xwe wekî ferxikên naşî dihesibîne. Pîrê şe‘ar e di şi‘rê we Melê şalifiroş Tu nîşan min mede Ferxî ku li nik min bûye ferx Mela, bi rêzikên xwe yên ku wekî mirariyan hûnandiye, rêwîtiya me ya ber bi warên din ve bi dawî tîne û têhniya me ya bi bal îrfanê ve, bi ristikên xwe yên pirhîkmet dişikîne. Ew bi şiîrên xwe yên mûcîzane, mîna Mûsayê li hemberî sahiran şiîrên wan şairan têk dibe.

Navê Kitêbê Dîwan Melayê Cizîrî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Melayê Cizîrî -
Wergêr / Lêkolîner Selman Dilovan
ISBN 978-9944-360-76-0
Cûre Edebiyat
Rûpel 328
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2014
Çapa Çendan 4
Berg Karton