Dubeytîyên Baba Tahirê Hemedanî

Dubeytîyên Baba Tahirê Hemedanî

Baba Tahirê Hemedanî, şair û arifekî sedsala 4ê hicrî ye. Tarîxa jidayîkbûn û wefata wî bi awayekî zelal ne diyar e. Lê dîsa jî di piraniya çavkaniyên sereke de tarîxa jiyadikbûn û wefata wî wek mîladî 937-1010 tê qebûlkirin.
Baba Tahir, di du qadên cuda de berhem dane. Yek ji wan berhemeke tesewifî bi zimanê Erebî bi navê “el-Kelîmatu’l-Qîsar” e, ya duyem jî helbestên wî yên bi cûreyê “dubeytî” ye, ku bi zimanê Kurdiya Lorî hatine nivîsîn.
Ji aliyê naverokê ve di dubeytiyên Baba Tahir de mijarên lîrîk/evînî û fîkra wehdetu’l-wucûdê bi hev re xuya dikin.
Dubeytiyên Baba Tahir yên orjînal hindik in; ew dubeytiyên ku niha bi navê wî têne weşandin hemî ne yên wî ne. Herweha dubeytî, ji hêla zimanî ve jî hatine tehrîfkirin; ji formên wan ên Kurdî/Lorî hatine Farisîzekirin.
Dubeytiyên Baba Tahir bi gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin. Ev wergera han jî ji hêla Perwîz Cîhanî ve hatiye kirin. Di kitêbê de 336 dubeytî hene. Cîhanî, wergera xwe bi awayê wezn û qafiye hûnandiye
 

Perwîz Cîhanî

Perwîz Cîhanî di sala 1955an de li gundê Belesora Jêrîn -navça Elendê- ku bi ser bajarê Kela Xoyê ye hatiye dinyayê. Li bajarên Xoy, Selmas û Ûrmiyê çûye xwendegehê. Di şaxê edebiyat û zimanê Farisî de lîsans wergirtiye. Şeş salan li zadigeha xwe mamostetiya dibistana seretayî kiriye. Li bajarên Xoy û Makûyê di sazûmana koçeran de wek karmend û lêkolînerê li ser jiyan û toreya koçeran xebitiye. Dûvre li radyoyên Kurdî yên Tehran û Ûrmiyê wek bêjer û nivîskarê du bernameyên toreyî xebitiye. Sala 1984an piştî ku Hêmin Mukriyanî çûye Ûrmiyê, bi tevlîbûna çend nivîskarên din jî kovara ferhengî edebî ya Sirwe damezrandine. Ji sala 1984an ta sala 1995an di wê kovarê de wek nivîskar û berpirsê pişka Kurmancî xebitiye. Di sala 1995an de ji Kurdistanê derketiye û ji hinga ve wek penaber li Swîsreyê dijî. Di sala 1977an de dest bi nivîsîna Kurdî kiriye û heya niha gelek berhem û wergerên wî hatine weşandin.


Navê Kitêbê Dubeytîyên Baba Tahirê Hemedanî
Navê Orîjînal -
Nivîskar Perwîz Cîhanî
Wergêr / Lêkolîner Kurmancîkirin: Dr. Perwîz Cîhanî
ISBN 978-625-7383-83-7
Cûre Lêkolîn
Rûpel 104
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg Karton (kulaklı)