Şerha Dîwana Ehmedê Xanî

Şerha Dîwana Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî, hem ji hêla zimanî hem ji hêla ramanî ve deryayeke kûr e. Sînorê fikr û ramana wî gelekî fireh û dûr e. Bo ku meriv xwe bigihîne bi bal dur û gewherên behra wî, ji meriv re gelek rêberên xozneber lazim in. Tehsîn Îbrahîm Doskî jî yek ji wan rêberên edebiyata klasîk e ku vê carê jî Dîwana Ehmedê Xanî şîrove kiriye.
Di vê Dîwana Xanî de pêşîn metnê eslî hatiye danîn. Piştre her helbestek, beytên wê yekoyeko hatiye rêzkirin, li binê her beytê peyv û îstilahên zor hatine îzahkirin û paşê jî ew beyt bi berfirehî hatiye şîrovekirin.
Di Dîwanê de 33 helbest hatine komkirin. Helbestên gumanbar tê de bi cî nebûne, bes palpiştî hatiye kirin li ser keşkûl û destxetên kevnar. Ew keşkûl û destxetên sûdjêwergirtî jî, li dawiya Dîwanê wek faksîmîle hatine bicîkirin.
 

Tehsîn Îbrahîm Doskî

-Tehsîn Îbrahîm Doskî: Di 1970ê de li bajarê Dihokê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navincî û amadeyî li Dihokê bi dûmahî aniye. Di sala 1991ê de ji Kolêja Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Bexdayê mezûn bûye. Îcazeya zanînên şer‘î û ‘ilmê hedîsê heye.
Di sala 1988an de dest bi belavkirina nivîsên xwe kiriye. Gelek gotar û vekolîn di rojname û kovarên Kurdî û Erebî de li Kurdstanê û Iraqê û li derve belav kirine. Ji sala 1991ê heta niha, li bajarê Dihokê mamostayê zimanê Erebî û perwerdeya Îslamî ye. Di sala 1992an de pişkdarî di derxistina kovara Rasterê ya mehane de kiriye, ku bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê liqa Dihokê ya zanayên dînê Îslamê derdiket. Di navbera salên 1995-2003an de sernivîskarê kovara Vejînê bû, ewa ku bi zimanê Kurdî û Erebî derdiket. Ji sala 1993an pêve gelek bernameyên edebî û dînî di radyo û televizyonan de amade kirine, herwekî: Radyo û televizyona Dihok, Kurdstan TV, el-Iraqiye, Kurd 1, TRT Kurdî, War û Spêde...
Li Kurdistan û derveyî Kurdistanê, beşdarî gelek kongre û sempozyûm û panelên dînî û edebî bûye.
Nivîs û vekolîn û tehqîqên wî bi zimanê Kurdî û Erebî, li dor babetên dînî, dîrok û edebiyata Kurdî ya klasîk in. Şi‘r û çîrok nivîsîne. Herweha ji Kurdî bo Erebî û ji Erebî bo Kurdî werger jî kirine.
Kitêbên wî li Kurdistan, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Lubnan û Îranê çap bûne. Heta niha jimara kitêbên wî yên çapbûyî gihîştiye 136 heban.


Navê Kitêbê Şerha Dîwana Ehmedê Xanî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Tehsîn Îbrahîm Doskî
Wergêr / Lêkolîner Tîpguhêzî Huseyn Zana & Hoşeng Nûh
ISBN 978-625-7383-67-7
Cûre Xebatên Edebî
Rûpel 368
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg Huseyn Zana